Hewram Ehmedî
Kevirên nivîskî wek yek ji binirxtirîn û cihê baweriya çavkaniyên zanyarî, xwedanê potansiyeleke zêde ne ku mirov dikare ji aliyên cuda ve lêkolînê li ser wan bike, bi curekê ku dîroknas, şûnwarnas, zimanzan û civaknas her yek ji van dikarin ji wê beşa çandî bi pirsên xwe bersiv bidin. Ji ber vê yekê, kevirên nivîskî yek ji çavkaniyên herî xurt ên dîroka jiyana her netewekê ne.
Yek ji wan kevirê nivîskî yê bi nirx ê Kurdistanê “kevirê nivîskî yê Tengîwer” û “Gaşeberda bizmarî” ya Hewramanê ye ku dikeve navbera gundên Tengîwer û Wêziyer yên ser bi bajarê Kamêran li Rojhilatê Kurdistanê.
Ev nivîsa dîrokî li lûtkeya çiyayê “Zeniyane” li gundê Tengîwer (li 45 kîlometriya bajarê Kamêran) hilkeftî ye. Nivîsa Tengîwer wek beşek ji mîrat û şaristaniyeta aşûriyan û herwisa şûnwarekî serdema desthilata wan li Rojhilatê Kurdistanê hatiye behskirin ku dîroka wê vedigere bo derdora hezareya yekam a beriya zayînê, wate Serdema Hesin.
Pêka encama çalakiyên şûnwarnasan ji vî cihî û çiyayê Zeniyane bi giştî, divê kelehek hebûbe ku bi sedema hilkefta wê li qiraxa rûbareke herikînê, bo heyameke zêde li hember hemû êrîşekî leşkerî hatibe parastin. Li hember wê nivîsê û ew aliyê dolê, valatiyek heye ku xelkê navçeyê jê re dibêjin “Zeniyane” ku divê mebesta wan girtîgehek piçûk a kelehê be. Li nêzî deriyê bakurê rojavayê kelehê, çeperek kevirî heye ku bo çûna nav kelehê hatibe bikaranîn.
Yekem gotar bi zimanê îngilîzî ku pêwendî bi kevirê nivîskî yê Hewramanê ve heye li jêr navê kevirê nivîskî yê Saragona Duyem, nivîsa Tengîwerê ji aliyê Girant Firêm, profesorê lêkoler ê aşûrî li kovara Şerq hatiye belavkirin, ku pirwatatirîn lêkolîn e li ser vê nivîsê.
Pêka lêkolînên perofesor Firêm, ev kevirê nivîskî bi zimanê aşûriya kevn û xetê bizmarî hatiye nivîsîn û qebareya wê 120 x 120 santîmetr e û 50 hevok li xwe girtiye. Di deqa nivîsê de, piştî pesna Xwedayên aşûrî wek Merdox, Abu, Sîn, Şemş û Îştar, behsa serkeftina aşûriyan hatiye kirin.
Herwisa li ser gund û navçe û bajarên wê jî rijd bûye ku di vî şerî de hatine girtin û kavil bûne. Naveroka nivîsê di pênc beşan de hatiye rêkxistinkirin: Piştî duakirin ji afirînerê gerdûn, nav û nasnavê Sargon tîne û bi îşarekirin bi xizmetguzariyên paşa, wî pesn dike. Paşê serkeftinên mezin ê Sargon û êrîşên wî, herwisa navê gund, navçe û bajarên derdor tê de têne behskirin û bi nifrîna wê kesê dawî pê tê ku nivîsê ji nav dibe.
Ji xeynî nivîsê, peykerek li vî cihî tê dîtin. Hin li ser wê baweriyê ne ku wêne ya Sargonê Duyem e, çimkî êrîşa Sargon û Aşûriyan li ser wê navçeyê li sala 708 yan 707 bz. hatiye qewimîn û her eva jî sedema çêbûna peyker û nivîsa kevirê Tengîwer e.
Ku wisa ye, peykera hatî kolandin a Tengîwer bi egereke zêde ve kesayetiyê paşayê aşûrî ye ku wî rihdîneke stûr heye û dikare yek ji wan sembolên taybet ên fermanrewayên aşûriyan be. Ev peykere bi bilindahiya 120 santîmetr û panatiya 170 santîmetr û kûrahiya 35 santîmetr hatiye kolandin. Di nav kevanê de kelwaşê mirovekî heye ku dirêjahiya wî 150 santîmetr û panatiya wî 35 santîmetr e. Karekterê mirovî yê berhemê di wê profîlê de bi kincên paşayî derketî ye û kumek li serê wî û qamçiyek di destê wî de ye. Piyê xwe yê rastê li pêş daniye û piyê xwe yê çepê jî li piştê daniye, destê xwe yê rast ber bi serê xwe ve bilind kiriye û herwisa destê xwe yê çepê jî daniye ser zikê xwe.
Pêka helsengandinên dîrokî, ev nivîs û peyker tevî du nivîsên din ên serdema Sargonê Duyem li Qibrisê û Necefavaya Kirmaşanê, xalên hevpar ên zêde tê de hene. Ev berhema dîrokî li sala 2001an wek mîratek kultûrî ya nîştimanî ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatiye tomarkirin.