Sîpan Sofîzade
Xurî navê xelekî resen ên Kurdistanê bûye ku navê wan 4 hezar û 500 sal berî niha di nivîsên bizmarî de hatiye, Xurî bi giştî li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê di hezareya sêyem a beriya Zayînê de derketine. Rojavayê Kurdistanê, Erebxa û Nuziya Kerkûka îroyîn, baregehên wan ên sereke bûne û li Neynewa, Riha û Serê Kaniyê çend mîrnişîn ava kirine û desthilata xwe berfireh kirine.
Xuriyan ji ber çalakiyên xwe yên bazirganî, roleke girîng li veguhestina diyardeyên şaristanî di navbera herêmên Rojhilata Navîn de hebûne, ji ber ku kêmtir hez ji şer kirine.
Bajarê Nuzî li başûrê rojavayê Kerkûkê bingeheke sereke ya Xuriyan bûye, li wir şûnwarên koşka paşayetî, xanî, rê û diyardeyên din hatine dîtin. Li wê şûnê nexşeyek ji tabloyeke axî (herrî) hatiye peydakirin ku çiya, çem, bajar, dîwar û rêyên sereke nîşan dide û bi sedan tabloyên din ên bi herî hatine peydakirin ku bi zimanê Ekedî û zimanê bizmarî hatine nivîsandin.
Bandora zimanê Xurî di van nivîsan de bi tevahî diyar dibe. Ev nivîsanane belgen e li ser girîngiya çandiniyê ji bo kevneşopiya Nuziyan, ji ber ku behsa xwedandariya zeviyan dike, ji ber lêkolînan di wan tabloyên herî de derketiye ku hejmarek ji xelkê desthilatdar hebûne ku xwediyê rûbereke berfireh a zeviyan bûne û zêdetir bi karê çandiniyê ve mijûl bûne.
Sîstema desthilatdariyê di nav Xuriyan de çawa bûye?
Sîstema desthilatdariyê di nav Xuriyan de mîna sîstema desthilatdariya bajarên dinê yên Iraqê bûye, padîşah xwedî hêzeke mezin bûye, li şûna “xwedawend” bûye, di birêvebirina karûbaran de çend kes ji xizmên wî alîkariya wî kirine û dest bi ser karûbarên aborî, darayî û îdarî de girtine. Herwisa padîşahên Nuzî girîngî bi dadweriyê dane, ji bo wê yekê jî belgeyên yek ji deqên kevnar heye ku îşareyê bi amadebûna padîşah di yek ji dadgehan de dike.
Aliyên nivîsîn û zimanvanî li cem Xuriyan
Xurî bi eslê xwe ji regeza Samiyan nebûne û xwediyê ziman û nivîsandina xwe ya taybet bûne, bi dehan deqên wan ên nivîskî bi zimanê xwe li pey xwe hiştine, lê ji ber bandora dewletên bihêz, pir caran zimanê Ekedî û Aşûriyan bi kar anîne.
Xurî ji bo nivîsandinê “xetê bizmarî" bi kar anîne, lê ji ber wê ku bi dengên zimanê wan re bê guncandin, guherinkarî bi ser de anîne û xetên wê hêsantir kirine û hejmara nîşanan kêm kirine.
Xurî di warê aborî û şaristaniyetê de çawa bûne?
Bajarvanî li cem Xuriyan mijareke girîng bûye, belgeya wê yekê jî avakirina çendîn bajarên girîng e. Bajarên ku di serdema Xurî de hatine avakirin yên wekî Nuzî (Gassur), Erabxa (Kerkûk), Erbîlyom (Hewlêr), Neynewa (Mûsil) û bajarê şûnwarî yê Şimşarê ne.
Wêne: Bajarê Merdeman
Bajarê “Merdeman” ku li parêzgeha Duhokê hatiye peydakirin, bajarekî girîng ê serdema Xuriyan e û dîroka wî vedigere bo hezareya sêyem a beriya Zayînê, ew bajare di warê bazirganî de girîngiyek taybet hebûye. Bajarê Merdemanê pira bazirganiya di navbera Mezopotamiya, Sûriye û navçeyên Anatolyayê de bûye, lewma tim di bin rikaberiya dewletan de bûye ji bo wê ku tê de desthilatdariyê bikin.
Wêne: Bajarê Erabxa ku ji aliyê Xuriyan ve hatiye avakirin
Xurî xwediyê çi ol û Xwediyekê bûne?
Xurî wekî netewên din ên kevnarên Kurdistanê pantiyon hebûne bo komkirina xwedayên xwe. Gelek caran hin xwedayên neteweyên dinê wergirtine û xistine ser pantiyonên xwe.
Xwedayên wan ji herêm bi herêman cuda bûne û her herêmekê xwedayên taybet ên xwe hebûne. Xwedayên herî mezin ên Xuriyan, xwedayê ba û baranê bûye ku navê wî “Têşub” bûye. Navenda perestina wî xwedawendê bajarê “Kummê” bûye. Ji xwedayên din ên Xuriyan, xwedawendê “Şawşika” ê hempayê “Eştar” bûye, li cem Xuriyan bi taybetî li rojhilatê Dîcleyê pir bilind û pîroz bûye û navenda perestina wî Neynewa bûye.
Herwiha xwedayên “Kumarbî û Xêpat” jî hebûne ku bi piranî li bakurê Sûriyê û rojavayê Kurdistanê bûne, xwedawendên “Nupatîk û Şîmîkê” ku xwedayên rojê bûne û xwedawendê “Kuşu” jî xwedayê heyvê bûye.
Wêne: Xwedawendê Komarbî