Karwanseraya Koye xwedî dîrokeke 160 salî ye

Sîpan Sofîzade

Karwanseraya Koye an jî “Xanê Koye”, yek ji şûnwarên kevnar ên navçeya Koyeyê ye ku heta niha bermayiya wê maye û di serdema xwe de wek karwanserayekê bi mebesta mana bazirganan û hilgirtina kelûpelên wan tê de hatiye çêkirin. Bajarê Koye ku dikeve navbera her sê parêzgehên Hewlêr, Kerkûk û Silêmaniyê, xala bihevgihîştina her sê bajaran e, û yek ji bajarên kevnar û xwediyê şaristaniyeta Herêma Kurdistanê ye.

Ji ber hilkefta xwe ya erdnîgarî, di demên berê de navendeke girîng a bazirganî û cihê bihevgihîştina bazirganên navçe û bajarên naverast û başûrê Iraqê bû.

Dîroka karwanseraya Koye

Kerwanseraya Koye ku bi Xanî Mehmûd Axa jî tê naskirin, sala 1862yan di serdema desthilatdariya osmaniyan de ji aliyê Mehmûd Axa Xefûrî ve    ku mezinê yek ji malbatên navdar ên Koyê bûye, hatiye çêkirin. Sedema avakirina vê karwanserayê jî ew bûye ku Koye di sedsalên hejdeh, nozdeh û destpêka sedsala bîstan de yek ji navendên bazirganî yên navçeyê û xala girêdana Qeladizê, Serdeşt, Kerkûk, Silêmanî û Hewlêrê bû.

Karwanan kelûpelên xwe ji van bajaran anîne û ji bo çûna bo bajarên din di vê karwanserayê de mane û ji xeynî bêhnvedan û firotina hinek kelûpelên xwe, kelûpelên xwe yên din jî ber bi bajarên din ên Kurdistan û Iraqê ve birine.

Şêwaza çêkirina karwanseraya Koye

Ev karwanseray    ji du qatan pêk hatiye û xwediyê 60 odeyan e. Şêweyek nîve çargoşe heye. Rûbera wê 1,122 metereya çargoşe ye. Odên wê bi ser her çar aliyên avahiyê de hatine parvekirin. Odeyên beşa jorîn yên avahiyê ji bo cihê mana karwançiyan û nivîsîngeha bazirganan hatine sûdwergirtin. Tev ew odane agirgeh û pencereyên rêk tê de hatine danîn û bi awayekî paqij hatine çêkirin. Piraniya beşên jêrîn ên vê avahiyê wek enbar ji bo hilgirtina kelûpelên bazirganan û beşek jî wek govên ajelan bi kar hatine. Di hin odeyan de niha jî bermayiya wan maye.

Di gelek bajarên din ên wek Kifrî, Silêmanî û Hewlêrê de karwansera hebûne. Li Koyê jî karwanserayên din hebûn, lê mixabin hemû hatine têkdan û tenê ev karwanseraye wek mînak maye.

Girîngiya karwanseraya Koye di serdema xwe de

Kerwansaraya Koye di demên berê de alîkariya Koyê kiriye ku bibe navendeke bazirganî. Hilkefta erdnîgariya wê ya stratejîk ku xalên hevgirtina Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê ye û li navenda her sê parêzgehan e, û herwisa bûye alîkar ji bo wê ku ew bajar    rola navendeke bazirganî ya girîng bilîze.

Xaleke din a girîng a Koyê hebûna Zêya biçûk e ku piraniya kelûpelên bazirganî yên navçeyê li wir hatine komkirin û bo Pirdê hatine veguhastin û ji wir jî birine bo Kerkûk û bajarên din ên naverast û başûrê Iraqê.

Di wê serdemê de ji bajarên başûr û rojhilatê Kurdistanê ve, piste, dan û genim û tûtin ji bo bajarên Iraqê hatine hinardekirin û ji wir jî qumaş, cilûberg, xurme û xwê û hin pêdiviyên din ji bo wan navçeyan hatine havirdekirin, wate ev karwanseraye wisa kiriye ku pêwendiya bazirganan hêsantir û qahîmtir be.

Nûjenkirina karwanseraya Koye

Dawiya çileyên sedsala borî, beşek ji karwanserayê ji aliyê xwedanê wê ve hatiye nûjenkirin û sala 2005an jî beşeke kêm a ew beşên ku metirsiya herifînê li ser bûye hatine nûjenkirin. Lê nûjenkirin li gorî hewcehiyê    nehatiye kirin û fermangeha şûnwaran wê demê ew proje sekinand, lewma    mixabin girîngiyek wisa pê re nehatiye dan û beşeke karwanserayê ji nav çûye.

Karwanseraya Koye di warê geştiyarî de

Rojane hejmarek zêde ji geştiyaran serdana Koye dikin, ew cihên ku dixwazin bibînin karwanseraya Koye yan xana Koye, serbazxaneya Koye û hin ji avahiyên din ên dîrokî û kultûrî, wek qeyserî û mizgefta mezin e. Bi şêweyek berdewam geştiyarên biyanî têne Koyê. Herwisa geştiyarên bajarên naverast û başûrê Iraqê jî gelek tên. Nemaze yên ku bi grûpên geştiyarî re têne Koye, serdana karwanserayê dikin û mebesta wan ew e ku ji nêz ve dîroka wê bizanin û cihên wê yên şûnwarî bibînin.

KURDŞOP
661 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!