Ji weşanên Peywendê du pirtûken nû yên Helîm Yûsiv derketin

Ji weşanên Peywendê du pirtûken nû yên Helîm Yûsivî derketin. Agirê Ku Bi Mala Me Ketîye, ev pirtûk ji nivîs û gotarên Helîm Yûsiv pêk tê.

Şêrko Janzêm

Kurdshop – Ji weşanên Peywendê du pirtûken nû yên Helîm Yûsivî derketin. Agirê Ku Bi Mala Me Ketîye, ev pirtûk ji nivîs û gotarên Helîm Yûsiv pêk tê.

“Agirê ku bi mala me ketiye mijara ku ev pirtûk behsa wî dike, agirê bişaftinê, yê asîmîlasyonê ye. Helîm Yûsiv xwe dide ber siya vî agirê ku roj bi roj gurtir dibe û dinîvisîne. Bi van gotar, helwest, nivîs, nirxandin û gernameyên xwe rewşa nivîskarî, weşangerî, werger, rexne, siyaset û çand, wisa jî têkiliya wêjeyê û civakê bi mînak û serpêhatiyan li ber çavan radixîne. Herweha gereke ber bi destnîşankirina wêneyê wêjeya kurdî di dîmenê giştî yê wêjeya cîhanê de ye. Ji bilî gelek agahiyên di derbarê çalakî, kesayet, pirtûk û bûyerên van bîst û pênc salên dawiyê de. Ev pirtûk di qadên wêjeya kurdî ya vê serdema me de rêwîtiyeke wisa ye ku, her kesê têkildar merema dilê xwe tê de dibîne. Ji ber ku zimanekî şayîk û naverokeke zelal hatine cem hev, her xwendevan dikare bibe hevparê vê rêwîtiya cihêreng.”

Pirtûka duyem; Ez Lawê Duhezar û Şeşsed Sal Ji Tozê Me, ev pirtûk ji 40 hevpeyvînên ku di dem û dîrokên cuda de bi Helîm Yûsiv re hatine kirin pêk tê.

“Ev pirtûk ji 40 hevpeyvînên ku bi Helîm Yûsiv re hatine kirin pêk tê. Di van hevpeyvînên di sîh salên nivîskariya wî de pê re hatine kirin, mirov li nirxandinên berfireh li ser giringtirîn bûyer û rûdanên wêjeyî û siyasî û civakî yên qada çandî ya kurdan rast tê. Bi çavên nivîskarekî ku hem bi berhemên xwe û hem bi beşdariya xwe ya takekesane di qada çanda kurdî de çalak bû, xwendevanên vê pirtûkê dikarin di derbarê dîmenê giştî yê wêjeya kurdî de bibin xwedî agahiyên giring. Herwisa dikarin hemû hûrgiliyan di derbarê jiyana Helîm Yûsiv û berhemên wî û dîtin û nirxandinên wî yên cihê de nas bikin.

40 Hevpeyvîn, hewildanên vekirina 40 derî û bi sedên pencereyan li ber wêjeya kurdî ye, ev wêjeya ku di nav dîwarên qedexekirin û zordarî û qirkirinê de asê maye.”

KURDŞOP
842 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!