Gundê Çermo yek ji gundê herî kevin ê niştecîhbûn û destpê kirina çandiniyê ye

Hanî

Gundê Çermo yek ji kevintirîn gundên dîrokî yên Kurdistanê ye ku landika serhildana jiyan û çandiniyê bûye û dîroka wê vedigere bo sala 6750an a berî Zayînê. Gund dikeve zozaneke bilind û bera wê ber bi aliyê rûbareke mezin e ku aliyek ji tayên ava rûbarê Tawqê ye, rûbera wî gundî nêzîkî du hember 11.000-16.000 metran e û 2.500 metran ji asta deryayê bilind e. Ev gund dikeve aliyê rastê rêya di navbera Tekye - Çemçemalê û bi qasî (13) km dûrî Çemçemalê ye.

Bermahiyên kevnar ên gundê Çermo yekem car ji aliyê asewarnasê Iraqî ve hatiye dîtin. Paşê asewarnasên Rojhilatî yên Zanîngeha Şîkago li gund dest bi kolandinê kirin ku du salan berdewam dike. Di encamê de 16 qatên asewar tê de hatin dîtin ku bi qasî 20-23 metran bilind e, ji ber vê jî weke serdema paleontolojîk a neolîtîk tê dîtin. Ev serdem bi asewarên din ên Rojhilata Navîn re hevdem e.

Lêbelê, zeviyên çandiniyê di pênc tebeqeyên jor ên din de hatine dîtin. "Briedwood" li ser vê baweriyê bû ku ev gund bi qasî 400 salan avedan bûye û paşê hatiye valakirin.

Gundê Çermo, li ser şoreşa serdemê neolîtîkê ya nû li Kurdistanê, li Iraq û Rojhilata Navîn hin tiştên giring eşkere kiriye. Ji ber ku li vî gundî kurteya serpêhatiyên wî yên berê derdikeve holê. Derbarê hilbijartina tov û dexlên baş ên di çandina vî gundî de, li gorî ezmûnên ku hatine kirin, pispor gihîştine wê encamê ku genimên gundê Çermo ne dûrî bingeha xwe yê çiya ye, ango demek dirêj neçûye ku kedî kirine. Li vî gundî di qazanên ku bûne komir de gelek tovên nîsk, nok li hundirî hatine dîtin.

Ev yek ji bilî hebûna riwekên xwezayî yên wekî fistiqan e ku li herêmê hebûn û bermahiyên van bi cih mane.

Kesên ku li gund dijiyan heywanên wek bizin, beraz û pez xwedî dikirin. Diyar e pez li gundê Zawî di qonaxeke berê de hatiye kedîkirin, lê zanyar nizanin ka çêlek li gundê Çermo hatine kedîkirin yan na û dibe ku bi ker û berazên kovî hatine nêçîrkirin. Bermahiyên wan sewalan delîlên sereke yên hebûna wan ên li herêmê ne.

Her weha di wî gundî de, hêkên Îblîs jî ku di wê dema jiyanê de xwarineke hevpar bûye, ne tenê li gundê Çermoyê, di piraniya asewarên dîrokî yên Rojhilata Navîn de jî hatine dîtin.

Di heman demê de cotkarên gundê Çermo di hunera avadaniyê de jî bi pêş ketine. Di demên kevnar de malên mirovan bi awayê zencîreyî bûne, lê li gundê Çermo avahiyên xwe bi çargoşe çêdikirin. Xelkê Çermoyê dîwarên xwe bi heriyê boyax kirin û deriyên malên xwe bi qamîşan û bi daran girêdan e, dirêjahiya her odeyeke wî gundî bi qasî 4-6 metran bûye. Her avahiyek odeyeke zêdetir di hundirê wê de hebûye.

Her çawan ku hatiye behskirin, rûniştiyên gund ku nêzîkî 150 kesî bûne û li 25 malbatan pêk hatine.

Aman û kevçiyên wan wek derzî ku ji hestî û keviran hatine çêkirin, nîşan dide ku gel di hunera pêdiviyên rojane de gihiştiye qonaxeke pêşketî û dîtina derzî û serteşî nîşana dirûtinê ye. Yanî zêdetir ji van tiştên ku bedrest in tişt û amûr çêkirine.

Li gund gelek peykerên ji ajalan ên curbecur hatine dîtin. Xelkê Çermoyê miriyên xwe di çalên hundirê odeyên xwe de veşartine. Ji xeynî peykerê jineke ducanî û qelew, ku di xwezayê de sembola hebandina hêza xweşikî û hêjatî ye bo mînak xwedawenda dayikê.

Kurdan hertimî li ser fêrbûna çandiniyê geriyane û giringiyeke mezin dane çandiniyê. Çandinî çavkaniya debara wan bûye û xwedî erdekî berhemdar bûne. Ev jî îsbat dike ku kurdên herêmê xwedî dîrokeke dûr û dirêj û resen in û ev gund jî îspat dike ku Kurdistan ji demên kevnar ve herêmek dewlemend bûye.

Li gorî lêkolînan, Çermo gundê herî kevnar yê li ser rûyê erdê ye ku mirov cara yekem fêrî jiyana bi hev re bûne bûne. Balyozê Japon ê li Iraqê Matsumoto Futoshi gotiye: "Min yekem pola kevirî ya 7 Hezar û 500 salî dît. Bi van derziyan, ekîba me ya asewarnasiyê her roj van tiştan dibîne."

asewarnasî ji bo Kurdistanê pir girîng e, ji ber ku divê hûn zanibin ku hûn şaristaniyek kevnar in, bizanibin hûn ji kuderê hatine vê herêmê, da ku dîroka xwe li ser bingehên tiştên objektîf saz bikin. Ji ber vê yekê Çermo bi giştî û Kurdî bi taybetî ji bo destpêka serhildana şaristaniyet, niştecihbûn û çandiniyê nasnameyeke cîhanî ye.”

Cihê asewarên gundê Çermo dikare wekî şûnwareke dîrokî û bermahiyên kevnar û wekî herêmeke geştiyariyê girîngî pê bê dayîn û ev mijara jî cihê balkişandin û girîngî pê danê ye.

KURDŞOP
588 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!