Fetah Emîrî ji vegotina reality heta afirrandina atmosfereke cadûyî

Ya ku Emîrî di nava romanên xwe de kiriye giringe û divê bala xwe bidin ser, bikaranîna zimakene resen û sade û tejî hûrgilî. Herweha bikaranîna teknîkên kilasîk ên vegotina romanên destpêkê de ber bi afirandina atmosfereke modern di romanên dawiyê de çûye. Vegotina Emîrî, di nava edebiyaya Kurdî de vegotineke resen û xwedî nirx e.

"Fetah Emîrî" romannivîsekî xwedî şiyan ê Rojhilatê Kurdistanê ye, ji kesên yekem e ku li Rojhilatê Kurdistanê bala xwe daye ser edebiyata serborî (Çîrokî-Dastan) û piştî romana "Pêşmerge" ya Rehîm Seyîf Qazî ew yekem kes e ku roman bi zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê weşandiye.

Ev nivîskar sala 1325 a roji ango 1956ê mîladî li gundê "Menîçer" yê ser bi bajarê Bokanê ji dayîk bûye. Xwendina destpêkê li Mehabadê qedandiye, di sala 50 ya rojî de ji ber çalakiyên siyasî sê salan di girtîgeha desthilata Mihemed Reza Şah de hatiye girtin.

Romanên xwe li ser bingeheke diyar û plankirî nivîsandine. Yekem romana wî ya "Haware Bere" weke dema çîrok û statûya civakê vedigere bo sedema Erbab û Reiyetan (Feodalîzm)ê di vê romanê de Emîrî bi başî behsa jiyana xelkê werzigar û xwedê pez û gundên Kurdistanê dike. Karekterên wî mînakên baş ên wan karekterane ku wê demê li Kurdistanê hebûn û hem jî keş û atmosfera romanê bi temamî atmosfera wê demê ya  Kurdistanê nîşan dide. Ji aliyekê behsa peywendiya xelkê belengaz û erbaban dike, ji aliyê din behsa jiyana çîna belengaz û tepeserkirî dike ku "Yare" mînaka berçav a wan kesan e.

Di romana duyem de ku her berdewamiya romana yekem e û navê wê "Mîrza" ye Emîrî pêngavekê pêş dikeve û li gorî jiyana ku di romana "Heware Bere" de behs kiriye, serdemeke din a jiyana xelkê nîşan dide, serdemeke ku têde xelk li hember zilm û zordariyê hişyar bûye.

Ev zilm û zordariya ku di romana Mîrza de hatiye du aliyan li xwe digre, hem xelk hêdî hêdî li hember zilma erbaban hişyar dibin û helwêstan nîşan didin ku mînaka wê bertekên xelkê ye li hember Erbab û kesên derdora wî, hem jî bi afirandina kesayetiya Mîrza ku kesekî xwendevan e, awayeke din a serhilana gelê Kurd li hember zordariya desthilata navendî nîşan dide.

Dîmenê dawiyê yê romana Mîrza ev e ku Mîrza li hespê xwe siwar dibe û berê xwe dide çiya. Li vir awayeke din a xebatê destpê dike ku ew jî xebata çekdarî ye li dijî desthilata dagîrkar, lê vê beşê bo xwendevanên romanê dihêle û ewqas behsa wê nake tenê nîşaneyeke biçûk derdixe.

Di romana xwe ya sêyem de wate "Zînde Xew" Fetah Emîrî di nava atmosfera gund de derdikeve û çîrokên xwe dibe nav bajar û behsa jiyana xelkê Kurd li bajaran dike. Lê em dikarin bêjin ev beş û ev roman jî berdewamiya heman romanên din ên Emîrî ye. Ji ber ku li vir Emîrî beşeke jiyana wî xelkê dike çîrok ku tevlî xebata siyasî bûne û çalakî kirine û ji ber wan çalakiyan û rewşa nû ya jiyanê ji aliyê dewletê ve hatine girtin û ew xistine girtîgehê. Tevî wê yekê behsa jiyana xelkê asayî di nav bajar de dike, siyaset, evîn û peywendiyên mirovan serdema jiyana nûjen a mirovê Kurd a insanê xwendevanan dide.

Piştî zînde Xew, Fetah Emîrî du romanên din ku girêdayî hevdu ne çap dike. A yekem "Gêjelûke / Bablîsok) e û ya duyem (Xewn û Xeyal). Ev du roman di rastiyê de cildên yekem û duyem ên yek romanê ne. ji ber ku karekterên di nava wan du romanan de her yek in û buyer jî dirêjahiya hev in, ango eger di romana yekem de behsa serbora hin karekteran dike, di romana duyem de jî jiyan û serbora heman karekteran e di nava jiyana wan a rojane de. Take cudahiya ku em bikarin behs bikin ew e ku karekterê sereke kesekî bi nave "Çûkel" e ku hemû buyerên her du beşên romanê li derdora jiyan û awayê têfikirîn û hizra wî digerin. Ango Çûkel senter e û hemû cîhan navendeke li dora wî.

Lê di beşa yekem de em Çûkelekî nas dikin ku nûciwan e û dibe evîndarê dotmama xwe, di xwendinê de gelek zîrek û bê mînake li cem melayê gund dixwîne û hemû bîr û hizra wê xwendina olî û evîna dotmamê ye.

Di vê navberê de nivîskar behsa peywendiyên xelkê, axayan, û têkiliyên xelkên bajarî û gundan û peywendiyên xelkê û kesayetiyên olî dike, lê dîsan sentera wan mijaran jî her Çûkel e. Her di vê beşê de dema ku kesek di hewşa mala Çûkel de tê kuştin, ew tê tohmetbarkirin bi kuştina wî kesî û dikeve girtîgehê û berdewamiya çîrokê, serborên Çûkel ên li girtîgehê ne heta wê dema ku piştî çend salan tê azad kirin.

Beşa duyem an jî romana duyem wate "Xewn û Xeyal" her berdewamiya serborên Çûkel e ji wê dema ku ji girtîgehê hatiye azad kirin û behsa evîndariya wî û meçêtirekê bi navê "Îsmeralda" dike. Di vê beşê de jî tevî ku bi sedan çîrokên din ên biçûk hene, weke serborên di nava serboran de ev roman bûyeran vedigêre, bi awayekê ku behsa hemû wan serboran bo Çûkel hatiye kirin, an jî beşek in ji jiyana wî.

Fetah Emîrî ew du roman weke diyarî û bîranên xwe yên herî dawiyê dane pirtûkxaneya Kurdî , mixabin niha tûşî nexweşiyeke giran (kujer) bûye.

Ya ku Emîrî di nava romanên xwe de kiriye giringe û dive bala xwe bidin ser, bikaranîna zimakene resen û sade û tejî hûrgilî. Herweha bikaranîna teknîkên kilasîk ên vegotina romanên destpêkê de ber bi afirandina atmosfereke modern di romanên dawiyê de çûye. Vegotina Emîrî, di nava edebiyaya Kurdî de vegotineke resen û xwedî nirx e.

KURDŞOP
675 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!