Rêbwar Sîweylî

Heta niha bi dehan pirtûk li ser felsefe û edebiyatê ji aliyê Dr. Rêbwar Sîweylî ve hatine nivîsandin û çapkirin

BasNews - Rêbwar Sîweylî, nivîskar û lêkolînvanê edebiyat û felsefê ye. Wî felsefe li Zanîngeha Selahedîn ya Hewlêrê û Danîmkarka, heta pileya doktora xwendiye û ji bilî karên akademîk û mamostatiyê di pişka felsefê li Zanîngeha Selahedîn de, endamekî aktîf yê Akademîya Kurdî jî bûye.

Heta niha bi dehan pirtûk li ser felsefe û edebiyatê ji aliyê Dr. Rêbwar Sîweylî ve hatine nivîsandin û çapkirin. Her yek ji wan pirtûkan, xaleke werçerxanê bûye di şêwaza lênihêrîna nû di warê edebiyatê de. Rêbwar Sîweylî ji bo rûbirûbûna li gel têkest, xwedan mêtodek taybet e. Mîna her vekolerekî jêhatî, pêşîneya mijarê dibîne lê di heman dem de şirove û pirsiyarên dahêneraneyên xwe jî tîne ziman. Ew şirove û lênihêrîn, nivîsa wî ji nivîsên beriya xwe cuda dike. Mînak; heta niha çendîn pirtûk û gotar li ser helbestên Nalî hatine nivîsandin, Rêbwar Sîweylî jî pirtûk bi navê Pirtûka Nalî nivîsiye ku ji du cildan pêk tê. Ewa ku Sîweylî di wê pirtûkê de li ser Nalî nivîsiye, ji tiştên ku heta niha li ser Nalî hatine nivîsandin, cuda ye. Di pirtûk û nivîsên beriya Sîweylî de tekezî li ser têgehîştina wateya mufredata helbetên Nalî hatibû kirin lê Rêbwar Sîweylî asoya lênihêrîna li Nalî berfireh dike û behsa felsefeya Nalî dike. Ew behsa wê yekê dike ka Nalî çawa diyarde û hebûn nas kiriye û wan çawa di nivîs û têkstên wî de rûh wergirtiye.

Ji bilî wê, Rêbwar Sîweylî di berhema bi navê Pirtûka Hevdemî û Hevşûnasî de li dû wateya dem û cih e li nav helbestên Hacî Qadirê Koyî, lê beriya wê, bi rengekî hûr û kûr, wateya wan her du mijaran ji Eflatûn heta Agostînê Pîroz şirove dike. Ya balkêş ew e ku Rêwbar Sîweylî paşê digehe wê encamê û dibîne ku tevahîya wan pirsiyarên li ser dem û cih, di helbestên Hacî Qadirê Koyî de hene lê bê bersiv mane. Ji ber wê jî pirtûka hêja ya bi navê Pirtûka Hacî Qadir dinivîse û tê de bi berfirehî behsa girîngiya dem û cih di helbestên Hacî Qadir û sedemên wê yekê dixe ber ronahiya şirovekirinê û li gel wê yekê, gelek aliyên felsefeya dem û cih jî şirove dike.

Helbet Rêwbar Sîweylî li ser edebiyat û helbestê, xwe bi wê xebatê ve sînordar nehîştiye û di berhema xwe ya dawî de ya bi navê Pirtûka Qubad, ku ji 350 rûpelan pêk tê, bi hûrî behsa helbest û mêtoda kar û hizra Qubadê Celîlzade dike. Di vê pirtûkê de bersiva pirsiyarên derheqê helbesetên Qubadê Celîlzade de dide. Qubad, helbestvanê jin û rûtiyê ye. Li ser jinan û li ser rûtiyê, li ser welat û li ser nermahî û naziktiyê helbest gotiye. Vêca naveroka pirtûka Rêbwar Sîweylî li ser van terîman in yên ku di helbestên Qubadê Celîlzade de hatine bikaranîn. Ji bilî edebiyatê, ku karê berdewam yê Sîweylî ye, di warê felsefê de jî Rêbwar Sîweylî berhemên pir bi nirx pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî kiriye. Hinek ji wan ev in:

*Bîmarî û Mergî Feylesûfêk – pêşektiya wê ji aliyê fîlosofê Ewrûpî, Cêbs Stabrand ve hatiye nivîsandin

*Felsefey Akarî û Pizîşkî û Mafekanî Nexoş

*Felsefey Akarî Jîngeparêzî

*Felsefey Xwardin “Felsefey Aşpezî”

*Komelgay Şileqaw

*Geranewey Kolonyalîzm

*Felsefey Asinîn

*Kitêbî Stayîşekan

*Nameyek bo Yagûstînî Qedîs

*Dunyay Şte Biçûkekan

*Kitêbî Pîrozî Min

Ev pirtûk û gelek berhemên din yên Rêbwar Sîweylî, tijîkerên valahiya zanistî ya mirovê kurd in, bi şertekî ku girîngî pê were dayîn.

 

 

KURDŞOP
787 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!