Şêrko Janzêm
Kurdshop - Spîroj romana sêyem ya Nûdem Hezex e. Hezex ji bilî romanê helbest jî nivîsîye. Pirtûka wî ya bi navê Xizêmok bi terzeke cuda hatîye nivîsîn ku navê helbest çîrok lê hatîye kirin.
Romana Spîroj, bi şayesandinê dest pê dike, şayesandineke ewqasî nerm û nostaljike ku xwîner xwe li ber pencere dibine û li barîna berfê temaşe dike. Roman bi vê hevoka ku gelek caran tê dûbarekirin dest pê dike; “Çil şev û çil rojan bê navber barî” ew hevok bi heman peyvan lê bi şêweyên cuda hatiye dûbare kirin. Ev lîstika gotinan di gelek cîyên romanê de derbas dibe. Nivîskar bi vê terzê rengekî xweş daye vegotina xwe. Me gotibû roman bi şayesandinê dest pê dike û wilo dewam dike di romanê de gelek şayesandin hene. Lê li hin cîyan nivîskar wek ku şayesandina xwe nîvco dihêle û derbasî rewşeke din dibe, wek ku eceleya wî hebe hema xwe davêje mijareke din. Ev rewş di tevahîya pirtûkê de balê dikêşe û beloq e. Di hin cîyan de mijara du bendan jî du mijarên gelekî ji hev cûda ne.
Roman ji çîrokekê pêk nayê gelek çîrok hene di romanê de lê berê her çîrokê li karekterên sereke Te, Noqte, Qewtas (ev her sê navên karekterên me yên sereke ne) e. Karekterê me carinan rasterast di nava çîrokan de ye carinan jî ne di nava çîrokan de ye. Rewşa karekter çarinan dibe rewşeke derûnî ku karekterê me dikeve rewşeke şîzofrenîk lê carinan jî mirovekî ji rêzê ye. Lê heke mirov beşa yekem bi baldarî bixwîne mîrov têdigihêje ku destpêka bûyerên şîzofrenîk li wir dest pê dike, ji ber dema Te diçe dukana Asaf û li wir tiştek tê sere wî; “avzer bi serê te de hatibûn, gava te çend çirkan li bîbikên çavên wî mêzandibû û di wê gavê de tiştekî hişk li stûyê te ketibû, reng tev bûbûn rengek li hundirê dikanê û ji wir jî hatibû, ketibû hinavê te.” (R.36) Di dawîya romanê de Te ji birayê xwe rewşa Asaf dipirse û ew jî vê bersivê dide; “Na, ji wê roja hûn li dikana wî girtin ve ti xeber jê nehatin. Hê jî dibêjin ew kuştine û avêtine derekê…” (R.136) em ji vir tê derdixin ku tiştên qewimîne hemî xeyal in û tiştên ku Te ji Ezê re gotine yanî bûyerên ku di romanê de diqewimin hemî xeyalên karekterê me yê sereke ne.
Karekterê me, Te kesekî ji salên dibistana lîseyê (amadeyi) de di nav rexistinên sîyasî yên berî salên 80î de ye. Di ser wî re nivîskar rewşên wê deme yên bajarê Mindîyê vedibêje û dîsa di ser karekter re rexneyan li civakê dike. “Na, na, ji bo vî gelê bênamûs ez tiştekî nakim êdî. Di sûka mindîyê de, ka yekî ji wan deng derxist? Weke pisîkan li ser dûva xwe rûniştine. Li êşkencexaneyan qêrînên ciwanên xwe nabihîzin, diçine qahwexayan vîdyoyên seksê yên Zerrînê û Arzûyê temaşe dikin…” (R.98) nivîskar dema bahsa bûyerên bi vî rengî dike mudaxaleyî karekter dike.
Roman mîna panaromayeke Kurdistanê ye, di romanê de bahsa gelek bûyeran tê kirin. Ji fraksîyonên berî salên 80î bigire heta bi faîlên nedîyar, salên cuntaya eskerî ya li Tirkîyê, meseleya, kêmîneyên (ermen û suryan) li Kurdistanê, rewşa civakê ya sosyo-ekonomîk, rewşa jinên bêdilê xwe hatine zewicandin hatîye vegotin. Lê li hin cîyan wek ku nivîskar xwe mecbûr hîskirîye van mijarana hemî vebêje. Lê dîsa dema mirov li dîmenê giştî yê romanê dinêre rengekî wê erdnîgarîyê radixe ber xwîneran. Ji bilî van bûyer û rewşan bahsa hin çîrokên mitolojik jî tê kirin. Di gelek cîyan de ji romana Gorkî ya bi navê Dayîkê referans tê dayîn. Her wiha bahsa romana Yaşar Kemal ya bi navê Mihemedê Zirav û bahsa fîlmê Yilmaz Guney ê bi navê Kerî jî te kirin ku em dizanin ev herdu roman û fîlmên Yilmaz Guney di wan salan de di nav ciwanên şoreşger de populer bûn.
Bi tevahî roman li ser hîmê dualîzmê hatîye nivîsîn; reş û spî, baş û xerab, şev û roj di navbera van dijalîyan de hertim şerek heye û ti alî bi ser nakeve ji serî hata bi dawî roman û atmosfera wê cûn dimîne jixwe ev jî rewşa civakê bi xwe ye.
Zimanê romanê, bi gelemperî zimanekî devokî ye. Nivîskar li gelek cîyan peyvên çêkirî bi kar anîye. Heta li hin cîyan peyv ne di wateya xwe ya ku tê zanîn de hatîye bikaranîn. “rihê te jî di bin tîrêjên tavê de hatibû qewirandin.” (R.63) di vê hevokê de ji dêvla qemirandinê ‘qewirandin’ hatîya bikaranîn. “Piştî vê rojê tu zaf hatibûyî veguhestin.” (R.96) dîsa di vê hevokê de ji dêvla guhertinê ‘veguhestin’ hatîye bikaranîn. Ev herdu mînakên ber bi çav bûn ji bilî vana li hin cîyên din jî peyvên bi vî rengî hene. Dibe ku ez van peyvan xelet dibinin lê hinek derkevin tiştên din bibêjin. Lê li gor zimanê standard yê roja me wateya van peyvan ne wek ku nivîskar bi kar anîye. Ji bilî van xeletîyan di gelek cîyan de xeletîyên ergatîvîyê jî hebûn. Ez ê wan xeletîyan yek bi yek nedim ji ber ku zêde bûn. Lê mirov nikare bêje ew xeletîyên nivîskar in, dibe ku nivîskar bi rêzimanê nizanibe û ne mecbûre ku bi rêzimanê zanibe jî lê edîtorê weşanxaneyê mecbûre ku bi rêzimanê û rastnivîsê zanibe.Ev berhem jî yek ji wan berhemên ku ji ber hin xeletîyên rêzimanê bi zorê tê xwendin bû. Lê mijar û naveroka wê zora rastnivîsînê dibe û xwe dide xwendin.