Pira Dehderî ya Amedê

Pira Dehderî ji ber ku deh çaviyên wê yên avê hene jê re tê gotin Pira Dehderî. Ew pir li derveyî bajêr, li aliyê başûrê navenda bajarê Amedê û 3 kîlometreyan li Deriyê Mêrdîn a kelheya Amedê dûr e.

Şadî

Kurdshop  – Pira Dehderî ya Amed a Bakûrê Kurdistanê bi gelek navan tê naskirin, hin ji wan navan jî Pira Belek, Pira Dehçavî û Pira Farqînê ye, lê navê wê yê kevin Pira Belek e û li ser çemê Dîcle hatiye ava kirin.

Pira Dehderî ji ber ku deh çaviyên wê yên avê hene jê re tê gotin Pira Dehderî. Ew pir li derveyî bajêr, li aliyê başûrê navenda bajarê Amedê û 3 kîlometreyan li Deriyê Mêrdîn a kelheya Amedê dûr e. Dirêjiya pirê 180 metre û firehiya wê jî 7 heta 8 metreyan e. Pir ji kevirên bazalt û rast û hişk hatiye çêkirin. Pir du beş e. Beşa aliyê rojhilat û beşa aliyê rojava. Di navbera wan herdu beşan de stûneke taybet heye û ew stûn herdu beşên pirê bi hevdu ve girê dide. Ji ber ku pêlên avê yên bihêz ji aliyê rojavayê pirê ve tên li pirê dixe, dîwarê wê yê aliyê rojava pir stûr hatiye ava kirin û çaviyên wê jî firehtir hatine çêkirin. Gelek dîroknas û bi taybetî jî dîroknasê bi navê Carsten Niebuhr di pirtûka xwe de dibêje Pira Amedê bi qasê dîroka bajêr kevn e. Lê belê ew Pira Dehderî ya ku naha heye ne pira yekem e; ew pir di dema dewleta Kurd a Merwaniyan de hatiye çêkirin an jî wê demê hatiye nûjen kirin.

Herwaha Dîroknas M.Van Berchem û Albert Gabriel jî dibêjin di serdema antîk de ew pir hebûye, lê her cara ku hêzên xwestine bajarê Amedê dorpêç bikin û dest li ser bajarê Amedê de bigrin, armanca wan a serekî ew pir bûye, ji ber çi hêza ku li bajarê Amedê desthilat bûye destpêkê de ew pir xirab kirin. Piştre dema ku hêzên beramber xwe vekêşandine careke din ji nû ve pir hatiye çêkirin an jî hatiye nûjen kirin û sererast kirin. Yanî dikare bê gotin di her şerê li ser Amedê de Pira Dehderî ya Amedê ji bo dijmin bûye armanca yekem û sereke. Di sala 974ê de dema Împaratorê Bîzansî Yûhena I Tzîmîskes bajarê Amedê dorpêç dike, pir hilweşandibû.

Pira Dehderî li ber pala Çiyayê Çil Ezîzan e. Li gorî hin dîrokvanan di sala 515an de, di heyama Împaratoriya Romayiyan de hatiye avakirin û Emewiyan di sala 742 /743yan de ev pira hilweşandine, lê tişta ku teqez tê zanîn salên 1065 – 1067ê di dema Mîrantiya Merwaniyên kurd de hatiye lêkirin, hostayê avakirina pirê, Yûsifê kurê Ubeydê Sencar bûye.

Nivîsa li ser dîwarê pirê di sala 1065ê de hatiye kolandin û heta îro jî ku ew nivîs her maye, di wê nivîsê de tê gotin ku pir ji aliyê Padîşahê Merwaniyan Nîzamuldewle ve hatiye çêkirin û wêneyê wê nivîsê jî wekî li xwarê hatiye waha ye:

Tercûme û wergêra wê nivîsa li ser pirê bi kurdî jî hatiye kirin waha ye: 

Ji bo rehmet û xêra xwedê qezenc bike, emîrê me yê hêja, efendiyê me(?), nîzama dîn, hêzdarê dewletê... Îzetê îslamê (Xwedê emrê wî dirêj bike, serkeftina wî ezîz bike û jê re hîdayet bike)... ji bo çêkirinê emir daye, pere serf kiriye. Ev jî... di bin berpirsiyariya qadî Ebdul Hesen Evdulvahîd de û ji aliyê westayê dîwaran Sacerê(?)* kurê Ubeyd ve di sala 457an** de hatiye çekirin.

Ji aliyê din ve Çemê Dîcle ji bo Amediyan pîroz e. Xelkê Amedê bawer dike ku ava Dîcleyê raste rast diçe bo biheştê. Xwedê û ferîşteyên xwe li biheştê ne. Li ser bingeha wê baweriyê jî, jin û keçên Amedê êvara roja Cejna Qurbanê li ser kaxezan daxwaz, hêvî û gilînameyên xwe dinivîsin û diçin ser Pira Dehderî. Dest bi duayan dikin û nameyên xwe yên ku berî wê amade kirine di pirê de davêjin xwarê. Li gor heman baweriyê name diçin biheştê. Nameyên ku bi avê re diçin di demekî nêzîk de digehin destê xwedê û daxwaz û duayên wan tên qebûl kirin.

KURDŞOP
867 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!