Peykerê Herkûl ê Yewnanî li Rojhilatê Kurdistanê

Di 39 kîlometriya bajarê Kirmaşanê û li sînorî bajaroka Herisîn a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, li quntara çiyayê navdar yê Bêstûn û di bin siya daristanên pir av de peykera kevir a Herkûl(Herakles) efsaneya navdar  a Yûnanî li hundirî zinarekî de hatiye tiraşîn.

Ev peykera, yek ji 28 kevneşopiyên dîrokî ye ku li çiyayê Bêstûnê hatiye vedîtin e. Peyker li kêlega rêya navdar a Avirîşm an weke di vê herêmê de tê vegotin ku rêya Xorasanê hilkeftiye û tenê 35 metran li Taqwesan û kom kevneşopiyên Bêstûnê dûr e.

Dîroka peykera Herkûl

Peyker zilamekî xwedî heybet û bi porên gijkirî û bedena tazî ku li ser aliyê teniştê li ser çermê şêrekê pal daye û enîşka destê aliyê çepê bilind kiriye û perdaxek şerab di destê xwe de girtiye. (Li piştî avabûna Komara Îslamî ya Îranê, perdaxa şerabê li destê wê de ji aliyê mirovên nenaskirî ve hatiye şikandin) û destê wê yê aliyê rastê jî li ser piyê aliyê rastê danîne.  Ev peyker li ser dikekê bi dirêjahiya 220 cm hatiye çêkirin û dirêjahiya peykerê jî 147 cm û bilindahiya wê jî 150 cm. Peykera han li hundirî zinareke yek parçe de hatiye tiraşîn û ji aliyê dûmahiyê ve pal daye bi çiya.

Li kêleka peykerê xerîteya dara zeytûnê li ser kevir hatiye xêzkirin û li ser çiqa wê jî tîr û kevan tê dîtin. Li kêleka darê xerîteya gurizekê hatiye xêzkirin.

Li kêleka wan nivîsek bi tîpên Yewnanî li ser lewheyekê bi dirêjahiya 43 cm û firehiya 33 cm, bi heft rêzan hatiye nivîsandin. Di binê peykerê de xerîteya şêrekê ku du metran dirêj û 114 cm bilind e hatiye xêzkirin heye.

Li gorî lêkolînan û vê cureya ku li nivîsê de hatiye nivîsîn, peykerê Herkûl 153 salan beriya Zayîna Mesîh di serdema desthilatdariya Eşkaniyan de û li serdemê Mehrdadê Yekem de (eşka 9em a zincîre paşayên Eşkaniyan de di heyamên salên 136-174an Zayînî de) hatiye çêkirin.

Vedîtina peykerê Herkûl

Ev peykera han di sala 1956an de di dema çêkirina rêya Kirmaşan-Hemedanê de hatiye dîtin. Di wê salê de dema karkeran ji bo çêkirina rê quntara çiya dibirin, pê dihesin ku buldozera wan di kevireke pir hişk û mezin de asê bûye, ji ber vê yekê dest ji kar ber didin û bi destan kevirên hûr yên wî cihî hil didin û bi vî awayî peykera Herkûl der dikeve.  

Ji ber dîtina peyker karê çêkirina rêya Kirmaşanê heta Hemedanê hat rawestandin, kolandina derdora peykerê 12 rojan dom kir û di dawiyê de xuya dibe ku peykerê han di hunirî zinareke mezin de hatiye tiraşîn. Ji ber lêxistina buldozerê serê peyker ji laş hatibû veqetandin, piştî lêgerîna li kevirên li herêmê serê peyker hat dîtin û li şûna wê tê danîn, lê derket holê ku beşek ji rihê peykerê şikestiye û li cihê xwe de nemaye.

Diziya serê peykerê Herkûl

Serê peyker di salên 1977 û 1993an de du caran hat dizîn lê paşê hat dîtin. Di sala 1993an de di diziya wê de gelek zirar dîtibû, ji ber vê yekê ji bo pêşî li dizîna vê asewara bi qîmet bê girtin, biryar hat dayîn ku ji heman kevirî serê bi heman rengî were çêkirin û serê rastîn ê peykerê bê veguhestin. Serê rastîn ê peykerê di Xezîneya Asewarên Dîrokî de tê parastin.

KURDŞOP
646 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!