Mîrata Vegotinê Li Kurdistanê – Beşa 3

Cemîl Saîb û destpêka edeba vegotina Kurdî- Beşa Duyem

Dr.Azad Mukrî

Ji bilî wan çar grûpan, Gewre bixwe jî dixwaze têkiliyê bi grûpeke din re çêke û wê grûpê weke amrazeke desthilata xwe bikar bîne. Ew jî mele û kesên oldar in. dixwaze bi riya wan fetwayê bo tevahiya wan kesan derxîne ku dijatiya wî dikin ku bikare bi hêsanî rûbirûyê wan bibe û wan ji hole rake. Her ji ber wê, ew bixwe jî grûpekê çêdike û fetwayan bi wan dide derxistin.

Bi hêrs dest bi axavtinê kir. Ev çend sal in ez hewil didim, min zehmetî, birîndarî û girtîgeh dîtiye. Çend caran ez çûme Îngilîz`ê, bi Tirkan re min têk daye, min şik li Rûsya ya Bolşevîk kir. Me çend xwîn rijand. Min got bila gelê min di asayîş û rehetiyê de be, bila ola me payedar û bilind be.  Lê beşeke zêde ya vî gelî ji rê derketiye û li pey bêdînan diçin, fetwaya şerîetê li ser wan çî ye?

Ev beşên ku heta niha me behsa wan kir, hin beşên giring in bo têgihiştin ji pêkhate û wateya çîrokê. Wate nivîskar xwestiye ku çîrok xwedî wateyeke bihêz be û bi vegotina wan beşan, her carê aliyeke kesayetiya siyasî ya Gewre nîşan dide. Ev kareke bihêz e bo vegotina çîrokekê ku 100 salan berî niha wek yekemîm ezmûna vegotina Kurdî tê naskirin.

Ev vegotin kesayetiyekî nîşan dide ku di navbera bahora siyasî ya Rojhilata Navîn a piştî şerê yekem ê cîhanê de, şepirze bûye û nikare biryarê bide. Her di wan salan de, wate, di salên 1924`an de û berî wê û piştî wê jî, ew erdnîgarî rastî aloziyeke gelek mezin tê.  Împratoriya Osmanî ji ber hev hilweşiya. Tirkên genc nû hatibûn ser desthilatê, dixwestin mîrata xwe ya Osmanî biparêzin û berfirehtir bikin. Îngilîz û Fransa li ser para xwe li navçeyê hevrikî dikirin. Di vê rewşê de Kurd ketibû navbera Îngilîz, Tirk, Fars, Fransa û Ereban de  û rêberên Kurdan jî nekarîn xwe yekalî bikin ku bi kî re bin.  Ev bûyerên siyasî yên wê serdemê ku em dibînin û dibihîzin, heman ev bûyerin ku Cemîl Saîb di çîroka "Di Xewna Min de" behsa dike. Lê jêhatîbûn û zîrekiya nivîskar di vê yekê de xuya dibe ku nexwestiye dema vê çîrokê temam bibe, her ji ber wê navê wan kesatiyan weke sembolîk tîne ziman, dem û cihê wê bi temamî eşkere nake.

Xwandevanê zîrek bi hevberkirinan dizane ku ev erdnîgariya nivîskar behsa wê dike Kurdistan e. Ew bajarê ku bûye cihê cilîta talançî, şoreşgêr û sîxûran û girtîgeh têde hatiye çêkirin, guman û bêbawerî têde belav bûye, bajarê Silêmaniyê ye di destpêka sedsaliya bîstê de.  

Gewre jî Şêx Mehmûd Berzincî ye ku li Silêmaniyê desthilatdar bû, di navbera Tirk, Îngilîz û Ola Îslamê de , şepirze bibû û dawiyê de nekarî xwe bi ser eniyekî de zelal bike, pêla wan guhertinan her carê ew bi aliyekê de bir, dawiyê jî hikûmeta wî herifî.

Lê ya ku heta niha me gotiye, tenê aliyeke çîroka "Di xewna min de" bû.

Lê eger em behsa hemû rexên vê bikin, em ê bibînin ku nivîskar çiqas bi zanebûn, sed salan berî niha zemîneya çîroka siyasî afirandiye.

Kesê ku vê çîrokê vedibêje, li cihekî wî welatî di rewşeke xerab a aborî de jiyan dike, biryarê dide bo peydakirina kar û debara jiyana xwe û malbata xwe biçe bajar ku paytextê vê hikûmeta nû ye. Di rê de gelek zehmetî û derdeseriyan dibîne, dema ku digihêje bajar jî tê girtin, weke sîxur serederiyê pêre dikin. Ew tê zîndanîkirin û di dawiyê de Gewre bi destê xwe wî eşkence dike û şellaqan lê dide. Ew bi wî awayî dixwaze bêserûberî û xerabiya hikûmeta wê demê nîşan bide.

Nivîskar bo ku bikare du dilî û şepirzebûna Gewre nîşan bide, teknîkekî ciwan bikar aniye. Her car ji pencereya girtîgehê de ku bi ser dîwana Gewre, de ye, grûpekê dibîne, behsa bûyerên dema hevdîtina wan dike. Di dawiyê de ji ber ewqas du dilî û guhertina nerînan ecêb dimîne, hêl hîl pêdikeve û dikenî, wê demê ew jî eşkere dibe û tê cezakirin.

"Di xewna min de" destpêka çîroka Kurdî ye û hem jî destpêka rexneya modern a siyasî ye li desthilatê.  Ev çîrok nivîseke herî rewşenbîrane ye ku heta niha bi zimanê Kurdî derbarê desthilatê de hatibe nivîsîn. Ji ber ku nivîskar bê çi dudilî û tirsa ji desthilatê, bi awayê herî tund desthilata Şêx Mehmûd rexne dike.

Bêguman ev bixwe di nava wan bûyeran de bûye, bandor, şiyan û kesayetiya Şêx Mehmûd dîtiye, lê bê tirs ji wan aliyan û tenê ji bo berjewendiya giştî, ji aliyekê siyaseta tund a Şêx li hember welatiyan rexne dike û  ji aliyê din têkiliyên ne siyasî û ne zanistî yên bi Îngilîz û Tirkan  re şîrove û rexne dike, herweha bikaranîna olê û pêgeha kesayetiyên olî jî eşkere dike.

Tevahiya wan tiştan, bi taybet 100 salan berî niha li Kurdistanê bingeha hêzê bûn û ew pîroz bûn. Ya rast ew di vê tekstê de rûbirûyê tevahiya wan pîroziyên siyasî, olî û civakî bûye.

Zimanê vegotina çîroka "Di xewna min de" bi berçavgirtina dema ku ew çîrok têde hatiye nivîsîn, gelek paqij, sade û dewlemend e. ji ber ku eger temaşeyî rojnameyên wê demê yên weke "Jîn" û "Jiyanewe" bikî ku ew bixwe jî berpirsê rojnameya "Jiyanewe" bû û ji aliyê xalê xwe "Pîremêrd" ve bo wî karî hatibû erkdar kirin, zimanê nivîsîna vê rojnameyê, li gorî zimanê Cemîl Saîb gelek giran e.  Cemîl Saîb di nivîsîna wan çîrokan de bi zanebûn zimanekî sade hilbijartiye û hewil daye ku li gel guhertina kesayetiyan, heta cihê ku bikare gotin û devoka taybet bi vê pêkhateyê bikar bîne. "Di Xewna Min De" tevî ku yekemîn çîroka Kurdî ye û 100 sal in hatiye nivîsîn, lê atmosfer, cih û serbihora wê, bajar û rexnekirina desthilatê ye.

KURDŞOP
661 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!