Mulazim Tehsîn û rûyê îdelojîk ê evînê

Di novela  Mulazim Tehsîn de jî, Ferhad Pîrbal her ji destpêkê ve xwestiye vê yekê ji xwendevanan re bide naskirin ku berhemeke taybet û teknîkî li ber destê wan e.

Dr. Azad Mukrî

Novela Mulazim Tehsîn û Gelek Tiştên Din    yek ji berhemên helbestvan û çîroknivîsê jêhatî yê kurd Ferhad Pîrbal e.  Ferhead Pîrbal di çîrok û helbestên xwe de, weke nivîskarekî nûxwaz û afirêner tê naskirin, di  piraniya berhemên wî de ya ku herî zêde bala xwedevanan dikişîne, taktîk û forma vegotina wî ye di vegotin û nivîsînê de. 

Di novela  Mulazim Tehsîn de jî, Ferhad Pîrbal her ji destpêkê ve xwestiye vê yekê ji xwendevanan re bide naskirin ku berhemeke taybet û teknîkî li ber destê wan e. Vê xwasteka xwe jî di hilbijartina teknîka vegotinan de nîşan dide    ku çîrok li ser du xetên cuda bi pêş ve diçe û di her yek ji wan serbihoran de tevgerek ji bo bûyeran heye ku li gor wê tê pêşbînîkirin. Li ser vê teknîkê di nivîsên din de em ê bêhtir rawestin, niha em ê heta derfeteke din dest ji vê mijarê berdin. Ya ku ez dixwazim    di vê nivîsê de xêz bikim, rakirina perdeyê ye ji ser tevahiya çîrokê    derbarê bandora îdeolojiyê de. Di vê çîroka Ferhad Pîrbal de serkêşiyek heye bo perwerdekirina kesayetiya mirovê kurd. Ewqas kesayetiyên ku me di roman û nivîsên kurdî de dîtine, mirovê kurd herdem li hember kesê din (yê beramber) hatiye nasandin û kesayetiya wî hatiye afirandin. Îlla kesên ku xwefiroş in û tevî îdeolojî û hizra dijî neteweya xwe bûne û weke xwefiroş û xaîn tên nasandin. Ev jî di vegotinên kurdî de ew kes in ku nayên hezkirin û dijî qehremanên neteweya xwe ne. Ew ji berê ve hebûne û karakterê wan ê herî kevin Bekirê Mergewer    e ku di çîroka "Mem û Zîn" a Ehmedê Xanî de heye û di nava teksta folklorî de li dijî qehreman e û nayê hezkirin û roleke giring jî di nava vê çîrokê de heye.

Di novela Mulazim Tehsîn de, berevajî vê nerîtê, kesayetiya mirovê kurd ê qehremanê çîrokê -qehreman bi wateya kesayetiya sereke yê çîrokê, ne bi wateya kesê giring- sozaniyek e bi navê Exter.

Kesê hember wê ku kesayetiyê duyem ê bihêz ê di nav çîrokê de ye, efserekî celad ê Beesî ye bi navê Mulazim Tehsîn. Kesayetiyê sêyem û giring Ciwamêr e ku evîndarê berê yê Exterê ye.

Beşa herî zêde ya çîrokê di dema nebûna Ciwamêr de tê vegotin, lê di nava vegotinên jinên taxê de behsa Ciwamêr tê kirin, di wî warî de nivîskar behsa rola Ciwamêr dike û pêgeha wî ya civakî û kesayetiya wî diafirînê. Du kesayetiyên din ên giring Exter û Mulazim Tehsîn in. Piştî ku rojekê Mulazim Tehsîn diçe û mala Exterê dipişkine, hevdu nas dikin û serbihora wan dibe naveroka sereke ya çîrokê.

Destpêkê hevnasîneke asayî ye û piştre jî evîneke germ di navbera wan de dest pê dike.

Exter ji aliyekê peywendiya xwe li gel Ciwamêr qut nekiriye û heta vê dema niha ya çîrokê jî peywendiya wan germ e, hin caran Ciwamêr ji çiya dadikeve nav bajar û diçe serdana Exterê dike. Lê naxwaze bi xwe re bibe çiya û weke pêşmergeyên din hevjîna wî pê re be. Ji aliyê din her carê komeke daxuyanî û nivîsên partiyê dide Exterê û bi rêya wê li bajar belav dike. Ev jî karekî pir metirsîdar e û di nava sîstema dîktator a Beesê de wateya kuştin û bidarvekirinê ye.

Her ku dema çîrokê bêhtir derbas dibe, evîna Mulazim Tehsîn li hember Exterê germtir û bi coş dibe, digihêje astekê ku berdewam daxwazê ji Exterê dike xwe pê re bide revandin û bi hev re biçin Bexdayê û weke jin û mêr bijîn.

Carna nivîskar behsa dema bihevrebûna wan du kesan dike û gotûbêja navbera wan vedibêje, xwendevan haydar dike ku Exter jî hêdî hêdî bi celadê  xwe û yê gelê xwe ve tê girêdan û hêdî hêdî vê baweriyê ji mejiyê xwe derdixîne ku ew ereb, dijmin û Beesî ye.

Evîn perdeyên dîrokê li ser rûyê tozgirtî yê naskirinê dide aliyekê û ya ku di bala Exterê de dimîne rûnî û hezkirin e.

Ji aliyê din çend jinên nav taxê ku weke nûnerên civakê tên naskirin, nerîna cuda derbarê kesayetiya sereke ya çîrokê wate Exterê hene, grupek dibêje ew sozaniyeke bêexlaq e, grûpek dibêje sîxura pêşmergeyan e û hin kes jî dibêjin ku ew sîxura Beesiyan e.

Exter di navbera du evînan de asê maye. Evîna pêşmergeyekî    ku nayê wê naxwaze, lê karên metirsîdar ên nav şoreşê bi rêya wê cîbicî dike. Ji aliyê din evîna efserekî Beesî ku gelek jê hez dike û amade ye her karekî    jê re bike û amade ye ku dest ji karê xwe jî berde.

Ev tevger di çîrokê de demekê digihêje hevsengiyê ku xwendevan hest dike ku hêdî hêdî hez û hesten Exterê bi aliyê Mulazim Tehsîn de zêde dibin. Berdewam xwe ji bo Mulazim Tehsîn dixemilîne û Kifteyên Sabûnkeranê jêre amade dike û bi rûtî di hembêza wî de dimîne û… gelek tiştên din, wê yekê nîşan dide ku Exter di naskirina wî de guhertinekê çêdike. Ev hêdî hêdî cotên ereb-kurd û pêşmerge–beesî ji bîr dike û bi evîna xwe re dibe yek. Tevî ku ti caran bi temamî razî nabe ku xwe li gel Mulazim Tehsîn evîndar û celadê xwe bide revandin û biçe Bexdayê.

Bûyerek ku hemû bûyerên din û tevahiya pêşekiya çîrokê dibe rewşeke awarte. Herweha ev bûyer hêza pêşbînîkirinê ya xwendevan jî nahêle.

Teqîna nîv kîlo TNT di nav bazara Silêmaniyê de, ku biryar bû li ber deriyê bankekê    be lê hinek vêdetir diteqe û gelek kes jiyana xwe ji dest didin.

Piştî vê revandina kurê kesekî dewlemend ji aliyê pêşmerge dibe sedem ku rewş bêhtir aloz bibe. Mulazim Tehsîn divê bersivê bide. Ji ber ku ev di nava çîrokê de berpirsê sîstemê û parêzerê îdeolojiya Beesê ye li Silêmaniyê.

Kabrayê dewlemend ku kurê wî hatiye revandin, pêşmerge li hember pere kurê wî azad dikin,  puzzlea aloziyên nav bajar ji bo Mulazim Tehsîn eşkere dibe. Exter weke encamder û sîxur tê nasandin. Dema ku Mulazim Tehsîn vê yekê ji Exterê re dibêje, ew jî bê derewkirin her tiştî eşkere dike, behsa evîndariya xwe û Ciwamêr jî dike. Mulazim Tehsîn daxwazê jê dike bi hev re biçin Bexdayê û bibin jin û mêr. Exter bo yekemîn  car razî dibe.

Wisa li hev dikin ku wek şeva dawiyê bibe mêvanê mala Exterê, sozê dide ku eger Ciwamêr jî bibîne tiştekî neke.

Exter evîndar e û amade ye ku bi Mulazim Tehsîn re biçe. Lê agirê îdeolojiya Beesiyan di dilê Mulazim Tehsîn de geş bûye, dixwaze tolê bistînê  û hemû ev tişt    di dilê xwe de veşartine. Di dawiyê de şevekê li mala Exterê serê Ciwamêr jê ve dikin û weke gotina dawiyê ji serbazên xwe re dibêje, "vê qehbika pîs jî bibin û li vir nehêlin."    Çekdaran dora Exterê girtiye, her dike girî û bi her du destan pora xwe diweşîne û berdewam li xwe dide û diqîrîne û dilorîne:

"Weyîş … Weyîş… Weyîş."    Ji    vê pê ve Exter    ne dizane tiştekî    bike û ne dizane tiştekî din bêje.

 

KURDŞOP
750 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!