Şêrko JANZÊM
Kurdshop - Kitêba salê pêncemîn pirtûka Hesenê Metê ya çîrokan e ji 13 pirtûkan pêk tê. Ez ê li ser hemî çîrokan nesekinim, tenê ez ê behsa çîrokên ku tesir li ser min kirine û kêfa min ji wan re hatiye bikim û bi çend gotinan şîroveyên xwe bi we re parve bikim.
Dema ku em bi giştî nirxandinekê li ser pirtûkê bibêjin em dikarin bibêjin ku temaya gelek çîrkokan jê hesret, berîkirin û dûrbûna ji welêt e. Helbet ev tema çêja xwe ji temayên edebiyata dîasporayê digire ku Hesenê Metê jî yek ji nivîskarên dîasporayê ye û her wiha ev pirtûk jî di bin banê edebiyata dîasporayê de ye.
Hin çîrok bi suprîzan diqedin ku ev suprîz xwîneran matmayî dihêle lê carinan jî dile xwîneran ji meraqê dike qirçeqirç lê çîrok di wir de diqede. Ev yek ji rêbazên çîrokên postmodern in.
Di hin çîrokan de têkîlîyên jin û mêran ên qels hebûn, heta mirov dikare bibêje ku karekterên jin pir qels bûn û di bin sîya mêran de mabûn. Her wiha pevçûnên têkilîyên jin û meran hatiye vegotin di hin çîrokan de ku ev pirsgrêka jiyana modern e. Ji bilî şerê di navbera jin û mêrên modern de şerê nivîskar ê bi Xwedê re jî heye ku ev êdî bûye klasîkek çîrokên Hesenê Metê. Em dikarin vê rewşê wilo şîrove bikin; ji ber ku nivîskarên gelên bindest bi serdestên xwe nikarin yan jî dile wan li serdestên wan hênik nabe vê carî jî bere xwe didin Xwedê û bi wî re şer dikin.
Zimanê pirtûkê bi tevahî serkeftî ye, ziman standart e lê di hin beşan de (serpêhatîya Merwanê Îsê) zimanê devokî hatiye bikaranîn, lê bi gelemperî zimanê Hesenê Metê yê klasik e. Dema ku em bi giştî berawirkirinekê bi berhemên nivîskar ên berî niha re bikin em dikarin bibêjin ku ji bilî çend çîrokan ên din qels in û ne wek çîrok û romanên Hesenê Metê xurt in, hin çîrok xav mane. Niha em ê behsa çend çîrokên neqandî ên ji pirtûka Kitêba Salê bikin û çend şîroveyan der barê van çîrokan de bikin.
KİTÊBA SALÊ
Ev çîrok, çîroka çîrokê ye, bi gotineke din çirok di hundurê çirokekê de ye. Destpêk ji zemanekî ye, çîroka çîrokê ji zemanekî din e. Lê bêyî ku em pê bihesin bê em çawa ji zemanekî ber bi zemanekî din ve diçin her du çîrok bi hosteyî bi hev hatine honandin ku di bêhnekê de tê xwendin.
Çiroka eslî li welatekî diqewime ku meriv fêm dike bê ev welat ne Kurdistan e. Li vî welatî komaleya bi navê Xê heye ku amadekarîya xelat dayîneke edebî dike. Ji komaleyê yek telefonî nivîskarê ku wê îsal xelatê bigire dike. Bi kurtasî destpêk ev e. Lê çîroka di nava çîrokê de rewşa welêt a berî bi 16 salan vedibêje ku ev çîrok bahsa trajedîya DAIŞê dike bê çawa digirin ser herêma Çîyayê Kurmênc û bavê karekterê me Merwanê Îsê li ber çavê wî û meta wî ya bi çavekî dikujin. Merwanê Îsê û meta xwe neçar dimînin ku derbasi serxetê bibin û di wargeheke penaberan ya li Dîlokê bimînin û li wargehê Merwanê Îsê dest bi parsê dike.
‘Dem li xwe zîvirî û êdî fêrî parsê jî bûm, dikanim bejim êdî kêfa min ji parsê re dihat… nemaze dema ku jin û mêrên mezin destekî xwe dikirin bêrîka xwe û deste din jî li ser serê min dipelandin. Lewra min germîya destên dê û bavekî jî ji wan destan hîs dikir.’ (R.21)
Bi van gotinan em hest bi dilê zarokekî ê pak dikin ku hayê wî ji derdê wî tune ye. Zarokekî ku bavê wî li ber çavê wî tê kuştin û li kolanên bajerekî biyanî parsê dike, neçarî û rastîya jiyanê ye ew. Tiştê ku bala min kişand ev e ku li gel vê trajedîyê em şopên trawmatîk û derûnîyeke xerabe di karekterê xwe yê zarok de nabînin. Jiyaneke feqîrî, xerîbî û penaberîyê dijî. Tişta seyr ew e ku rojekê li mala dengbêjan zilamekî navsere pirtûkekê û hinek pereyê Îngîlîzan didê. Merwanê Îsê ji ber ku xwendinê nizane û ji bo zarokekî parsek tu wateya pirtûkekê tune ye ew jî wê pirtûkê difroşe. Lê ew pirtûkê qet dev ji Merwanê Îsê berneda.
Pişti demekê Merwanê Îsê dewlemend dibe û dibe sponsorê komaleya Xê yê ji bo xelat dayînê û navê xelatê dike Xelata Meta Min. Pirtûka xelata îsal digire pirtûka Şopên Pezkûvîyan e. Dema xwendina çîroka Merwanê Îsê de em rastî suprîzekê tên. Kesê ku xelatê digire û ew kesê ku pirtûk dabû Merwanê Îsê yek in lê nabeje ku ew e. Wê efsûna çirokê xera nake…
Ziman û honaka çirokê pir baş bû, vegotina nivîskar gelekî serkeftî ye. Di hin cîyan de devoka berfiratê hatîye bikaranîn lê bi gelemperî zimanekî standart hatîye bikaranîn.
KOÇAN
Ev çîrok jî mîna çiroka berî xwe ji du çîrokan pêk tê. Di destpêka çîrokê dîmeneke romantik heye lê bi deng û dîmenê di tv yê re ew atmosfera romantik vediguhere trawma û trajedîyeke civakî û bi israra hevalê Şeymayê, Şeyma diçe berî bi sî û sê salan û bahsa ew rojên xwe yên ewilîn ê dibistanê dike. Şeyma bi zora dapîra xwe diçe dibistanê û hetta ku vedigere malê bi kesî re naaxive û digirî piştî roja yekem mamosteya wê pê re mijûl dibe ji bo ku adapteyi mektebe bibe. Mamosteya wê jê hez dike û jê re dibêje qîza min her ku mamosteya Şeymayê wê himbêz dike bêhneke xweş dikeve pozê Şeymayê û her ku diçe Şeyma li mamosteya xwe germ dibe û hinî dibistanê dibe. Heta rojekê ku mamosteya wê ji xwendekaran pirsî bê ji bilî Tirkî bi kîjan zimanî dizanin û ji xwendekaran xwest ku herkes bi zimanê xwe jê re tistekî bejin, her yekî/ê bi zimankî; almanî îngîlîzî, fransizî û holandî tişt gotin Şeymayê jî ji mamosteya xwe re got ez jî bi zimanekî dizanim û ji mamosteya xwe re got; ez ji te hez dikim. Mamosteyê pirsî bê kîjan ziman e. Dema Şeymayê got Kurmancî mamosteyê bertek nişan da û got zimanekî wilo tune ye…
Dîmenê ku niha li miqabilî Şeymayê di tvyê de dîmenê serokwezîre Kurdistanê û yê Tirkîyê ye û li ser maseya wan ala Kurdistanê û ya Tirkîyê li kêleka hev in. Ev dimen kêfxweşîyekê bi Şeymayê re çedike û wek serkeftineke wê be kêfa wê tê. Meraq dike gelo mamosteya wê sax e û wî dimenî dibine. Ku mamosteya wê ev dîmen bidîtana wê şeymayê heyfa xwe jê hilanîya wê ew birîna wê ya ev sî û sê sal in qalik negirtîye, trawmaya wê ya di wî emre biçûk de ku hê navê netew û miletê xwe nizanîbû û welatê wê tenê gundê wê Koçan bû. Lê Şeyma di wî emrî de li nijadperestîya mamosteya xwe rast hatibû. Nivîskar di vê çîrokê de serdest bi bêhnên xweş nîşan daye, lê hiş û fikren wan qirêj nişan daye. Mînak mamosteyeke xweşik û behn xweş e. Lê fîkr û mejî ne wilo ye. Bi vê yeke hem dile xwe û hem jî dilê karektera xwe rehet kirîye.
NEKENE ABLA
Çîroka bi hev şabûneke ecemî ye. Kelecan, maç û ramûsanên cara pêşî ye. Di vê çîrokê de karektera ku bi kurekî ecemî re li cîyekî xewle hevûdû ber bi deryaya şabûnê dahf dane û vê yeke ji jineke din re dibêje lê her carê dibêje Nekene Abla bi vê dubare kirinê re nahêlê ku xwîner xwe bera nava kelecana çîrokê bide. Em ji peyva Nekene Abla dikarin vê yeke fêm bikin ku fedîya wê ya li miqabilî kirina wê ye û kenê abla jî ji ber bêbersiv û şîroveya wê ye.
ENKEBÛT
Ve çîrokê navê xwe ji sureya “elAnkebût”ê girtîye ku tê de bahsa kerametên pêxemberan dike. Karekterê me piştî 39 salan diçe gundê xwe, dibine ku gund hatîye guhertin tiştekî weke berê nemaye mala ku lê ji dayik bûye jî piştî mirina dê û bavê wî hilweşîyaye. Lê mizgefta gund ji berê bêtir kesk bûye. Karekterê me diçe mala xwuşka xwe piştî sohbeteke tijî hesret mêrê xwuşka wî tê, Hecî Muxtar karekterê me, Hecî Muxtar wiha teswîr dike; ‘… anuha çîpên wî zirav, zikê wî mezin û sere wî biçûk bûye…’ (R59) di ve taswîrê de û di berdewama çîrokê de em têdigihêjin bê ji bo çi Hecî Muxtar wilo hatîye taswîr kirin biçûkbûna serî nîşana bê fikrbûnê ye.
Hecî Muxtar bûye yekî oldar û ketîye nava Teşkîlata Ometa Îslamê, ku em dibînin ku ev teşkîlat li ser navê olê tevdigere mîna gelek tarîqat û komên roja me ne lê balkêş e ku berpirsê vê teşkîlatê û meleyê gund Mele Sefer e. Mele Sefer di zaroktîya xwe de çêlikên çukan ji hêlînên wan derdixist, dibir ber dikana Hîçoyê Ermen û jê re digot tu du loq şekir û benîştekî nede min ez ê wan birûçikînim.
Di nava sohbete de karekterê me ji Hecî Muxtar re dibêje ku Nebî Nûh nehsed û pêncî salî jîyaye û vê referansa xwe ji tewratê dide dema Hecî Muxtar nave tewratê dibîhîze xwe aciz dike û dibêje bawerîya xwe bi wan kafiran neyne. Bi van gotinan em têdigihêjin ev kesên qaşo oldar in hayê wan ji kitêb û kelamên Xwedê tune ne. Nivîskar di paragrafa dawî de gelek tiştan vedibêje ka em li gotinên wî binerin; ‘– Hecî Muxtarê delal, bi Xwedê nakeve sere min jî ku însanek ewqas salan bijî, lê di Qurana pîroz de jî wusa dibêje… gotin bi gotin dibêje: “weleqet erselna nûhen îlla qewmihî telebîse fihîm elfe seneten îlla xemsîne amen.” Lê ku te bivê tu dikanî ji Mele Sefer jî bipirse… Mele Sefer î ku ji bo du loq şeker û benîştekî li pêş dikana Hîçoyê ermen çêlikên çûçikan bi saxî dirûçikand.’ (R.62-63)
KELAM-Î YEZDAN
Ev çîrok jî mîna çîroka Enkebut li ser cehalet nezanînê hatîye nivîsîn di ve çîrokê de jî dîsa referans ji tewratê ye û vê carê kesên serdest hayê wan ji wê kelama Xwedê û pexemberên wî tune ne. Karekterê me yekî nivîskar e û ji ber ku di pirtûkek xwe de ayetek ji tewratê nivîsîye tê girtin û çavê wî tê daxdan. Ev çîrok hesteke dîrokî dide xwînerên xwe dibe ku ji ber çureya îşkenceya wê be yan jî ji ber meseleyeke bi vî rengî ku di demên modern de nayên dîtin e. Tiştê ku çîrokê diguherîne rengekî din lê bar dike di dawî yê de hemî tişt xewn derdikeve.
Bi gelmperî çîrok xweş bû, xwe dida xwendin û kelecanek bi xwîner re çêdikir. Lê dîalogên di navbera kesê pozxetimî û kesê girtî de qels bûn ji ber kesekî girtî û çavê wî hatibe derxistin çawa dibe ku qet kelecanekê nade xwîner wek ku tiştek nebûbe tevdigere û mirov daxilî dîalogên wan nabin.
DIRÛVÊ DÊYA MIN
Ev çîrok jî mîna gelek çîrokên di vê pirtûke de ji du çîrokan pêk te, çîrok di nava çîrokê de ye. Çîrokeke bîranînî ye û tijî hesret e. Hem hesreta welat heye û hem jî ya dayîkê heye. Karekterê me diçe welêt û jineke ku dişibe dîya xwe dibine û ji ber ku dişibe dîya wî kereng û tûzikê jê dikire. Ew rewşa şibandinê di jiyana rojane de pir tê sere mirov, lê şibandina dayîkê hebekî cuda ye mirov bi hêsanî nikare kesekê bişibîne dîya xwe. Lê ji ber ku karekterê me demek dirêj dîya xwe nedîtîye ev rewş hebekî normal dibe.
KÛPO
Di ser şerê du zarokan de rewşeke civakî radixe ber çavên me. Meseleya bêîradebûnê heye ku dema îradeya mirov di deste hinekan de be tu çiqasî bi hêz û xurt be jî kêrî tistekî nayê. Kûpo zarokekî girs e lê zorokekî zeîf dikare lê bixe ta ku bavê wî destûra wî dide ji bo ku ew jî li lawik xe. Di dawîyê de nivîskar wiha dibêje: ‘Ez lê hizirîm bê çi tiştekî xerab e ku destûra meriv, hêz û qudreta meriv di deste hinekan de be… welew ku ew dest deste bavê meriv be jî. Yekî ku bizane hêza wî di deste yekî din de ye, dibe teres û ne tiştekî din!’ (R.90)