Kelha Şêrwane ya şûnwarê dîrokê ya li bajarê Kelarê

Keleha Şêrwane li herêma Zengabatê û herêma Qevbeye Birahîm Beg e, ji Emîr Şêrwan kurê Mensûr re hatiye pêşkêşkirin

Hanî Morteza

Kurdshop - Keleha Şêrwane yek ji van cihên dîrokî yên girîng ên Kurdistanê tê hesabkirin ku dikeve başûrê rojhilatê bajêrê Kelarê li navça Germiyan a Başûrê Kurdistanê.

Tevî hebûna çendîn hizr û ramanên cuda yên di derbarê dîroka vê kelehê de, ya ku naha bi fermî behs jê tê kirin ev yeka ye ku ji sala 1866an li ser biryara “Mihemed Paşayê Caf” hatiye avakirin, wekî behs jê tê kirin di wê serdemê de heyama 8 salan pê çûye da ku kelhe bi tevahî bê avakirin û li sala 1874an karê dirustkirina wê kelheyê bidawî bûye.

Keleha Şêrwane li herêma Zengabatê û herêma Qevbeye Birahîm Beg e, ji Emîr Şêrwan kurê Mensûr re hatiye pêşkêşkirin. Hin çavkanî dibêjin ku beşek ji vê girê ku Keleha Şêrwane lê hatiye çêkirin, di serdema Sasaniyan de bûye ku hatiye çêkirin û li gorî demê guhertin bi ser de hatiye û piştre li ser biryara Mihemed Paşayê Caf, beşeke din a wî girî ku cihê naha yê kelehê ye hatiye avakirin.

Mihemed Paşayê Caf serokê eşîra Caf a mezin bûye, ku ji aliyê waliyê Bexdayê ve, wezîfeya padîşahiyê jê re hatiye dayîn, ji bo birêvebirina eşîra xwe û çavdêriya sînorê di bin desthilatdariya xwe de, li Şarebanê heta Ciwanro bûye, ev keleha li ser wî girî li bajêrê Kelarê avakiriye.

Keleh ji du qatên avahiyan û qata sêyem ku bi navê kilavê ferengî tê zanîn pêk hatiye. Keleh di wan her du serdeman de ji bo du armancan hatiye avakirin:

1. Armancên siyasî, ji bo çavdêriya herêmê û her wiha ji bo çavdêrî û agahdarbûna ji nêzîkbûna xelkê û biyaniyan li herêmê de.

2. Bi mebesta bêhnvedana Mihemed Paşa, malbat û mêvanên wî.

Keleha Şêrwane di serdema avakirina xwe de ji aliyê erdnîgarî, aliyên siyasî û stratejîk ve girîng bûye, ji ber ku li ser tevahiya herêmê de çavdêrî dikir û herêm ji wir dihat şopandin.

Naha jî keleha Şêrwane weke cihekî dîrokî ji bo bajarê Kelarê û Germiyanê girîngiya taybet a xwe heye û bûye sembola bajêrê Kelarê û cihekî dîrokî û geştiyarî li herêmê de ye.

Pisporên warê avahîsaziyê derbarê mevdaya ku avahî wir hatiye çêkirin dibêjin: Avahî û keleh ji kerpîçên heriyê hatiye çêkirin û du cure kerpîç di çêkirina vê de hatine bikaranîn, yek jê re kerpîçên Aşûrî û Babilî û ya din jî bi kerpîçên sorkirî jêra tê gotin hatine bikaranîn.

Her wiha kevir jî bikar anîne û çîp û darê gûzê û gec jî bi kar anîne.

Ev keleha ji ber erdhejan û bi dirêjahiya salan li çend cihan herifiye, ji ber wê jî di salên 1925, 1988 û 1998an de sê caran hatiye nûjenkirin û naha bo cara çaremîn di bin nûjenkirinê de ye.

Rûber :

Keleh li ser rûbereke 320 metre çargoşe û bi şeklê çargoşe hatiye çêkirin. Ew xwediyê deriyekî sereke ye bi şêwaza nîvcirkular û kevaneyî ku dikeve beşa başûrî de.

Pêkhateya her qata vê jî wiha ye:

1. Qata yekem: Ji du odeyên mezin, du salon û çar stûnên ji bo ragirtina kelehê, ku diçe heta qata sêyemîn pêk tê.

2. Qata duyem: Ji çar ode û salonekê pêk tê.

3. Qata sêyem tenê ji odeyekê bi şiklê kilavê ferengî pêk tê ku dikeve di nîveka kelê de.

Pencereyên her qatê jî kevane ne û ji dara gûzê hatine çêkirin.

Ji ber kevnariya kelehê ku wek şûnwarekî dîrokî ye, her sal xwendekarên zanîngeh û peymangehan serdana wê deverê dikin. Ev ji bilî serdanên geştyarî ku ji bo dîtina vê keleha Kelarê tên. Di pêşerojê de ji aliyê şaredarî û aliyên peywendîdar ve, bi mebesta xemilandina kelehê û sûd wergirtina xelkê li dema geştiyarî û serdana deverê de, pilan hene ku derdora kelehê bikin park û şînkatî.

KURDŞOP
585 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!