Bazara sergirtî ya dîrokî ya bajarê Urmiyê

Banê vê bazarê bi demê re di hin beşan de hilweşiyane, ku di salên dawî de ji aliyê mîrateya çandî ve hatiye restorekirin û nûjen kirin. Herwaha bazara dîrokî ya urmiyê ji 7 deste û taximên cuda pêk tê.

Şadî

Kurdshop – Bazara dîrokî ya bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, yek ji şûnwarên dîrokî ya wî bajarîye ku beşên wê yên kevnar ji serdema Sefewiyan ve heta roja me ya îro li ser piyan mane. Ev bazar ku heta naha jî yek ji navendên aborî ya kevnar a bajarê Urmiyê ye, dikeve ser rêya îmam ya wî bajarî.

Bazara Urmiyê di dirêjahiya dîrokê de bi bazarên bajarê Xoy, Tewrêz û Kafkasyayê re di nava têkiliyê de bûye û herwaha firehiya sûkê  5 hektar e û naha jî bi qasî hezar şaneyan ango dikanan di nava xwe de dihewîne.

Ev bazara sergirtî, ku dikeve başûrê rojhilatê Urmiyê, xwedî mîmarîyeke sade ye, ku ji nexşên hunerî û dekoratîf yên weke kaşîkarî, wênekarî û herwekî din, yên bazarên normal ên îranî yên din, tê de nayê dîtin.

Bazara ku bi temamî ji kelpîçan hatiye çêkirin, ji xaçerê yan jî çarêyên cuda pêk tê. Bane sûkê jî bi kemer û qubeyên li dû hev pêk hatine û di salên davî de hatiye nûjen kirin û gelekî balkêş e.

weke piraniya bazarên Îranê, ev bazar jî, ji sektorên cuda yên weke, deste, xanî, hemam, qesir û mizgeftan pêktê, ku dewlemendî û kenvnarbûna vê bazara dîrokî ya di dirêjahiya dîrokê re dide nîşandan. Beşeke vê bazarê, girêdayî serdema Sefewiyan e û hinek jî di dema Zand û Qacaran de li bazarê hatine zêdekirin. Beşa Etaran,  wênekêş, kevir tiraş, kêrsaz, bazara Mîrza Hisên axa, esnafên karê destî û helebî saz û herwekî din ji gelek beşan  pêktê.

Banê vê bazarê bi demê re di hin beşan de hilweşiyane, ku di salên dawî de ji aliyê mîrateya çandî ve hatiye restorekirin û nûjen kirin. Herwaha bazara dîrokî ya urmiyê ji 7 deste û taximên cuda pêk tê.

Bazara Urmiyê yek ji cîhên herî giring ê ji bo geştyar serdana wê dikin û li wê bazarê tiştan dikirin û dixwazin bibînin yek ji wan cîhên xweşik e û di sala 1983yê de di lîsteya mîrateyên netewî ya Îranê de jî  hatiye tomar kirin.

KURDŞOP
692 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!