Kurdistana kevn (Kaşî, Xûrî û Mîtanî)

Roj Qadirî

Me di gotara berê de îşareyek bi Suî, Lolobî û Gotiyan wek rûniştiyên Kurdistana kevn kir. Vê carê em ê behsa Kaşî, Xûrî û Mîtaniyan bikin.

4- Kaşî (Kasî)

Kaşî komeke din ji xelkê Kurdistana kevn bûn û li navçeya Loristana Rojhilatê Kurdistanê nîştecih bûn. Navê Kaşiyan jî, ji navê xwedayê wan ango “kaş” wate “roj” hatiye hildan ku li cem Babiliyan bi Kaşişu hatibû naskirin. Hatina wan vedigere bo hezareya beriya zayînê. Ew jî nîşaneyek in ji Sumeriyan û di nav zeviyên çandiniyê de xebitîne.

Derbarê derketina wan jî, bo wê serdemê vedigerin ku koma Hind û Ewropî bo navçeya Kaşiyan koç kirin. Paşê ji ber tevlîbûna wan bi Kaşiyan re qateke dewlemend a desthilatdariya Arîstokratî ji wan hate afirandin. Wê yekê jî hevkariya wan kir ku dest bi ser başûrê Mezopotamyayê de bigirin. Ji ber vê yekê serdema desthilatdariya Kaşiyan li wê herêmê weke serdema herî dirêj a dîrokî ya welatê Sumeriyan hatiye tomarkirin ku asayiş tê de hatiye bicihkirin.

Derbarê şaristaniyeta Kaşiyan de jî hatiye zanîn ku wan girîngî bi avedanîkirin û geşepêdanê daye. Herwisa wan bajarê “Korîkalzu-Eqreqof” li bakurê rojavayê bajarê Babilê ava kiriye ku bi navê padîşahê Kaşiyan ê ku ew ava kiriye hatiye binavkirin. Heta keleha Zequre li başûrê Iraqa îroyîn bo serdema wî padişahê vedigere. Wî û Kaşiyan girîngî bi çandinî û ajeldariyê daye û karûbarê bacên xwe rêk xistine û dahata aboriya welatê xwe bilind kirine. Herwisa wan girîngiyeke taybet bi pêşkeftina wêje û wergêranê dabû. Zimanê Kaşî jî şaxeyek ji zimanê Hind û Ewropî û zimanê serdema fermanrewayiya wan bû. Nemaze di serdema fermanrewayiya wan de li welatê Sumer û Babilê. Wan zimanê Babilî di heyama 400 salên fermanrewayiya xwe de wate di navbera salên 1162 heta 1595 bz de bi kar aniye. Desthilatdariya wan jî sala 1162yan a beriya zayînê di encama hevbendiya Asûrî-Îlamî de bi dawî hat.

5- Xûrî (Hûrî)

Xûrî jî komek ji xelkê Kurdistana kevn bûn ku di navbera çiyayên Toros û deryaya Wanê de nîştecih bûn. Hatina vê komê jî di dîrokê de ji bo naverasta hezareya sêyem a beriya zayînê vedigere. Navê wan jî, ji navê xwedayê ku diperestin hatiye wergirtin. Ew xweda jî navê wî Roj (Xor) bû ku îro rojê jî bi Xorr hatiye guherîn. Eva jî tê wê wateyê ku ew komeke rojperest (xorperest) bûne.

 6- Mîtanî

Mîtanî jî komek din ji xelkê Kurdistana kevn bûn ku di navbera herdu çemên Xapûr û Belîx de nîştecih bûn û mil bi milê Xûriyan dest avêtine bi jiyana xwe ya asayî. Li ser wê baweriyê ne ku Biratirna yekemîn paşayê Mîtanî bû ku desthilata dewleta xwe heta Heleb û Filistînê berfireh kiribû. Ji başûr ve jî gihîştine bajarê Nuzî li nêzî Kerkûkê. Paşê Sawiştirî karî di êrîşekê de bo ser Qadiş li sala 1447an bz serkeftî be. Piştre peymannameyek bi Misriyan re îmze kir. Li gorî wê peymannamê jî keça xwe ya bi navê Sawiştira Yekem daye bi Amînofsê Sêyem yê firewnê Misirê. Ji wê keçê jî Amonhetibê Çarem ji dayîk bû ku nasnavê Exnaton pê re hate danîn û ji ber wî şoreşa yektaperestî ya bi navê Exnaton serkeftî bû. Di encamê de ew desthilat jî bi destê paşayê Asûrî (Şelmanserê Yekem) dawî pê hat.

Şaristaniyeta Mîtaniyan jî gelek taybetmendî hebûne û wan çandinî jî zaniye. Di pîşesaziya ereban a şer de jî serkeftî bûne. Di warên wek huner, avahîsazî û peykersaziyê de jî bi şiyan bûne. Derheq aliyê ruhî de jî, ew Mîtraperest bûne. Wate xwedayê rojê ku navê Mîtanî jê hatiye girtin û navê xwedayê xwe lê kirine.

Ev gotar dê bidome.

 

Çavkanî:

Mediya, Ferheng, wergêrana Burhan Qani`i, Bexdad, 1978.

Kurteyek Ji Dîroka Kurd, Profesor Dr. Keywan Azad Enwer, çapa yazdehem, Silêmanî, 2021.

KURDŞOP
644 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!