Bajarê kevnare yê Dara li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê

Bi hatina demsala havînê re, her sal bi hezaran geştiyar serdana dêr, koşk, bazar, girtîgeh, topxane û çendîn şûnwarên din yên bajêr dikin.

Şadî

Kurdshop -   Di şaristaniyeta mezopotamyayê de bi hezaran cih û warên dîrokî li ser piyan mane û heta roja me ya îro jî li ser piyan mane û wek warên çand, dîrok û geştiyariyê dimînin. Yek ji van cih û waran jî bajarê kevnar ê Dara ye.

Bajarê dîrokî yê Dara yan jî Dêra ku ser bi gundê Dara ya parêzgeha Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ye, 30 kîlometreyan li dûrî navenda bajêre û li ser rêya navçeya Nisêbînê ye. Bajarê Dara xwedî dîrokeke kevnar ya 2 hezar û 300 sal beriya naha ye.

Ev bajarê dîrokî di serdema Romayiyan de ji bo cihê parastina sînorên Împaratoriya Romaya Rojhilat ya li hember Sasaniyan weke binkeyeke leşkerî hatiye avakirin. Di dema xwe de ji ber ku dikeve li ser Rêya Hevrîşim, di warê olî, civakî û bazirganî de pêgeheke wê ya girîng hebû ye. Herwaha bi dîrok û dîmenê xwe bala herkesî dikşîne ser xwe. Ji ber wê jî her sal ku bi hezaran kes diçin serdana bajarê dîrokî yê Darayê, ji ber dîmenên wê yên bê hempa heyran dimînin.

Bi hatina demsala havînê re, her sal bi hezaran geştiyar serdana dêr, koşk, bazar, girtîgeh, topxane û çendîn şûnwarên din yên bajêr dikin.

Li bajarê dîrokî yê Dara amûrên bi keviran hatine çêkirin, girtîgeh û cihên avê hene. Ya herî girîng jî, li wir avahî hatine çêkirin û herwaha  li gorî agahiyan li wê derê goristanên 3 qatî ku 500 sal beriya zayînê di serdema Roma de hatine çêkirin hene. Li gor agahiyan, qata yekem ji bo goristanê bûye, qata duyem cihê veşartina malbatên rêveberan bûye û di qata sêyemîn de jî goristaneke bi kom heye, ku tê pêşbînî kirin ew ji bo xelkê asayî bûye.

Cara yekem kolana bajarê Dara, di sala 1986’an de destpê kiriye. Di nava van 34 salan de ku lêkolîn û kolandin û pişkinîn berdewamin, heta niha gelek eserên dîrokî yên serdemên cuda hatine dîtin ku di heman demê de balê dikşîne ser dîroka wê deverê. Tê gotin ku ji ber nebûna piştgiriyeke darayî ya bi hêz, heta niha ji sedî 10ê şûnwarê bajêr hatine vekirin.

Bajarê Dara di salên 2010’an de jî di encama kolandinên arkeolojiyê de hat lêkolîn kirin.  

Bajarê Dara, di dema Bîzansiyan de navê wê Anastasîopolîs  bûye û di sala 1950’î de jî weke Oguz tê guhertin. Sala 2010ê de jî piştî lêkolînê weke Dara tê binav kirin.

Ji ber ku tê gotin, bajarê Dara, ji aliyê hikumdarê Persan Dariyûş ê sêyem ve hatiye avakirin. Bajar heta çend sedsalên piştî zayînê, carnan di bin hikumdariya Împaratorirya Romayê û car caran jî di bin hikumdariya Persan de maye. Di sedsalên 7’an de jî dikeve destên ereban û heta sedsala 15’an jî di bin desthilatiya hikumdarên herêmî de dimîne. Piştî sedsalên 15’an jî dikeve destê Osmaniyan.

Bajarê Dara ku yek ji cihên herî kevnar a nîştecîhbûnê yê Bakurê Kurdistanê tê hesibandin, bi sarinc û mozaikên xwe ve weke muzexaneyeke servekirî ye û bi sûr û dîwareke 5 kîlometreyî hatiye dorpêçkirin.

Bajarê esil ê Dara:

Derdora bajarê Dara bi bedenek 5 km hatiye pêçandin. Du deriyên vê bedenê hene ku yek jê li bakur dinêre û yek jî li başûr. Bedena bajêr ji hêla rojhilatê deriyê bakur ve dest pê dike û ji ber herêma Zellaceyê digihêje ser çem û piştî newala şikeftan jî dixe hundirê xwe, digêje topxaneyê. Li wê derê, li ber seraya Bertevîl bi deriyê başûr ve dibe yek. Bedena ku ji rojavayê deriyê başûr dest pê dike Mekbezeyê (Goristana kevin) dixe hundirê xwe. Dû re li herema Cirgana ji ser kevirê jêkirî derbas dibe û digihêje Haknî û di ber sarîncan derbas dibe. Piştî dorê li  Ziyareta Yûnis û Keleya Hundir jî digre, xwe digihîne hindava mizgeftê û bi deriyê bakur re dibe yek. Di nav vê bedena ku ji 5 km dirêj de, hîna jî gelek xirbeyên  dêr, seray, mizgeft, sûk, pir û sarincên ku li ser piyan mane henin.

Keleha hundir jî:

Li ser girekî li bakurê bajêr û bilindahiya wî bi qasî 50 metreyî de hatiye avakirin. Lê belê îro ji bingehê keleyê pê ve ti tiştekî din nemaye û li şûna avahiyên li ser gir, xelkê herêmê ji xwe re xanî çêkirine.

Ji ber wê jî her ku diçe hejmara geştyarên ku serdana bajarê Dara dikin jî zêde dibin. Li gor amarên fermî yên Wezareta Geştûguzarî ya Tirkiyê, îsal gelekî xwestek li ser heye û li gor 2 salên derbasbûyî hatina geştyaran bo vê navçeyê ji sedî 500 zêde bûye.

Li bajarê kevnare yê Dara bi taybetî kanalên avê li gorî tê texmînkirin di tevahiya cîhanê de sîstema yekem e. Dara ji 4 taxan pêk tê.  taxa Hecaciyan, taxa Kelê, taxa Axê û taxa Filehan in. Herwaha di hemû taxan û di bin hemû xaniyan de jî, şopên dîrokî yên bi hezaran salan tên dîtin.

Bajarê antîk piştî şerê Gagmelayê, yê berê zayînê di 331’ê de ji aliyê Îskenderê Mezin ve li gorî bingeha xwe ji nû ve tê avakirin. Lê berê şûnwarê bajarê kevnar ê ku îro li Darayê tê dîtin ji hêla împaratoriya Bîzansê ve piştî zayînê 491 – 518’an ve tê avakirin û navê Anastasiopolîs lê tê kirin. Herî dawî jî di sala 530’î de ji aliyê Împaratoriya Romayê ve bi mîmariyek helenîstîk ji nû ve hatiye avakirin. Ango bajarê ku ji aliyê Persan ve hatiye çêkirin, tê hilweşandin û kevirên wê ji bajarê nû ya Dara ku ji aliyê Romayê ve hatî çêkirin re tên bikaranîn.

KURDŞOP
607 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!