Şêrko JANZÊM
Berawirdkirinek ji hela peyam û têgihiştina dîasporayê ve romana ‘’Santîago De Compastella’’ ya Ferhad Pîrbal û Parîsabad’’ a Fewaz Husên
Kurdshop - Dîaspora, ew cih e ku kesên ji ber sedemên cûrbicûr ji welatê xwe hatibin derxistin û mecbûr mane ku demeke dirêj li derveyî welatê xwe bijîn. Kesên ku li dîasporê dijîn ji gelek komên cûda pêk tên. Ev kes bi karên sîyasî, çandî, hunerî, edebî û hwd. ve mijûl bûne.
Heger ku em behsa edebîyata dîasporayê bikin. Edebîyata dîaspora, ew edebîyat e ku ji hêla ew kesên ji welat dûr in û hesreta xwe ya welat bi nivîsînê aş dikin ve tê nivîsîn e. Em dikarin bi kurtasî behsa çend taybetmendîyên edebîyata dîasporayê bikin, di berhemên edebîyata dîasporayê de piranî temaya vegera welêt derdikeve pêşîya me, karakterên vê edebiyatê bi giştî ji ber ji dûrketina welêt û adaptasyona welatekî nû ji hêla psîkolojîk ve di nav nakokî û tevlihevîyekê de ne. Ji ber ku xwe ne aîdî welatê xwe ne aidî welatê ku lê dijîn hîs nakin, bi ti awayî tatmîn nabin û di nav valahiyekê de ne tim.
Em ê di vê çarçoveyê de berawirkirina romana Santîago de Compastellaya Ferhad Pîrbal û Parîsabada Fewaz Husên bikin. Di her du romanan de têgihiştana dîaspora û jiyana dîasporayê di hin xalan de ji hev cûda ne, di romana Parîsabadê de temaya dîasporayê di êşên şexsî de hatiye vegotin û navend Parîsê yanî ji Parîsê li welat nerîye. Ji devê kesê yekem ve hatîye vegotin. Karakterê me Îsa bi bihîstina mirina bavê xwe yekcarî ji ew civaka ku xwe aidî wê nedidît dûr dikeve, lê hin caran dema ku diçe taxa Faubaurg Saînt- Denîseyê ji ber ku wir taxa penaberan e li wê taxê hinekî aram dibe. Wek wendayekî ku çav li dost û merivên xwe bikeve kêfxweş dibe. Tim wek ku li ew welatê xerîb bi bavê xwe re dijî tevdigere û rewşa wî digihêje asta travmayê.
Lê di romana Santîago de Compastellaya Ferhad Pirbal de têgihiştina dîasporayê bi temaya vegerê derdikeve pêş me. Ji çûna Parîsê ber bi Santîagoyê ve bi metafora rê ev daxwaza vegerê ya ji bo welat derdikeve pêş. Ji ber ku Santîago ji hêla erdnigarî ve di navbera Rojhilat û Rojava de ye, li Îspanyayê. Çûna bi rêya wir ve wek vegera welat tê dîtîn. Di romanê de du fikrên li dijî hev der barê jiyana dîasoorayê hene; Behçet Welî û Nerîman temsîlkarê jiyana li dîasporayê ne û welat li ber çavê wan mîna gundekî, çirayeke mezin e. Lê karakterê me Dara li dijî vê fikrê ye û dibêje min tevî zibilxane û çopan jî bêrîya welat kirîye.
Di her du romanan de karakterên sereke Dara û Îsa ji Ewrupîyan nefret dikin û xwe aîdî wî miletî û wî welatî nabînin. Ev yek dike ku her du karakterên me di nava qelebalixîya welatên Ewrupayê de xwe tikîtenê hîs bikin. Her vegera welat di bîra wan de ye. Dîsa di her du karakteran de jî ji hêla psîkolojîk ve pirsgrêk hene. Dara ji ber ku şêwekar e pêwendiyên wî bi gelên cûda re zêdetir heye û bi sohbetên wî yên bi Ewrupiyan re biçûkxistin biçûkdîtînek heye. Îsa jî tirseke wî li hember polîsan heye ji ber îslamofobîya Ewrûpîyan her tim xwe wek sûcdarekî ango tewanbarekî dibîne. Ev tiştana hesta wan ya xerîbî û xwevekişandina ji wê civakê girantir dike û pirtir dikevin psîkolojiya tenêtiyê ya penaberiyê.
Berîya ku werin Ewrûpayê bibînin Ewrûpa wek xewn û xeyalekê bû ji bo wan. Di romana Parîsabadê de ev tiştî di metafora “hinarê” de derdikeve pêş me, Îsa ji bo ku bavê wî ji hinaran hezdikir ji xwe re hinaran distîne lê gava ku tê malê lê dinere ku hinar xerabe ye. Em dikarin vî tiştî bi xeyala Îsa ya çûna Ewrûpayê ve girêbidin çunkî dema ku meriv ji derve de lê dinere Ewrûpa wek cihekî pir xweş dixuye lê dema ku meriv dikeve nav jiyana wê ya rasteqîn tu dibînî ku pûç û vala ye. Di romana Santîago de Compestellayê de jî ev xeyal bi metafora xweşikbûna jinekê de derdikeve pêş me ku di hişê Dara de xeyala Venusê heye ku bi hev re bizewicin û ew xwe bigihîne wê xweşikbûnê. Lê dema ku Dara diçe ew navnîşana ku Venusê daye wî dibîne ku jinek pîr û falbaz li wir e. Nivîskar kirêtiya Ewrûpayê ya rasteqîn wek pîreke falbaz dide nîşandan. Ev rexneyek li hezkirina derketina ji welat e.
Ji her du karakterên me Îsa dema ku piştî mirina bavê xwe bi eşq û hezkirina welat vedigere Amûdê û diçe gundê xwe lê li wir jî ew tişta ku xeyal dike nabîne û toz û gemara gund wî difetisîne. Îsa xwe aîdî wî welatî jî nabîne û di navbera her du welatan de di valahiyekê de dijî. Xwe ne wek Ewrûpîyekî hîs dike û ne jî wek niştecihekî Kurdîstanê nabîne.
Dara jî her di rê de ye û ber bi welat ve diçe lê nagihêje welatê xwe û her tim bi hesreta welatê xwe dîjî.