Kurdshop - Em hemû Şêrzad Hesen wek nivîskar dinasîn. Nivîskarek ku bi wergerandinê hat nav qada nivîsîna kurdî. Wî hinek berhemên baş yên nivîskarên biyanî ji înglîzî wergerandiye kurdî. Şêrzad Hesen bi xebata xwe kariye nifşa nû ya xwîner û nivîskarên kurd li gel edebiyata gelên din bide nasîn. Wî destpêkê girîngiyek zêde dida wergerandina şanoyên biyanî û paşê di warên çîrok û helbestan de jî çend berhem wergerand kurdî û di warê romanan de jî romanên navdar yên wek “Jiyan li cihekî din” ya Mîlan Kondêra wergerand kurdî. Pirtûkên ku Şerzad Hesen wergerandî, ev in:
Qelereş û Zengekan: Bijarek ji helbestên biyanî
Gence Azakey Ser Colaneke: Komek çîrokên biyanî
Şanoya “Perr Be Ser” ya nivîskar Naslîn Husurn
Şanoya “Mara Sat” ya Pîter Vays
Şanoya “Firîşteyek Le Babil Dadebezêt” ya Frîdrîş Dêrnmat
Şanoya “Mergesatî Şa Lîr” ya Wîliyam Şêkspîyêr
Şanoya yek perdeyî ya “Kislînî Huliyan, yan Pîrejina Hejar”, Wîliyem Betler Bîts
Şanoya “Gundekanî Berew Mang Heldekşin” ya Ferhan Bilbil, ji erebî kiriye kurdî
Şanoya “Be Tûrreyî Awrrêk Le Rabirdû Biderewe” ya Con Ozborn
“Jiyan wa le şiwênêkî dike” ya Mîlan Kondêra
“Ramyarî” ya Kênt Mênuk
Şerzad Hesen bi belavkirina çîrokên xwe ji “Gulî Reş” heta “Gerrekî Dahollekan”, wek çîroknivîsekî jêhatî û cuda di zimanê kurdî de xwe nîşan da. Şêwaza nivîsîna Şêrzad Hesen û karakterên ku ew bo çîrokên xwe hildibijêre, wî ji nivîskarên din yên romanên kurdî cuda dike. Ewa ku di çîrokên Şêrzad Hesen de gelekî tê dîtin, atmosfera civaka kurdî û bingeha malbatê û têgehîştina mirovê kurd ji wê atmosfer û bingehê ye. Ew bandora deshilata siyasî jî li ser mirov û malbat û civakê, di çîrokên xwe de bi baştirîn şêwaz tîne ziman. Girîngtirîn berhemên Şêrzad Hesen di warê çîrokê de ev in:
Yadigarekanî Qelerreşêk
Firmêskekanî Kukuxtî
Tenyayî
Gulî Reş
Gerrekî Dahollekan
Beşek ji çîrokên wî jî ev in:
Pîrepepûlekanî Êwaran, Gunahî Spî, Min û Qale û Segekey Bavlov, Rengalle, Zelkaw, Gemey Gorrînewe Qerewêllekan, Kûdetay Kerwêşkekan, Mallêk le Aw, Marlîn, Tabloyekî Natewaw.
Lê tevî van, Şêrzad Hesen tenê xwe bi nivîsandina kurte çîrokan ve sînodar nekir û berê xwe da qadeke din ya nivîsînê, ew jî nivîsîna romanê bû. Wî çendîn romanên hêja di edebiyata kurdî de afirandiye. Romanên wek “Temî Ser Xerend” û “Jinêk Be Ser Minarewe” û “Pêdeştî Karmamize Kujrawekan”, ji wan berhemên bihêz in ku mirov dikare behsa wan bike. Roman jî li ba Hesen Şêrzad, pencereyek e bo nîşandana şiyanên nivîskarekî dahêner, her wiha atmosferek e bo vegotna derûn û serpêhatî û zanîn û nezanîn û problemên mirovê kurd. Bo mînak, di romana “Pêdeştî Karmamize Kujrawekan” de, tevahiya wan aliyan bihev re biriye pêş. Ev roman, jîrane û dahênerane ye, ji ber ku nivîskar bo cara yekem ji zimanê beyt û kilaman, bo vegotina romanê sûd wergirtiye, bêyî ku behsa dîroka wê bike û bikeve dava vegotinên din. Ji aliyekî din, ew atmosfera ku jin û keçên kurd bi evîn û asteng û jiyan û man û nemanê ve tam dike, vedibêje. Di warê roman de Şêrzad Hesen, ev berhemên bêhempa pêşkêşî xwendevanên kurd û pirtûkxaneya kurdî kiriye:
Duwa Şewî Dabezînî Îsa
Jinêk Be Ser Minarewe
Pêdeştî Karmamize Kujrawekan
Temî Ser Xerend
Hesar û Segekanî Bawkim
Xewnî Callcallokekan
Jinêkî Mingin
Şerzad Hesen di vî warî de jî sînodar namîne û bi nivîsandina hlebestan beşdarî proseya nivîsînê bûye. Dawî helbesta wî, “Darşeqekanî Nîştiman” e. Berî niha jî du berhemên “Ballekanî Firîşte” û “Dû Jin û Dû Piyaw”, her di wê atmosferê de afirandibû.
Lê Şêrzad Hesen, ji bilî wê yekê ku nivîskarekî cidî bûye. Ev cidîbûn bi taybet di romana “Hesar û Segekanî Bawkim” de baş tê dîtin. Aliyekî din yê kesayetî û nivîsîna Şêrzad Hesen, rewşengerbûna wî ye. Nivîskarên welatên Rojhilata Navîn bi taybet yên kurd, dema hinekî navdar bûn, yekser xwe ji hemû bizav û tevger û pirsên civakî didizin û dibin kesekî tirsonek û xweparêz. Lê Şêrzad Hesen ne tenê dûr neketiye, belkû li hember pirsên civakî û siyasî xwedan helwest bûye, dibe hinek caran helwestên wî bi dilê beşek ji civakê jî nebe. Wek mînak, mirov dikare helwesta wî li ser pirsa nîştiman rexne bike lê bi sedan helwestên wî yên din, gelekî bi sûd in, ji ber ku ew helwestên han, sînorbendiyên nav civakê destnîşan dikin.
Şêrzad Hesen, di piraniya helwestên civakî û siyasî de, wek mirovekî humanist reftar dike nek îdeolojîst. Pîvan û navenda hemû helwestên wî, mirov e. li ku derê aliyek yan jî hizreke giştî li dijî berjewendiyên mirov ketibe kar, dengê xwe bilind kiriye û li ku derê çalakiyek bo berjewendiyên mirov hatibe kirin, piştevanî lê kiriye. Rewşengeriyên ku wî di warê tundrewiya ayînî û mezhebî de kiriye, bandorek mezin li ser beşek ji civakî kiriye û aliyê tundrew jî agahdar kiriye. Eger tevahiya nivîskaran wek wî kiriban, bê guman bandora wan li ser civakê zêdetir dibû û beşek mezin ji pirsgirêkên girêdayî tundrewiyê çareser dibûn.