Mûsa Qulîkî Mîlan (Senar)

Lê ev karekî pir dijwar e. Jiber ku piştî kutakirina pêncî salê temen, taze ez têdigihîjim ku jiyan çi ye? Divê ez çawa bijîm? Ji aliyekî din ra eger min karekî baş û berbiçav kiribe, divê ew kar bixwe bikarbe min bide nasandin.

Xwandevanên hêja û delal, ji min hatiye xwastin ku jînnameya xwe binivîsim. Lê ev karekî pir dijwar e. Jiber ku piştî kutakirina pêncî salê temen, taze ez têdigihîjim ku jiyan çi ye? Divê ez çawa bijîm? Ji aliyekî din ra eger min karekî baş û berbiçav kiribe, divê ew kar bixwe bikarbe min bide nasandin. Seidiyê Şîrazî helbestvanê nav`eyan yê farsîziman di pirtûka xwe ya Gulistan de çi xweş gotiye: "Moşk anest kê bêbûyed, ne ankê etar bêgûyed." Yanî misk ew e ku bixwe bêhnê bide, ne ku miskfiroş pesnê wê bide. Eger min jî di gulistana çand û wêjeya zimanê kurdî de kolek dudu gul çandibin, divê ew bixwe bêhnê bidin.

Lê dîsa jî navê min Mûsa, paşnav Qulîkî Mîlan û nasnavê min jî Senar e, zêdetir ez bi navê Senar tême naskirin. Navê rehmetiyê bavê min, yê ku nanê berpirsyariyê daye min Salik e, Salikê Mihemedê Qaso. Navê rehmetiya dayka min, ya ku şîrê dilovaniyê daye min Fatme ye, Fatma Xuloyê Silo. Min di roja 21`ê Adara sala 1969`an a zayînî, beranberî 1`ê Xakelêweya sala 1348`an  a rojî li gundê Xeleca Kurdan, girêdayî bajarê Makûyê li parêzgeha Urmiyê di malbateke dewlemend ya cotkar û pezvan de pê daniye ser topa axê.

Malbata bavê min di berê de malbateke hunerdost û hunerperwer bûye. Ew xwedanê giyanê dengbêjiyê bûne. Meriv dikare bibêje ku bav, dayîk, ap, met, xwîşk û birayên min her yek bi qasî xwe kilam gotine. Yên ku wekî dengbêj têne nasîn, rehmetiyê kalkê min Mihemedê Qaso ku di dema xwe de qisezanekî nav`eyan û maqûl bû û xwîşkeke wî bi navê Medê hebûye. Li dû wan ra Eloyê birayê min û Memoyê apê min kilaman xweş dibêjin. Di dema xwe de Medêya Qaso yanî meta bavê min û xatûneke din bi navê Siltêya Silo di gundê me de du dengbêjine nav`eyan bûne. Dengbêjên wê demê ev heyranok li ser wan derxistine.

Dil diyarê gundê Silo,

Bizin çêryan dar û çilo;

Heçê kesê derdê dilan dîtine, xwe dîtine,

Yên nedîtî bira herin cem Meda Qaso, Silta Silo.

Reng e ez di malbateke wiha xwedî hest û hunermend de hatime cîhanê. Eger min ders nexwanda, belkî min jî pir hindik kilam bigotana. Lê min ders xwand û li ser xîm û çavkaniya malbatê ez jî bûme evîndarê ziman, çand û wêjeyê. Min xwandina seretayî di gundê Xeleca Kurdan de, lê ya navîn û amadeyî li bajarê Şotê de kuta kir. Ez evîndarê edebiyatê me. Dema dersxwandinê de, ji bilî waneyên  fermî, ji çi pirtûkên wêjeyî xweşa min bihata, min ew dixwandin. Min ji bilî helbestan gelek nivîseyên (metin, têkist) pexşanî yên mîna Gulistana Se`idî û Meqamatê Hemîdî (pirtûkên farsî) ezber dikirin û di ber xwe de dixwandin. Sala 1367`an  a rojî (1988) min azmûna konkora seranserî da, li zanistgeha dersdariyê de qebûl bûm. Lê ji bextreşiya min bû, yan ji xweşbextiya min bû, dayîreya hilbijartinê ya bajarê Şotê selahiyet (hêjayî û liyaqet) neda min. Nehîştin ez têkevim zanistgehê. Gotibûn ku bavê wî dewlemend e, bira here ber pez û dewarê bavê xwe! Wê demê bi navê "tinebûna selahiyetê" gelekî mafkujî dikirin. Bi neçarî min berê xwe de eskeriyê, du salan xizmeta eskeriyê kir. Lê di dema eskeriyê de, min pêwendiya xwe bi pirtûkan ra qut nekir. Hê ji berê zêdetir ez bûme tamarzûyê zanistgehê û ji azmûna konkorê ra amade dibûm. Piştî kutakirina dewra eskeriyê di Kanûna Duyem ya sala 1992`an  a zayînî, beranberî 1370`an  a rojî bi pileya 173 li zanistgeha giştî ya Tewrêzê de hatim pejirandin û di Tebaxa sala 1995`an  de min bawernameya karnasiyê (lîsans) di şaxa ziman û wêjeya farsî de wergirt. Piştî qedandina dewreya karnasiya edebiyata farsî, li dawiya sala 1374`an a rojî (1995)  de li bajarê Têhranê zewicîm û xwedayê bexşende du kurên pir delal dane min. Navê yê mezin Azad û navê yê piçûk jî Aram e.

Piştî zewacê ji ber xercên zêde yên jiyana li bajarê Têhranê min xwe ra biryar de ku, divê êdî ez bixebitim, bi mercê ku têkiliya xwe bi wêje û edebiyatê ra berdewam bikim. Min wisa jî kir. Ji dema zewacê vir de li bajarê Têhranê dijîm û di şîrketên taybetî yên bazirganî û guhestina navdewletî ya kelûpel de mijûlî kar û xebatê me û di demên rihetiyê (feraxet) de jî bi gelemperî mijûlî xwandin û nivîsandinê me. Jiber vê yekê ez helbestvan, nivîskar û lêkolînerekî - çawa dibêjin - pêşeyî (hêrfêyî) nînim. Tenê jiber evîna xwe bi ziman û wêjeyê ra û berpirsyariya ku di vê rêyê de ketiye stûyê min, ez vî karî didomînim û heta roja ku çiraya jiyana min bişixule, dê bidomînim.

         Heta niha sebaret bi karê rojane min ev perwerdehiyên jêrîn dîtine û bawernameya wan wergirtiye:

1-Dîploma Fiyatayê derbarê guhestina navdewletî ya kelûpelan de.

2-Dîploma (C. P. C) ji akadêmiya IRU, derbarê serwêrtiya guhestina navdewletî ya kelûpelan de.

3-Du sê dewrên hesabdariyê;

4-Bazarnasî û rêvebirina bazarê;

5-Serwêrtiya giştî;

6-Dîploma derbarê nasîna pirsgirêkên bacgehê (gumruk);

7-Bawernama tomarkirna şîrketeke guhestina navdewletî ya kelûpelan.

         Di jiyana min de du bûyeran rewşa jîna min bi giştî guherandin. Yek qebûlbûn di azmûna konkora seranserî ya sala 1370`î arojî (1991) bû, ku min pê danî zanistgehê û fikir û ramana min hat guhestin û çavê min vebûn.

Ya duyem ku bandoreke erênî ya pir baş danî ser rewşa jiyana malbata min, ev bû ku di dawiya sala 1390`î (2011) de   min di azmûna salane ya guhestina navdewletî ya kelûpelan de ku Wezareta Rê  û Bajarsaziyê li Tehranê werdigirt, beşdarî kir û di nava 1100 kesî de ku beşdarî kiribûn, bûme neferê sisyan. Wezaretê jî wê salê 13 nefer pejirandin û îcaze de wan ku ji xwe ra şîrketê tomar (sebt) bikin.  de

Jiyana min ya mijûlbûna taybet li ser ziman û wêjeya kurdî, bi naskirina kovara binavûdeng ya Sirwe (1364-1389) ra - ku weke dibistanekê dima - dest pê kir. Cara ewil min ew di pirtûkxaneya zankoya edebiyata zanistgeha bajarê Tewrêzê de dît. Wê demê min nikaribû bi zimanê dayîkê bixwanda û binivîsiya! Xasma xwandin û nivîsandina zaravayê soranî ji min re pir dijwar bû. Evê kêmasiyê bandoreke kûr û mayînde li ser min hîşt. Ew yek bû sedem ku, ez ji xewa bîst salan hişyar û di dema mehekê de hînî xwandin û nivîsandina zimanê kurdî bibim. Êdî min dest pê kir hêdî hêdî helbest afirandin. Angorî deh dozde helbestên min ku di belavoka bi navê "Ez însan im" de cî girtine, şûnema û yadigara dewra qutabiyê li zanistgeha Tewrêzê ne. Ev çend parçe helbest û gelek helbestên min yên mayîn di kovara Sirwe de ronahî dîtine. Ji wê demê heta dema ku kovara Sirwe dihat weşandin, pêywendiya min jê ra hebû. Di pişka zaravayê kurmancî de nivîskarên hêja wekî Sertîp Mensûrî û Duxtor Perwîz Cîhanî, Seyîd Kafî Elewî û Seyîd Celal Nizamî kar dikirin. Têkiliya min zêdetir bi rêzdar Seyîd Kafî Elewî ra hebû. Bi kurtî dibêjm, kovara Sirwe ji min ra dibistan û rêzdar Seyîd Kafî Elewî jî dersdarekî (mamosta) pir maqûl, dilovan û berpirsyar bû. Piraniya kovara Sirwê bi zaravayê soranî dihate nivîsîn. Kesên gelekî mezin û nav`eyan mîna nemir mamosta Hêmin Mokriyanî, mamosa Ehmedê Qazî, mamosta Celal Melekşah, helbestvanê navdar Me`irûf Aqayî û nivîskar Eta Nehayî û hin kesên mayîn tê de qelemkoyî dikirin. Kesên ku bi zaravayê kurmancî babet û serbas dinivîsandin û di bîra min de mane ev nivîskar û helbestvanên hêja ne: Seyîd Celal Nizamî, Ezîz Nê`imetî, Duxtor Perwîz Cîhanî, Sertîp Mensûrî, Seyîd Kafî Elewî, Hesen Şuca`î û Mihemed Sefayî.

         Bi qasî serê derzîkê zewqa toreyî bi tîrêjeke ronahiyê li hev zêde bûn û di nava giyanê min de hesta efirandariyê anî pêş, û bi tevayî ez derxistme ser riya dîrok û wêjeya rojnedîtî ya gelê xwe, daku jê ra binalim û bikewgirim. Encama vê yekê bû belavoka helbestan ya "Ez însan im" ku di kanûna duyem ya sala 2000`îde bi handana nivîskarên mezin mamosta Celal Melekşah û rêzdar Seyîd Kafî Elewî ji aliyê weşanxaneya Selahedînê Eyûbî li bajarê Urmiyê  hate weşandin. Herwisa çapa duyem ya vê belavokê li bajarê Têhranê, weşanxaneya Pênivîs, sala 1397`an (2018) ronahî dît. Angorî gotin û baweriya nivîskarê hêja Seyîd Kafî Elewî belavoka "Ez însan im" yekemîn pirtûka helbestan bi zaravayê kurmancî ye ku li Kurdistana Rojhilat (Îran) de hatyie weşandin. Dîroka helbestên belavoka Ez însan im ji sala 1373an a rojî (1994)ve dest pê dike heta sala 1378`an (1999) . Ev helbest li gundê Xeleca Kurdan, li zanistgeha Tewrêzê, li bajarê Têhranê û di heman demê de sefereke kar û xebatê ji min ra hate pêş, ez çûme bajarê Mosko, Almaata û Aktowaya Qezaqistanê û Bîşkenta Qirqîzistanê û li wan deran hatine afirandin. Bona mînakê helbesta "Dayê" li bajarê Almaataya Qezaqistanê hat afirandin. Ez bi du birayên xwe bi navên Se`îd û Eşo re em li wir dixebitîn, xeber  hat ku dayîka we koçdawî kir. Jiber tinebûna derfeta firdana firokeyê em heft rojan bendewar man, paşê derfet çêbû ku em herin gundê xwe  Xeleca Kurdan li Makûyê. Ew heft roj ji me ra gelekî dijwar derbas bûn, lê helbesta "Dayê" ji me ra bibû sebir û taqet.

         Dîsa angorî ku derfet hebû, min pê avête nav wêje, dîrok û kûrahiya zimanê kurdî. Min zanî ku bêyî zanebûna zargotina me ya dewlemend, ez ê nikaribim bigihîjme asta bilind ya helbestan. Beyt û serpêhatiyên (destan) evîndariyê, mêrxasiyê, civakiyê, irfaniyê û dilok û heyranokên hub û hizkirinê, daha gelekî bala min kişandin ser xwe. Min li ser wan lêkolîn û xebateke mezin kir. Ev kar û xebat bû sebeb ku di sala 1388`an  de min du pirtûk bi hev ra weşandin. Yek belavoka bi navê "Mizginî" ye ku naveroka wê helbest in. Helbestên belavoka "Mizginî" ji sala 1994`an a zayînîve dest pê dike heta nîsana 2009`an  û hemû li bajarê Têhranê hatine afirandin. Hêjayî gotinê ye, piştî belavoka Mizginî dîsa min çendîn helbest afirandine, lê wekî pirtûk hê nehatine weşandin. Tenê di malperên navdar yên mîna "Riya Teze", "Welatê Min" û "Pênûsa Min" de ronahî dîtine. Di belavoka Mizginî de mîna belavoka Ez însan im, helbestên cuda cuda, angorî rêza dîroka afirandina wan ronahî dîtine. Ez hêvîdar im yê di dilê xwandevanên xwe de cî bigrin. Bona wê yekê ku mizginiya mezin ya aştî û biratiyê derê me her yekî bikute, min navê wê danî "Mizginî" û bi hembêzeke fireh pêşkêşî hemû kevokên aştîxwaz yên cîhanê kiriye. Di her du berevokên helbestan yên "Ez Însan Im" û "Mizginî" de çendîn parçe helbest derbarê aştiyê de hatine hûnandin. Helbestên mîna "daristana aştiyê", kevoka aştiyê", "xewna aştiyê" û "nimêja aştiyê". Çimkî ez ne ji rijandina xwîna sor, lê ji aştiyê pir hiz dikim. Lewra em hemû mirov, lewra em hemû giyandar aferîdeyên Xwedê ne; mafê ti kesî nîne ku kesê din bikuje. Ji bilî naveroka (têm) aştiyê bi giştî helbestên van her du belavokan derbarê evîn, sirûşt, mirovahî, serfirazî, wekhevî, biratî û dijayetiya li hember zor û stemkariyê ne.

         Pirtûka duyem ku li sala 1388`an (2009) ronahî dît ya bi navê "Pênc Karîbar" e. Pênc destanên pir buha yên zargotina bav û kalan bi navên Tiral Elî- Seyrê- Senem Xanim û Hiseyn Beg- Xelîl Beg û Perîşan û Ker û Kulik tê de ciyê xwe girtine. Ev kar di encama xebata li ser zargotinê bû, ku ez ruhdar bûm ser bingeha çend beyt û serpêhatiyên gelêrî derbarê hizkirin, hişmendî, emîndarî, wefadarî û dûrbîniya jinan û camêriya mêran de; ev karpêk hate berhevkirin û nivîsandin. Bi gotineke din, dema ku têgihîştim ku ev karîbarana çiqas biqîmet in, min ew ji zardevê birayê xwe yê dengbêj rêzdar Eloyê Salikê xelqê gundê Xeleca Kurdan ya girêdayî bajarê Makûyê wergirtin, serast kirin û da weşandin. Bi dîtina min qedir û qîmetê van pênc destanên gelêrî ku berhevkirin û weşandina wan li Kurdistana Rojhilat bû para min yê xweşbext, ne ji karîbaran, belkî ji le`il û durran jî zêdetir e.

Pirtûka min ya çaran ku çap bûye, bi navê "Hînbûna Zimanê Kurdî Bi Du Rênvîsan e." Rastî ev dayîneke xwedê bû ku bi behaneya hînkirina zimanê kurdî, gelek agahiyên ku dilê min dixwast xwandevanên Kurdziman (mebest xwandevanên ku bi zimanê biyanî mîna farsî, tirkî û erebî ders xwanidne û sewad û xwandina wan heye) bizanbin; min tê de anîne ber çavan. Bawer bikin tovê zehmetê çendîn sal lêkolîn û xwandina min ya zimanê kurdî tê de heye. Bi qewlê mamosta Elî Paksirêşt: "Ev pirtûk tenê hînkirina zimanê kurdî nîne, gelek agahiyên baş û biqîmet dide xwandevanên xwe". Sedemê nivîsandina vê pirtûkê ew bû ku gelek xwandevanê Kurd (dersdar, duxtor, endaziyar û …hwd) ku bi zimanê farsî ders xwandine, ji min ra digotin em nizanin pirtûkên bi zimanê kurdî bixwînin! Min jî milê xîretê vemalt û ev pirtûka bi du rênivîsên elifbêya kurdî-aramî û kurdî-latînî li ser xîm û hêmana elifbêya zanyar Mîr Celadet Alî Bedir Xan (bavê elifbêya kurdî) nivîsand û pêşkêşî xwandevanan kir. Birastî eger kesekî ku heta niha bi zimanê kurdî hîn nebûye, vê pirtûkê ji sêrî heta binî hîn bibe û bixwîne, ew ê angorî bîst salên xebata min ya wêjeyî dê bikarbe ji hêjayiyên ziman, çand û wêjeya kurdî agahiyên girîng bi dest bixe.

         Kilamên evîndariyê, bitaybet dilok û heyranokên me yên welatheziyê, civakiyê û yên bi urf û edetan ra girêdayî, bûne sedemê efrandariya pirtûka min ya pêncemîn bi navê "Dotmam (Çarîneyên Evîndariyê)" ku di pêşerojeke herî nêzîk de dê were weşandin. Dotmam (Çarîneyên Evîndariyê) ku hejmara wan digihîje 1020 çarîneyan, encama kar û xebateke dûr û dirêj li ser deryaya zargotinê, pişka evîndariyê (destan, dilok û heyranok) ye; ku di darêjgeha çarîne de hatiye vehûnandin.

Min û dotmamê dest pê kir,

Me koşka evînê lêkir;

Seba hermayînê li ser,

Xîmê zargotinê çêkir.

Dîsa di encama lêkolînê de min têderxist ku em xwedî mêrxasekî mîna Dewrêşê Evdî ne û ew ne kêm e ji Rostemê Zal, Kawayê Hesinkar û Emîrxanê Lepzêrîn û gelekên mayîn. Divê li ser destana wî lehengî, karekî bêhemta bikim. Ji vê yekê ra girêdayî, min çend guherto û bergên (varyant) destana Dewrêşê Evdî bi dest anîn û derbarê welathezî, evîndarî û mêrxasiya wî de menzûmeya (poêm) bi navê "Mêrxasnama Dewrêşê Evdî" xulqandiye. Lê jiber mezinahiya kesayeta Dewrêş û bilindaya asta meramên wî yên însanî, neteweyî, mêrxasî û evîndariyê û yek jî di vê dawiyê de -spas ji xwedê ra- çend babet û romanên pir balkêş derbarê wî de hatine nivîsandin; ez dixwazim hemû çavkanî û pirtûkên derbara wî de bixwînim û bi guherto û berga ku min Mêrxasnama Dewrêşê Evdî li ser xîmê wê ristiye, bidim hemberanê hev, daku ev berhem hêjayî navûdengê Dewrêşê Evdî, gelê me û wêjeya dewlemend ya kurdî bibe. Ew jî hewceyî demeke kafî û besende ye, daku wî karê pir dijwar û girîng di pêşerojê de pêk bînim.

         Piştî van karan, karekî mayîn jî ku di destê min de ye, afirandina zêdetir ji 250 çarîneyên felsefî, civakî û irfanî ne. Ev çarîne derbarê cîhan û jiyanê de ne û di warê wêjeyî de jî gelekî balkêş û girîng in. Eger Xwedê bixwaze, bê guman ez ê di pêşerojê de wan jî biweşînim.

Ji bilî van karên jorgotî hinek terh û bernameyên (piroje) mayîn yên mîna wergêrê, rênivîs û rastnivîsa zimanê kurdî-latînî û kurte çîrok jî di destê min de henin, eger temenê min biqedîne û derfet hebe, ez ê li ser wan jî bixebitim.

Senar - Mûsa Qulîkî Mîlan - sala 2021`an a zayînî

Çend parçe helbest:

     Şaxa Zeytûnê

Çiqas pêkenînek tehl e,

Ku bi şaxeya zeytûnê;

Rîşa zeytûnan derxînî!

Xewên zarokan bişkênî!

Xewn, xiyalan biherifînî!

 

Çiqas şanoyeke tehl e,

Bi navê xweparastinê;

Hêriş bibî ser cîranan.

Gund û bajarên bêtawan,

Bidî ber bombe û topan!

Bermayiyan hilweşînî!

Kew, kevokan bib`ecînî!

 

Çiqas durûtiyek tehl e,

Ku eslê xwe de ruvî bî,

Lê xwe têxî dilqê şêran;

Hicûm bikî ser zarokan!

Ziravê wan biqetînî!

Dawa mêrxasiyê bikî!

 

Çiqas şermeke mezin e,

Ku nav xwe de pêpes bikî,

Tu hemû sorgulên mafan;

Lê li ser erdê cîranan,

Bi top û tang û pehbadan;

Dawa mafê mirov bikî!

Efrînê şepirze bikî!

 

Erê Efrîn, erê rengîn!

Keskesora wekheviyê!

Xaka pîroz û serbilind!

Landika şaristaniyan!

Warê gelek bermayiyan!

Bermayiyên bav û kalan.

Erê beriya zeytûnan!

Deşta Cûmê, çemê Efrîn!

Erê sirûşta bêhemta!

Erê avşara Meydankê!

Erê lîlava Gumrekê!

Kela Horî û Semanê!

Erê warê Cemîl Horo!

Xemrevîna Bavê Selah!

Dîsa bi xwîna sora te,

Gulên lalê hêşîn dibin!

Çavên nêrgizan derdixin!

Milk û maşan talan dikin!

Hêlînên te wêran dikin!

Gelo çiye tawanê te?

 

Çiyayê bilind ê Kurmênc!

Lêlûn, Hawar û Xastiyan!

Îro roj her roja we ye.

Divê dengê norînên we,

Li ser topên neyar kevin.

Divê dengê birûskên we,

Cêt û Fantoman ker bikin.

Divê hun dijminên xedar,

Di sîngê xwe de çal bikin.

Lewra ji bilî we çiyan,

Kesek birayê me nîne.

Kesek dilxwazê me nîne.

Divê hun vîna netewî,

Bigihînin ser esmanan.

Divê xwe serê dijmin da,

Biteqînin wek volkanan.

 

Divê Efrîn wek Kobanê,

Bibe xîreta cîhanê.

Xîreta cîhana bêdad!

Xîreta cîhana berbad!

Divê Efrîn wek Kobanê,

Bibe kela berxwedanê.

Bibe Dimdima dewranê.

Mirazê gur û çeqelan,

Di çavê wan de bihêle.

 

Îro gelek in keç û xort,

Ku weke Xabûr û Mîrkan,

Mînanî Barîn Kobanî,

Dibexşînin ruhê şirîn;

Namûsa xwe diparêzin.

Waneya mirovahiyê,

Waneya serbilindiyê,

Keramet û azadiyê;

Didine mirovên cîhan.

 

Îro gelek henin xwebexş,

Ku rûyê stemkarên reş,

Bi cîhanê didin nîşan.

 

Cîhana me ya pêşverû!

Îro cîhana pêşverû,

Ewa xayîn û pir durû,

Pemûyê berjewendiyê,

Di guhan de veşartiye;

Dengê top û tangên Sultan,

Qet nagihîje guhên wan!

 

Îro cîhana pêşverû!

Ewa xayîn û pir durû,

Berçavka berjewendiyê,

Li ber çavên xwe xistiye;

Pelçiqîna xewn, xiyalan,

Di çavên me de nabîne!

 

Eva karê cîhanê ye!

Cîhana berjewendiyan!

Cîhana mafê mirovan!

 

Lê mixabin em bi xwe jî,

Em bi xwe jî tawanbar in.

Em bi xwe jî pir xemsar in.

Lewra ku em bêtifaq in.

Yekîtiya me baş nîne.

Yekrêziya me baş nîne.

Em hev û du nahebînin.

Yek me pey yekî din naçe!

 

Divê ev nexwaşiya reş,

Pir zû ware dermankirin.

 

Divê konê yekîtiyê,

Divê konê biratiyê,

Yekrêzî û wekheviyê;

Gelek zû ware vegirtin.

 

Şerm e, îro gelek şerm e,

Şerma Rostem û Guhderz e.

Ya Kawayê Hesinkar e.

Ya Ker, Kulikê Silêman,

Şerma Dewrêşê Evdî ye.

Şerma Qeymezê Êzdî ye.

Şerma Mîrê Lepzêrîn e.

Şerma Mîrên Canpolat in.

Şerma Ferzendê Hesenî,

Ya Remezan û Adil Beg,

Şerma Seyîd Xanê Ûso,

Bavê Xalis, Kekê Mexsê;

Şerma ruhê şehîdan in…

 

Warin em bibin yek hev ra!

Eger em bibin yek hev ra,

Hinde karesatên giran,

Hinde bobelatên ecêb,

Nikarin bêne ser me da.

Nikarin bêne ser me da.

Senar – Têhran 201

KURDŞOP
968 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!