Girtîgeha Silêman dîrokeke kevnar a Kurdistanê ye

Şino Resûlî

 

Taxtê Silêman ku mîmariyeke bêhempa di dîrokê de ye, li bajarê Tikabê yê Rojhilatê Kurdistanê hilkeftî ye û her di vî bajarî de girtîgehek jî heye bi navê “Girtîgeha Silêman” ku ji xeynî dîroka wê cihekî gelek balkêş e.

Girtîgeha Silêman di bingehê de çiyayek e ku ji kûpikê de hatiye kolandin. Çiyayê Girtîgeha Silêman li sê kîlometreya rojavayê Textê Silêman hilkeftî ye. Ev girtîgehe bi awayekî bazneyî hatiye kolandin û 80 metran kûr e. Bilindahiya vî çiyayî 108 metre ye û kuna wê girtîgehê 65 metre ye.

Ew girtîgehe bi şêweyekî zanistî nehatiye lêkolînkirin û tişta ku li ser vê şûnwara dîrokî tê gotin tenê dîrokeke devkî ye. Lê belê, diyar e ku girtîgeh ji ber girîngiya Textê Silêman ku cihê padîşahên mezin bûye; Wê diçe ku ew yeka ya padîşahên Textê Silêman be.

Girtîgeha Silêman bi navê girtîgeha “Dêw” jî tê naskirin. Xelk dibêjin ew girtîgehe şûnek bûye ku H. Silêman ji bo binçavkirina dêwan sûd jê wergirtiye. Li gorî efsaneyên ku hene, dibêjin H. Silêman gustîlek hebûye ku bi wê gustîlkê hemû mirov, dêw û cin pê kontrol kirine.

Erdnas dibêjin ku ew girtîgehe vedigere serdema sêyemîn a erdnasiyê. Hin lêkolîner dibêjin ku Girtîgeha Silêman vedigere dema H. Silêman di hezarsala yekem a beriya Zayînê de û di serdema Maniyan de ji sala 830 heta 660 a piştî Zayînê perestgeheke pîroz bûye.

Hin çavkaniyên dîrokî yên wekî Orartûyî û Aşûriyan ev bîrokeya li jor behs kirine. Di heman demê de tê behskirin ku Girtîgeha Silêman bi egera zêde ve di sedsala heftem a b-z de wekî kelehekê hatibe bikaranîn.

Sedema vê yekê jî ew e ku li aliyê bakûrê wê çiyayê şiklek wek qutiyekê hatiye kolandin ku zêde jî bi başî kar li ser nehatiye kirin; Dîroknas dibêjin ewa jî bo wê yekê vedigere ku bi lez û bez hatiye kolandin û ji tirsa êrîşên Aşûrî û Maniyan ve bûye.

Di serdema Maniyan de li başûrê çiya gundekî biçûk hatiye çêkirin ku ji 100 salî kêmtir temen hebûye, hemû avahiyên Girtîgeha Silêman ji ber agirketin û şeran ji nav çûne. Li şûnên Girtîgeha Silêman serê rim û hestiyên mirovan hatine dîtin.

Di sedsala heştem a beriya Zayînê de li ser çiyayê Girtîgeha Silêman avahiyek ji kevir û serûcê hatiye çêkirin ku lêkolîner dibêjin perestgehek bûye. Di beşeke wê çiyayê de hewşek hebûye ku ew hewşe ji çendîn odeyên bi hev re girêdayî hatiye çêkirin.

Tenê sê rê ji bo çûna nav Girtîgeha Silêman hebûn, lê deriyê beşa rojhilatê deriyê sereke bûye. Ji wê hewş û avahiyên mayî ti bermayiyek nemaye û tenê hinek kevir jê mane ku ew jî hilweşiyane.

Li serweyê deriyê rojhilat çend salon bi şêweyên çargoşe hene ku belkî yên qeşeyên Zerdeştî bûbin. Li gorî vê yekê tê xuya ku ew dere agirgeh û perestgeh bûbe.

Di dehika şêst a Zayînî de komek şûnwarnas û lêkolînerên Almanî li beşa bakûrê rojhilatê girtîgehê kunek bo nav girtîgehê kolandin ku piştî lêkolînkirinê ew kune hate girtin û herifî. Heta niha rohn nîne ku piştî lêkolînê ev kune çima hate girtin.

Li gorî wê lêkolînê derket ku li girtîgehê du cureyên mîmarî hatine bikaranîn. Mîmariya yekem behsa wê yekê dike ku şûneke pîroz bûye û 63 odeyên wê hebûne ku di quntara vî çiyayê de cihê qurbanîkirinê jî hebûye. Mîmariya beşa duyemîn behsa wê yekê dike ku ew di hezarsala yekem a beriya Zayînê de hatiye çêkirin.

Di wê girtîgehê de kuneke reş heye ku heta niha ti kesî nikariye bikeve hundur û her kesê ku bikeve wê kunê rast canê xwe ji dest dide.

Dîroka Girtîgeha Silêman dîrokek veşartî ye û ti zanyariyên hûr û dirust derbarê wê de nehatine belavkirin. Lê ev der bûye cihê geştiyariyê û xelk ji bo serdana wê cihê dîrokî bera xwe didine wê navçeyê.

KURDŞOP
662 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!