Du kelehên dîrokî yên parêzgeha Îlam a Rojhilatê Kurdistanê

Parêzgeha Îlam yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye ku 425 kîlometran li gel ÎIaqê sînorê wê yê hevpar heye. Ev parêzgeha han li gel parêzgehên weke Kirmaşan, Loristan û Xuzistanê hev sînor e.

Roj Qadirî

Parêzgeha Îlamê

Parêzgeha Îlam yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye ku 425 kîlometran li gel ÎIaqê sînorê wê yê hevpar heye. Ev parêzgeha han li gel parêzgehên weke Kirmaşan, Loristan û Xuzistanê hev sînor e. Navenda vê parêzgehê bajêrê Îlamê ye ku heman demê de mezintirîn bajêrê vê parêzgehê tê hesabkirin. Li gorî serjimêriya sala 2016an a Zayînî, hejmara rûniştvanên vê parêzgehê nêzîkî 581 hezar kesan bûye.

Parêzgeha Îlamê navçeyeke xwediyê av û hewayê xweş ê çar demsalî di Rojhilatê Kurdistanê de, ku ji serdemê berê ve pir asewar bi cih mane û xwediyê dehan cihên geştyarî yên sirûştî û dîrokî ye. “Keleha Sam” û “Keleha Walî”, ji kelehên dîrokî yên parêzgeha Îlamê ne.

Keleha Sam li bajarê Çirdavilê ye

“Keleha Sam” yek ji kelehên dîrokî yên Îlamê ye ku dikeve bajarê “Çirdavilê”.

Di rastiyê de “Keleha Sam” meydaneke dîrokî ye ku nêzîkî gundê “Çimbur”ê û li nêzîkî vê dareke çinarê ya 500 salî heye. Ev kelhe sê beşên ku pêwendiya wan bi hev ve heyî û têkel hev pêk hatiye ku mevdayek jî di navbera van de heye û hinek belgeyên dîrokî behsa vê yekê dikin ku di dawiya serdema Partan û destpêka serdema Sasaniyan de hatiye avakirin.

Asewarnas behsa vê yekê dikin ku "Ev keleh mîmariya leşkerî û parastinê heye. Keleh li ser bilindahiyên herî xurt ên çiya hatiye avakirin û mîmarê sereke yê kelehê li gorî cihê xwezayî yên regezan, ode û deriyên kelehê çêkirine." Bi giştî mîmariya kelehê li gor şêwaza mîmariya serdema Sasaniyan hatiye avakirin.”

Li aliyê başûr-rojavayê kelehê asewarên cihên agir hilkirinê xuyane ku di dema êrîşa Ereban de weke mizgeftan lê kirine.

Keleha Walî li Îlamê

Keleha Walî ya Îlamê, li deşta “Miyan Kohî” ya Îlamê û li ser girê “Çiga Mîrk” a Îlamê hilkeftiye û di sala 1287ê Rojî (1908an a Zayînî) de di serdema Qacaran de hatiye avakirin. Kaniya “Bî Bî” ava vê kelehê dabîn kiriye, ku bi şêwaza berê bi sûdwergirtin ji boriyeke heriyê ava kaniyê vediguhastin bo hundirî hewşa navendî ya kelehê. Ev mîrata di 19'ê Banemera sala 1376an(9ê Gulana 1997an a Zayînî) de bi hejmara 1798'an weke mîrata neteweyî ya Îranê hatiye tomarkirin.

Keleha Walî li bakurê şeqama Pasdaran a navenda Îlamê hilkeftiye û hatiye nûjenkirin. Ev avahiya dîrokî yek ji girîngtirîn cihên geştiyarî yên Îlam û Kurdistanê ye û muzexaneya xelknasî ya Îlamê wir e. Weke piraniya kelehên din yên Kurdistanê, hatiye piştguhxistin û ji aliyê hikûmeta Îranê ve ti girîngiyekê pê nayê dan.

Keleha Welî yek ji girîngtirîn avahiyên çandî û dîrokî yên Rojhilatê Kurdistanê ye. Di sala 1287'an a Rojî (1908an Zayînî) de bi fermana “Qulamriza Xanê Feylî” li kolana bi navê “Husên Away Feylî” ku bi navê “Gundê Serê” dihat naskirin, hatiye avakirin. “Qulamriza Xan”, waliyê Feylî, ev der ji bo rûniştina xwe di demsala Havînê de hilbijartiye û keleha xwe li ser girekê çêkiriye.

Keleha Walî li ser erdekî bi mezinahiya 4 Hezar û 687 metre çargoşe hatiye avakirin û ji wê rêjeyê, fezayeke şînkatî bi mezinahiya 1792 metre çargoşe ji aliyê beşa başûr ve maye. Bingehê vê kelehê 1466 metre çargoşe ye û mezinahiya hewşa hundirê kelehê jî 1363 metre çargoşe ye. Darên kevin ên bilind û hewzek li pêş dîmenek xweş didin bi kelehê.

Keleha Walî di dema avakirinê de li cihekî bi temamî vekirî hatiye avakirin, lê piştre piştî pêşketina bajarvaniyê derdora wê bi avahiyên îdarî û malên welatiyan hatiye dorpêçkirin.

Li aliyê bakurê kelehê qesrek xweşik a (şanişîniyê) heye ku qasa vê ji odeyên din ên kelehê mezintir e. Di nîveka qesrê de hewzeke biçûk heye ku bi kevirê mermer hatiye xemilandin. Hewz li kêlega kaniyekê ku wê demê tijî av bûye hatiye çêkirin, lê bi demê re kanî hişk bûye û ji ber vê ku xweşikiya vê serdemê bê parastin, di dema nûjenkirinê de av veguhastine bo boriyê.

Hêjayî gotinê ye ku ev keleh di dema şerê 8 salan ên di navbera Îran û Iraqê de ji sedî 50 wêran bûye û piştî şer komek ji beşên vê hatine nûjenkirin lê wekî ku tê xwestin nîne.

KURDŞOP
571 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!