Li keleha dîrokî ya Xarpêtê midbexekî hezar sal berî naha hate dîtin

Şadî

Kurdshop – Keleha Xarpêtê yek ji kelehên dema Urartuyiyane û wek Keleha Şîr jî tê nas kirin. Keleha Xarpêtê di nav sînorê parêzgeha Elezîz a Bakurê Kurdistanê ye û keleh a hundir û derve ji du beşan pêktê.

Li gor rîvayetan tê gotin ku sedemê ku jê re dibêjin Keleha Şîr, ji ber ku di dema ava kirina wê de çîmento û xerca ku hatiye bikaranîn de, cîha avê şîr hatiye bikaranîn ji ber wê jî jê re dibêjin Keleha Şîr. Herwaha li gor rîvayetekî din jî tê gotin dema ku kelhe hatiye çêkirin, wê demê av li wê derê nebûye û di cîha avê de şîr hatiye bikaranîn.

Li wê keleha dîrokî ya Xarpêtê lêkolîn û kolan her berdewamin û naha jî midbexek kevin a dîroka wê digehe hezar sal berî naha hate dîtin.

Li Keleha Xarpêtê ya Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê de cîh digre, xebatên vekolînê berdewam dikin.

Di encama xebatên kolanê de aşpêzxane ango midbexeke hezar salî hat dîtin.

Li gor agahiyan, di wê medbexê de ji bo mîr û xatûnên kelehê û berpirsên wê serdemê xwarin hatine çêkirin.

Herwiha li wê derê firaq û kûzên wê serdemê û hestiyên ajelan jî tê de hatine dîtin.

Berpirsên kolana Keleha Xarpêtê diyar kirin, wan gelek firaq û kelûpelên din yên serdemên Bîzans, Artukî, Selçukî û Osmaniyan jî dîtine.

Serokê Kolana Keleha Xarpêtê Profesor. Dr. Îsmail Aytaç diyar kir ku beşa midbexê ya Keleha Xarpêtê nêzîkî hezar salî ye û got:  ‘’Me firaq û kelûpelên din yên serdema Bîzans û mîrtiyên Artuklu û Selçuklu û serdema Osmaniyan peyda kirin. Li gor texmîna me ev midbex hetanî sala 1860î hatiye bikaranîn.”

Di nav midbexê de firaq û kûzên wê serdemê û hestiyên ajelan hatin dîtin.

Profesor. Dr. Îsmail Aytaç herwiha da zanîn ku li vê derê 8 tenûr û 2 beşên xwelîdank hatine dîtin û got: “Tendûrên ku di nav hev de ne hene. Di nav wan de hestiyên ajelên biçûk û mezin hatin dîtin.”

Li Keleha Xarpêtê heta salên 1860î jiyan berdewam bûye lê bi avakirina bajarê nû re li nêzîkê kelehê xelk ji kelehê derketine û li bajarê nû bi cih bûne.

Seyyahê mezin ê Tirk Ewliya Çelebî ji bo bajarê dîrokî yê Xarpêtê dibêje, bajar sînorê Kurdistanê ye, av û hewaya wî gelekî xweş e û hemû niştecihên wî Kurd û Ermenî ne.

Keleha kenar ya Xarpêtê, ku xwedî dewlemendiyeke bêhempaye li bajarê Elezîzê yê Bakurê Kurdistanê ye û dîroka wê vedigere sedsala 8temîn ya beriya zayînê.  Heta naha şopên herî kevnar ku yên Şaristaniya Urartuyane hatine dîtin.

KURDŞOP
654 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!