Enwer Kerîm Seîd
Hemû salekê di naverasta meha Rêbendana Rojî de li Hewramana serbilind rêûresma kevn a bi navê “Daweta Pîrşaliya” (Zemawendî Pîrşaliyar) bi rê ve diçe ku temenê wê nêzî hezar sal e. Di civaka Kurdewarî de heta îro kesên zana rola rêberatiyê lîstine û xelk ber bi armancên bilind û pîroz ve rênimayî kirine. Pîrşaliyar yek ji wan rêberane ye ku du qonaxên dîrokî yên neteweya me bi hev ve girêda ye û rêberê beşek ji xelkê Kurdistanê bûye. Vî kalê hanê li Hewramana Text hizra felsefî, olî û civakî bi pêş xistiye û xelkê jî baweriyek kûr bi wî hebûne.
Hewramana Text ku niha navçeyek e û ji berê ve jê re gotine bajarê Hewramanê, girêdayî Hewramana Rojhilatê Kurdistanê ye û tirba Pîrşaliyar li wir e û Hewramî ji berê ve hebûna wê tirbê bi bereket dizanin; Lewma piştî hezar sal, şûnwarên wî parastine ku pêk hatine ji: “Dîwanî Marîfet, Yanew Pîrî (ku malek e ji kevir hatiye çêkirin), Jêrekilaşî Pîr, Çilexane, Çirawgî Rûnakkerewe û Berdî Komsaw û herwisa Zemawendî Pîr”.
Şiroveyek kurt li ser nav û peyva “Pîrşaliyar”
Peyva “Pirşaliyar” ji du navên “Pîr” û “Şaliyar” pêk hatiye. Di demên kevnare de li Kurdistanê ji zilamên dîndar re digotin “Pîr, Baba, Seyîd û Şêx”. Ferhenga Muîn ji bo peyva “Şaliyar” dinivîse: “Şaliyar: 1- Kelanterê bajar, mezinê bajar û fermanrewayê bajar 2- Şah û paşa. Ku wisa ye Pîrşaliyar mezinekî olî ye ku mîr û fermanrewayê welat û bajar bûye. Her wekî ku berê jî hate gotin, xelkê deverê ji berê ve bi Hewramana Text re dibêjin bajarê Hewramanê û di çiyayên derdor de jî şûnwarê keleheke kevin heye ku ev belgeye ya avedaniya wê navçeyê ye di derbasbûyiyekî kevn de. Divê ez bibêjim ku di olên berê û kevnar de perestina “Mîtra” yan jî “Hormiz” taybet bi mezinên welat, eşîr û malbatê bûye. Ku wisa ye Pîrşaliyar kesayetiyek olî bûye ku fermanrewayê herêmê jî bûye.
Pîrşaliyar?
Ayetulah Merdox di beşa yekem a pirtûka (Tarîx Merdox) de derbarê “Pîrşaliyar” dibêje: “Herçiqas heşt sedsal û nîv dibe ku ola Îslamê hatiye nav xelkê Hewramanê, lê her li ser ola xwe ya berê mabûn û heta sala 824 a Koçî ku Mela Guşayiş dest avêt bi dersgotina Quranê di navçeya Hewramanê de, xelkê ji şîretên Pîrşaliyar ku ji “Moxên” mezin bûye, dev bernedane. “Can Nas” di pirtûka “Tarîx Cemi`I El-Ediyan”, rûpela 445, beşa 12an de dibêje:
Mox yan Karpatan pêşewayên olî yên berî Zerdeştê bûn, heta di Avêstayê de jî bi xirabî navê wan hatiye û wek kahênanên çîrokê û dinyaperest behsa wan hatiye kirin. Dêw xwedayê wan moxane bûn û wan Hormizdiyan neperestine. Wan bi zilamên olî yên Zerdeşt re gotine “Mobid”. Hê jî gotinek heye ku xelkê ji rihsipiyan pirsiye ku: “Qurûnî qedîma yan marîfetû Pîrşaliyar?” (Wate: Quran kevn e yan “Marîfeta Pîrşaliyar”?) di bersivê de gotine:
“Marîfetû pîr qedîma, qurûnî hêzîke Guşayişe korê ardenîş”. (Wate “Marîfet” kevintir e. Quran duh Guşayişê kor aniye.). Mela Guşayiş kesek kor û çav nîvevekirî bûye. (Merdox 1351: 123). Mala Guşayiş sê dehik piştî Pîrşaliyar navûbang peyda kir û di Hewramanê de geşe da bi gotina waneyên “Tecwîd” û xwendina Quranê, ku wisa ye Marîfet ku tê gotin ya Pîrşaliyarê Yekem bûye û Pîrşaliyarê Duyem destêwerdan kiriye û pêşîneya wê nivîsiye, kevntir e ji hatina Mela Guşayiş û ew gotine jî ku ji aliyê kalan ve hatiye kirin tişteke asayî ye.
Pirtûka “Marîfet” ji çavkaniyên pirtûka (Tarîx Merdox) e û Ayetulah Merdox di berdewamiya behsa Pîrşaliyar de dibêje: “Marîfeta Pîrşaliyar pêk hatiye ji pirtûkek dûr û dirêj a helbestî ku ji çend bendan pêk hatiye û dawiya her yek ji bendan ev beyte ye:
Goşt cewatey Pîrşaliyar bo \ Hoşt ce kiyastey zanay sîmiyar bo
Wate guhdariya axaftina Pîrşaliyar bike û bi dil jî tu agehdarê Zanayê Remzgo be. Xelkê îroyî yên Hewramanê (Zanayê Remzo) bi Hezretê Mihemed dizanin, di halekê de Hezretê Mihemed Remzgo nebûye û bi bê tirs û bi eşkereyî pêxemberî kiriye. Zanayê Remzgo – her ew Zerdeşte ye ku bi (Wexşûr Sîmiyar) wate şandiyê Remzgo navûbang e. “Marîfet” di Hewramanê de û bi wesiyeta Pîrşaliyar veşartî ye û nadine destê bîhaniyan (Merdox 1351: 124).
Di çavkaniyan de behsa du Pîrşaliyan tê kirin: “Pîrşaliyarê Yekem ê kurê Camasp” û Zerdeştî bûye û Pîraliyarê Duyem ku ji neteweya Pîrşaliyarê Yekem e û navê wî “Mistefayê kurê Xudad” e. Merdox di heman çavkaniyê de behsa xwe berdewam kiriye û dibêje: “Pîrşaliyarê Duyem di xewnê de Hezrtê Mihemed dibîne, ku bi peyva kurê min gazî dike. Ji xewê vediciniqe û îmanê bi Îslamê tîne û navê xwe diguhere û dike bi “Mistefa”. Pîrşaliyarê Duyem, (Mistefa) ku bi dil bawerî bi ola Îslamê bûye û nekariye bi eşkere navê Îslamê bîne, hêdî hêdî wate û rastiya Îslamê hînê xelkê dike û pirtûkeke pir ji pesn û pend û remzî bi navê “Marîfeta Pîrşaliyar” ji bo me nivîsiye (Merdox 1351: 125).
Mamoste Mela Kerîm Muders di pirtûka “Binemaley Zanayan” de dibêje: Pîrşaliyar navê wî “Mistefa” yê kurê “Xwadad” yê kurê “Babil” e û şecername wî vedigerîne bo ser Îmam Hesen. Digel wê yekê jî, di wê serdemê de zilamek hebû ku mezinê dinyayî yê wê cihanê bûye û jê re gotine “Şaliyar Siyaw” ku hîn jî li ser yasaya kevn a “Mecûsî” ya agirperestan bûye û xelkê bi nermî pê re reftar kirine (Muders, 1984: 362).
Li Hewramana Text goreke takane heye ku dîwarê wê bi kevr hatiye çêkirin û xelk jê re dibêjin “Şaliyar Siyawî”. Derbarê “Şaliyar Siyawî” dibêjin: Kalekî olî û heval û hezkiriyê “Pîrşaliyar” bûye û heta îro jî di nav xelkê de cihekî taybet û pîroz heye. “Pîrşaliyar” her di serdema jiyana xwe de karekî dike ku xelk rêza “Şaliyar Siyawî” bigirin û resm û adetek damezrandiye ku xelk heftiyekê piştî daweta (zemawendî) pîr pêwîst e biçine ser gora “Şaliyar Siyawî” û ziyareta wî bikin û rêza wî bigirin; Ev rêûresma ziyaretkirina “Pîrşaliyar Siyawî” navê wê “Terbî” ye û heta niha jî bi rê ve diçe.
Çavkanî:
Muîd, Mihemed (1382ê Rojî), ferhenga Muîn, Tehran: Zerîn
Merdox, Mihemed (1972), Tarîx Merdox (Kurd û Kurdistan), Sine: Xerîqî
Secadî, Elaedîn (1942), Mêjûy Edebî Kurdî, Bexda: Çapxaneya Marif
Nas, Can (1372 a Rojî), Tarîx El-cami`i Ediyan, Tehran: Îlmî Ferhengî
Muders, mamoste Ebdulkerîm (1984), Binemaley Zanayan, Bexda: Şefîq