Kurd, dawet û kamp

Hema dema fersendê bi dest dixim, ji malê direvim. Hê ez ne derketî xwişka min ê bêje, ‘’ji bo şîvê du mirîşkan û kolayeke zer bikire.” Resûlo pepûko, biçûkê malê, kûçikê malê ye.

Resûl Bafeyî

Weke mala her kurdekî, li mala me jî dawet heye. Hûn hemû dizanin dawetê kurdan çawa ne. Dawetên me bi gêrê û gengeşeyê dest pê dikin. Bi hatina xwişk û birayên zewicî, xal, xaltî û xwarzî, mam, met û birazî, dotmam û pismamên ji me ne razî berdewam dikin. 

Berî dawetê pêşî yên dûr têne malê û konê xwe vedidin, tu dibê qey kampa li ber devê çemê Munzurê ye mîratê. Her yek ji wan çenteyek di deste wan de, ji xwe re li cihekî digerin da ku çenteyê xwe deynin wir. Piştî cihdîtinê, êdî dest bi xêrhatin û kêfxweşîyê  dikin, behsa rê û rêbarê dikin, behsa cîranên xwe dikin, behsa kar û barên xwe yên wî welatî dikin.

- Çima Hacî nehat?

- Weleh feqîro îşê wî hebû.

- Ma hê jî diçe înşaatan?

- Ma çi bike, kar nîne ji xeynî înşaatan.

Piştî fesla xêrhatine em dest pê dikin:

- Xwarzê bisekine.

- Birazê rûne.

- Kuro deste xwe nede wê, hwd.

 Yê herî aciz dibe, bêhna xwe teng dike, aqlê wî ji serê wî diçe ez im. Ji ber ku zarokek dest diavêje komputera min, yek pirtûkên min diqetîne, yek pênûsên min dişkîne û dîwaran xêz dike, yek ava dirijîne (jixwe vê havînê ava bajarê me nayê, me li ser avê kurtefîlm jî çêkirin lê dîsa jî dengê me di mala me de ma ) û herî dawî jî yek şûşa dilê min dişkîne. Ji ber ku zarok şîrîn in, ez nikarim li wan jî bixim. Dema wan digirim maç dikim, lê maçeke bi acizî.

Hema bêdeng li cihekî revê digerim. Bawer bike, mala me ewqas mezin e jî lê cih tune ye ez serê xwe jî bixwirînim. Dev ji wê berde, ez nikarim du gotinan bi dergistiya xwe re biaxivim. Bi peyama  ‘delala min mêvan hene, kezeba min ne guncav im, şîrîna min xwarinê çêdikim’ dilê dergistiya xwe xweş dikim, lê di xeyala xwe de. Ji ber ku ya rastî ev sed û bîst û çar sal in dergistiya min nîne (hejmareke menîdar)!

Hema dema fersendê bi dest dixim, ji malê direvim. Hê ez ne derketî xwişka min ê bêje, ‘’ji bo şîvê du mirîşkan û kolayeke zer bikire.” Resûlo pepûko, biçûkê malê, kûçikê malê ye. Ya rast yekî ji min biçûktir heye lê ew jî bêxêr e kundiro. Apê min her tim dibêje, hema çi karê me hebe bila Resûl bike. Jixwe ti karê Resûl nîne, “neyse”.

Di nav vê gêrê de xwişka min bîst kîlo bacanê sor (ecêb e, hinek ji vê sebzeyê re dibêjin firingî û hinek dibêjin stembolî, hema ez jî bêjim bafeyî, em kurd çima xwe ji vê nimeta muezzem bêpar bihêlin?) bîst kîlo bacanê reş û çend kîlo bîber kirîne, li nava salonê vala kirine, hemû li dora wan kom bûne ji bo tirşika zivistanê çêkin. Tu dibê qey zibare ye, tew mala minê. Hem karê xwe dikin hem jî di ber re diaxivin. Yek dibêje, ‘ez ê fîstanê sor li xwe kim’, ya din dibêje ‘ez ê yê kesk li xwe kim”. Hinek ji wan fesadiyê dikin (navê fesadiya ber tendûrê derketiye, lê hûn ji xwe re fesadiya ber bacanan bibînin). Hemû bi hev re diaxivin, hemû jî ji hev fam dikin û di ber re jî  xwarinê didin zarokên xwe.

Xwarzîkê min bacanekî sor di devê wî de ye, bi her gezê re ava bacanê di ber lêvên wî re diherike ser tîşortê spî. Êdî ne spî ye, sor e. Tu wî tişortî bi ava zemzemê jî bişo paqij nabe. Ez jî di nav wê gêrê de li gora xwe digerim. Kiteke gora min xuya nake. Bi dengekî bilind dibêjim, ‘Hey hê,  goreyeke reş e çend xetên kesk li ser hene, yê dîtî bi xêra dê û bavên xwe bila bîne ji min re.’ Kesî bersiva min neda. Lê yekê pirsî:

- Resûlê bavê min, tê kengî bizewicî?

- Roja em azad bibin.

Bi gotina min re hemû bi hev re kenîn. Têr henekên xwe bi min kirin. Yekê bi desten xwe yên ava bacanan porê min firkand. Êdî porê min bi “jole” ye. Ava bacanan: joleya kurmancî, dermanê poran. Tew hewce nake şeh jî bikim. Wisa bi wî halî, bi kitek gore ji mal revîm. Ji wê rojê de naçim dawetan û ecêb e êdî kes ji min re nabêje, “Resûlê mala Bêcemeyan, ma tê kengî bizewicî? Te go çiii, tu nazewicîîî?”

 

Wêne:   Ji arşîva Mahmut Boz  | Bîra   Amedê

KURDŞOP
4793 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!