Pirtûka nivîskar, lêkolîner û rojnamevan Rohat Alakom ya bi navê Rêya Teze ji nav weşanên Avestayê derket

Rêya Teze di dîroka rojnamegeriya kurdî de rojnameya kurdî ya yekem tê hesibandin ku bi tîpên latînî dest bi weşanê kiriye. Cara yekem rojnameke bi kurdî ji nîv sedsalî zêdetir ji aliyê dewletekê de bi awayekî profesyonel hatiye derxistin, nêzîkî 5 hezar hejmarên wê hatine weşandin.

Şêrko Janzêm

Ev xebat jî mîna xebatên Alakom yên din xebateke lêkolînî ye.

Alakom wiha bahsa vê xebatê dike:

 Rêya Teze di dîroka rojnamegeriya kurdî de rojnameya kurdî ya yekem tê hesibandin ku bi tîpên latînî dest bi weşanê kiriye. Cara yekem rojnameke bi kurdî ji nîv sedsalî zêdetir ji aliyê dewletekê de bi awayekî profesyonel hatiye derxistin, nêzîkî 5 hezar hejmarên wê hatine weşandin. Rojnama Rêya Teze (1930) û Radyoya Rewanê (1955) di sedsala 20an de wek du bircên çanda kurdî hatine hesibîn û ji bo hemû kurdan bûne nîşana kêfxweşiyê û xwebaweriyê. Çanda kurdî wek çandeke tehdîtkirî ji xwe re hêlîn û stareke piçûk li wir peyda kiriye. Rojnama Rêya Teze ku di roja 25-3-1930yî de li paytextê Ermenistanê derketiye weşana kurdî ya here temendirêj tê hesibîn. Dîroka Rêya Teze ya qasî 90 salan ji gelek qonax û deman re derbas bûye. Bi çend alfabeyan derketiye: latînî, krîlî û dîsa latînî. Bi naverok, bi kadro û bi form her guheriye, ne wek berê be jî hebûna xwe heta 2020an domandiye, navê xwe daye bihîstin. Di vê xebata xwe de Rohat Alakom hemû arşîva Rêya Teze dideyne ber me, bi dîroka rojnamê dest pê dike, naveroka wê analîz dike û piştî nêzî
sedsalekê li ser girtina wê disekine. Di dawiya kitêbê de berhevokek jî ji nivîsên rojnameyê heye.

Rohat Alakom kî ye?

Di sala 1955an de li navçeya qersê qaqizmanê li qebekomê hatîye dinê. Xwendina xwe ye pêşî û navî li qaqizmanê diqedîne. Lîseyê li qersê dixwîne di salên lîseyê de cara pêşî tê qersê. Di navbera salan 1974-1978an de li Zanîngeha Enqerê beşa Perwedehîyê kuta dike. Piştre derdikeve derveyî welêt hertim bala wî li ser dewlemendîya jîyanên pirçandî bûye.

Ji sala 1983an û vir ve li Swêdê dijî. Alakom, heta niha bi kurdî, tirkî û swêdî gelek berhemên li ser çand û dîrokê weşandîye. Pirtûkê wî bo gelek zimanên dîtir jî hatine wegerandin.

Hin pirtûkên wî ev in;

Kürdoloji Biliminin 200 Yıllık Geçmişi (Komkar, 1987)

Çağdaş Türk Edebiyatında Kürtler (Vejîn-1989, Fırat-1991, Avesta-2010)

Di Çavkaniyên Swêdî de Motîvên Kurdî (Vejîn-1991)

Unutulmuşluğun Bir Öyküsü: Said-î Kürdi (Fırat-1991)

Ziya Gökalp’in Büyük Çilesi: Kürtler (Fırat-1992)

Yaşar Kemal’in Yapıtlarında Kürt Gerçeği (Fırat-1992)

Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan (Nûdem-1994)

Li Kurdistanê Hêzeke Nû: Jinên Kurd (Apec-1995)

Bir Kürt Diplomatının Fırtınalı Yılları: Şerif Paşa (Apec-1995, Avesta-1998)

Eski İstanbul Kürtleri (Avesta-1998)

Hoybun Örgütü ve Ağrı Ayaklanması (Avesta-1998, Avesta-2011)

Svensk-kurdiska kontakter under tusen år (Apec-2000)

Arîstokratên Kurd: Torin (Apec-2003. Torin: Arîstokratên Serhedê, Avesta-2009)

Orta Anadolu Kürtleri (Apec-2003, Evrensel 2004, Evrensel-2007)

Kurdên Swêdê (Serkland-2006)

Kurderna- Fyrtio år i Sverige (Serkland-2007)

Ronahîya Dîrokê (Aran-2008)

Dünyanın En Yaşlı Adamı-Zaro Ağa (Avesta-2009)

Kars Kürtleri (Avesta-2009)

Kağızman-Kars’ın Tadı Tuzu (Kağızman Belediyesi-2012)

Komkujiya Ermenîyan -1915 (Avesta, 2015)

Xatirê Te Stockholm! Selahaddîn Rastgeldî (Apec, 2016)

Dîroka Kurdistanê di çapemeniya swêdî de (Apec, 2016)

Jinên kurd di çavkaniyên swêdî de (Apec, 2016)

KURDŞOP
823 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!