Evîn Teyfûr
Gava mirov behsa wêjeya zarokan û girîngiya xwendina çîrok, roman, lîstok, mamik û hwd ji bo wan dike, divê serê pêşîn serî li zarok û zarokatiyê bide û rewşa jiyana wan ji hev cuda bike. Helbet li her bajarekî zarok li gorî azadiya ku jê re hatiye veqetandin di nava malbatên xwe de dijîn. Ango li her welatekî zarok li gorî derfetên xwe dijî. Zarokên kurdan ji her alî ve cudahiyên wan ji zarokên miletên din hene.
Zarokên kurdan ji berê ve û di seranserê dîroka dê û bavên wan de, rastî komkujî, tunekirin û talankirinê hatine. Her tim di nava şer û cengê jiyanê de ne. Bê dê û bav, xwarin û vexwarin û cihê razanê mane. Rast e ku li hemû cîhanê di şerê cîhanî yê yekem û duyem de û beriya wê û li pey wê, di hin şeran û zilm û zoriyeke jiyana xwe de zarokan zarokatiya xwe ji dest da, lê ev yek nedomiye û zarok di rojên normal de bi mafên xwe û azadiya zarokatî û jiyana xwe jiyane.
Ev yek li gel zarokên kurdan nebûye. Zarokên kurdan di destpêkirina jiyana xwe û ta kêliya ku dimire jî di zehmetiyan de dijî. Ji ber mirina xwe jî, ev ne mirineke jixweber e. Mînakên van yekan gelek in. Şewata sînemaya Amûdê li Rojavayê Kurdistanê, komkujiya Şengalê, komkujiya Kobaniyê û bi sedan komkujiyên ku di dîroka kurdan de nayêne jibîrkirin û talankirinên wiha, di nav wan de derbas bûne.
Ev hemû sedem, bûn sedemên ku wêjeya zarokan a kurdan ji ya cîhanî paştir bimîne. Her çendî di nava kurdan de wêje li pêş bûya jî û bi hezaran çîrok ji bo zarokan bihata nivîsîn, dê û bavan dê nekaribûya ji zarokên xwe re ew bistandana û bi hişmedî û xeyaleke fireh ji wan re bixwendana.
Lê tevî van hemû sedeman, dîsa jî zarokên kurdan ji wêjeyê bêpar nemane û di her serdemê de li ber xwe dane û pêşketinekê ava kirine. Ji xwe mînaka vê yekê jî li ber çavan e, ew jî derketina bi dehan nivîskarên kurd û nivîsîna wan bi zimanê kurdî ye tevî hemû qedexeyan. Ji bilî wê, derketina bi dehan weşanxaneyan e ku berhemên kurdî û bi hemû cureyên wê ji bo mezinan û ji bo zarokan diweşînin.
Zarokekî normal di nava maf û aramiya hewirdorê de li vê cîhanê dijî. Her roj bi awayekî normal li dibistanê fêrî zimanê xwe yê dayikê dibe û gava vedigere mala xwe di nava malbata xwe de bi aramî dijî, bi awayekî asayî çîrok jê re tên xwendin û bi vî awayî cureya wêjeya zarokan di wî zarokî de bi rêk û pêk dibe. Gava ku ew zarok mezin dibe, bi asayî mirovekî baş jê derdikeve û dibe xwedî behreyên cuda. Lê zarokekî kurd dibe ku ji biçûkaniya xwe ve bavê xwe wenda kiribe û bi xêrxwaziyên xelkê jiyabe. Gava diçe dibistanê bi zimanekî serdest fêrî xwendinê dibe. Heger ku ji dayika xwe çîrokeke bi devkî ezber kiribe, pê dibihîse lê heger na, dibe ku ew zarok bê wêjeya xwe mezin bibe û gava mezin bibe jî, dê ne mirovekî zîrek û xwedî behre be, berovajî wê dê mirovekî ne li gorî civakê be.
Lê îro tevî ew hemû zehmetiyên berê û pirtir jî, zarokên kurdan li dibistanan zimanê dayika xwe hîn dibin û hîn dikin. Her kêm bi dehan weşanxane guh dane zarokan û berhem ji bo wan çap kirine. Di serdema niha de, ger bi kêmanî be jî zarok bi azadiya xeyalên xwe li dibistan, mal û kolanan zimanê xwe yê kurdî hîn dibin û pê diaxivin.
Tevî hemû binhişên zarokan ku bi tev de mirin û şer e, dîsa jî dê û bavan û nivîskarên ku ji bo nivîsîna zarokan derketine holê, hewil dane ku xeyalên wan bi reng û wêneyên tijî ajal û xwezaya rengîn nîşanî zarokan bidin. Her çendî cureyên çîrokên zarokan di wêjeya zarokan a kurdî de kêm e jî, dîsa jî di berhemên heyî de, nivîskaran hewil dane ku hîmên civakî, paqijî, serpêhatî û jiyîna di siberojeke baş de fêrî zarokan bikin.