Kaniya Eyne Rom û dîrokeke windabûyî

Şino Resûlî

Kaniya Eyne Rom ku li ser rêya Şino bo Ûrmiyê û rast li geliyê Qasimloyê hilkeftî ye, wê aveke xweş, sivik û sar heye û aveke baş jê tê derê. Cihê bêhnvedana rêwingan e û zozaneke kevn e.

Li aliyê rastê yê kaniyê nivîseke kevirî ku bi alfabeya orartûyan hatibû nivîsandin hebû. Ev nivîsa kevirî ku dîroka wê vedigeriya bo 700 heta 800 sal beriya zayînê, mixabin di çend salên borî de hate dizîn û li wir nema, lê berê ji aliyê şûnwarnasên biyanî ve kopiyek jê hatibû hilgirtin û hatibû xwendin û wek şûnwarekî kevnar hatibû tomarkirin.

Kurteyek ji wê nivîsê bi vî rengî bû: “Ez Îşpoenê kurê Sador, bavê Kuraaza, padîşahê dinyayê, şahê mezin, min ew diyariyan ji bo perestgeha Mûsasîr û xwedayê Xalidî aniye, ez vê kanî û çavkaniya wê dibexşime serdankerên vê perestgehê ji bo avxwarin û bêhnvedana wan û bo hemû rêwing û bo Mêgel, Rewe û garanên xwedayê Xalidî û xwedayê Mûsasîr û hwd.”

Nivîsa kaniya Eyne Rom kevintirîn nivîsa kevirî ya orartûyî ye ku wê mijareke pêwendîdar bi avê ve heye: Nivîseke ku wek nameyekê hatiye terxankirin bo bexşîna ava kaniyê bi heman navî bi xelkê navçeyê û girîngiya çavkaniya jiyanê ku dîroka wê vedigere nêzî sê hezar sal beriya niha.

Beriya sala 1978an, ev nivîsa dîrokî ji aliyê Volfran Klis, şûnwarnasê navdar ê almanî ve hatiye lêkolînkirin û wî şûnwarnasî, ev nivîs bi serdema şahê Menwa (810- 825 b.z.) daye zanîn ku yek ji paşayên orartûyî ye.

Li gor lêkolînên wî şûnwarnasî, Menwa di vê nivîsê de xwe wek paşayê zeviyê orartûyan daye nasandin û di wê derheqê de peyveke bi navê “logal” bi kar aniye.

Li gorî şarezayan, “logal” di zimanê someriya kevn de peyvek e ku di warê çemkê de bi wataya “pêwendîdar digel mirovan de” yan “ji bo bikaranîna mirovan” tê û dibe bi lêkolîneke hûr li ser deqê, em ji wê nivîsa kevirî fam bikin bi vî rengî hatiye zanîn ku nameyek terxankirî ye ku tê de paşayê orartû, ava vê kaniyê bi navê xwe wek diyarî pêşkêşî xelkê navçeyê dike.

Nivîsa kaniya Eyne Rom li qiraxa rêya Ûrmiye bo Şinoyê hilkeftî ye û bilindahiya wê nêzî 150 santîmetre ye. Ev nivîse li aliyê serê bi şêweya kevanê hatiye kolandin ku şêweya giştî ya nivîsên serdema orartû ye.

Her çiqas tenê çend bermayiyên kêm ji xeta bizmarî yên vê nivîsê mane, lê hêşta jî dikare wek belgenameyeke dîrokî bo girîngiya avê di serdema orartûyan de bê hesibandin.

Nivîsa Eyne Rom kevintirîn belgenameya nivîskî ye ku di parêzgeha Ûrmiyê de hatiye dîtin.

Ev nivîsa dîrokî di sala 2013an de ji aliyê Saziya Mîratî ya Kultûriya Îranê ve, wek şûnwarê dîrokî hate tomarkirin. Lê di demekê de ew kar hate kirin ku ew nivîsa kevirî ji ber şaşiya xelkê û neparastina wê ji nav çûbû.

Heta niha ya ku ji wî kevirî bi destê xelkê gihîştiye ew e ku dîroka wî kevirî wek kevirê bin avgomê jê hatiye û kes nizane rastiya wê nivîsa kevirî li vî cihî bo çi bûye?

Hin ji şûnwarnas dibêjin kopiyek ji wê nivîsê di destê almaniyan de ye, lê cihê ecêbmanê ye ku çima ew kevir heta sax mabû nehate parastin?

Ji ber vê ku ew dîrok hatiye windakirin û ti belgeyeke fermî jî li ser nehatiye belavkirin, egera wê yekê heye ku ew şûn ji bo nifşa paşerojê tenê navek jê bimîne. Tawanbarê sereke yê nemana wî kevirî û nebûna wê dîrokê, Komara Îslamî ya Îranê ye.

Orartû desthilatek bû ku girîngiyek zêde bi av û avedaniyê daye û sê hezar sal beriya niha, kanî, embar û bendav çê kiriye û herwisa projeya avedaniyê jî cî bi cî kiriye.

Yek ji taybetmendiyên gora paşayên orartû, kolandina goran di nav dilê çiyayên kevirî yên navçeyê de bû ku heta niha 23 lib ji wan di navçeya Ûrmiyê de hatine destnîşankirin.

KURDŞOP
680 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!