Pirtûka helbestan a Remezan Pîrosî ya ''Bûka Çarkezî'' çap bû

Şadî

Kurdshop – Remezan Pîrosî yê ji bajarê Elkê ya ser bi parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê ye û  xeyala xwe ya zaroktiyê pêk anî û pirtûka xwe ya helbestan belav kir.

Remezan Pîrosî ku bi xwe karkerê avahî saziyê ye, pirtûka wî ya helbestan  a bi navê ‘’ Bûka Çarkezî’’ ku ji tekoşîna jinên kurd bandor bûye û nivisandiye, di weşanên J&J de hat çap kirin û weşandin.

Remezan ku navê wî yê din jî Yîgît Pîrosî ye, di sala 1979an de li gundê Pîrosiya ya ser bi navçeya Elkê ya Şirnexê ji dayîk bûye. Sala 1990ê neçar ma li gundê xwe yê 600 malî koç bike.

Remezan ku li gel malbata xwe koçî Edenê dibe, weke karkerê cotkarî û çandinê kar dike.  Remezan, ku bavê 4 zarokane, debara xwe bi karkeriya avahî saziyê de derbas dike.

Remezan Pîrosî diyar kir ku demekî di navenda çandê ya Akdenîzê de bi şanoyê re mijûl bûye û di sala 2006’an de jî bi piştevanî û palderiya hevjîna xwe  ve dest bi nivîsandina helbestan kiriye û got, ‘’ Beriya ku ez helbestan binivsînim, min helbest dixwandin. Hevjîna min helbestên ku min dixwandin di eciband û hertim ji min re digot tu jî helbestan binivsîne. Li ser vê esasê min jî dest bi nivîsandina helbestan kir’’.

Remezan destnîşan kir ku wî di helbestên xwe de behsa tekoşîna jinên kurd ya li dijî neheqiya ku li wan tê kirin girtiye dest û got: ‘’ Tişta ku bû sedem ez helbastan binivsînim, zulm, zordarî û êşên me kişandî bûn. Dayîkên me hîn jî wan êşên ku dibin sedem em binivsînin dikşînin û jiyan dikin. Ji ber wê jî pêwîste em binivsînin.  Ji ber ku nivîsandinên me, ji bo nifşên paşerojê dibe bîr ango hafizeyeke dîrokî.  Ji ber vê jî herkesên ku bikaribin binivsînin, pêwîste êşên ku me kêşane binivsînin. Mînak ger gelek nivîskar û helbestvanên weke Cegerxwîn, Pîremerd, Meleya Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran karîn roja me ya îro ronî bikin, divê em jî bikarin van rojan binivsînin û bîr a dîrokî ya nifşên paşerojê ronahî bikin.’’


 

KURDŞOP
687 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!