Di binê Kelheya Zêrzevan a dîrokî de avahiyên pir mezin derketin holê

Li cîh û qada ku avahî lê hene heman demê de bîrên avê, Dêr a binerd, penageha binerdî û herwaha mabed ango perestgehekî Mîtra (Mithras) ya li sînorê Roma ya Rojhilat jî hatiye tespît kirin.

Şadî

Kurdshop – Kelheya Zêrzevanê ya li Amedê ku xwedî dîrokekî kevnar a 3 hezar sal berî naha ye û wek leşkerîgeh ango serbazgeha mezin a Roma an jî Romê bû, hat ragehandin di binê kelhê de bi rêya radarên jeolojîk ve ‘’Jeoradar’’ ve avahiyên mezin hatine keşif kirin.

Kelheya Zêrzevanê, li navçeya Çinar a ser bi parêzgeha Amed a Bakurê Kurdistanê ye û li ser rêya di navbera Amed û Mêrdînê cîh digre. Di dîrokê de ji gelek şaristaniyetan re bûye şahid û bi taybet wek leşkerîgeha Roma ya sînor tê zanîn û dîroka wê heta dema Aşûriyan Berî Zayînê 882 – 611ê diçe. Di dema Roma de jî di selsala sêyem a Piştî Zayînê ango di dema Romiyên Severusî de Piştî Mîladê 198 – 235ê wek cîhekî leşkerî lê tê ava kirin û heta sala 639ê ya dema ji aliyê artêşên îslamî ve tê girtin jî bi wî awayî berdewam dibe. Herwaha Keleha Zêrzevanê di sala 2020ê de bi awayekî demkî di nav lîsteya Mîrateya Cîhanî de cîh digre.

Li Kelheya Zêrzevanê li gor bicîhbûna leşkerî ji 1200 metre dirêjayî û 12 heta 15 metreyî bilindayî ve bi sûran hatiye dorpêç kirin. Cîhê ku avahiyê giştî lê cîh digrin jî li qada başûr e û li wê derê jî kule û burcên 21 metre bilindayiyê de bi armanca çavdêriyê hatine çêkirin hene. Dêr, avahiya rêveberiyê, cîhê cebilxaneyê û herwaha cîhê qurbandanê yê di kevir de hatî çêkirin û avahiyên bi wî awayî yên mîmarî hîn jî hene. Li aliyê bakur jî rê û şeqam û kolan û kûçe û avahî cîh digrin.

Li cîh û qada ku avahî lê hene heman demê de bîrên avê, Dêr a binerd, penageha binerdî û herwaha mabed ango perestgehekî Mîtra (Mithras) ya li sînorê Roma ya Rojhilat jî hatiye tespît kirin. Derveyî sûran jî kanalên ku avê ji bo vê navçeya niştecîhbûnê dabîn dike û çanaxên ku qurban li ser tên dayîn û kanayên kevir û li qada goristanê jî tirbeyên kevirî û tirbe û gorên bi gombet jî hene.

Li Keleha Zêrzevanê kolanên di sala 2014ê de destpê kirin de bi sedan asewarên dîrokî derketin. Tîma kolanê piştî lêgerînên bi ‘’Jeoradar’’ naha destnîşan kir ku avahiyên binerdi yên gelek mezin hatine dîtin. Herwaha ji bo xwe gehandina efsûnî û veşartîbûna Perestgeha Mîtra naha careke din dê kolan destpê bikin.

Serokê Şandeya Kolanên Keleha Zêrzevanê Doçend Dr. Aytaç Coşkun ragehand, di wan avahiyan de projeyên restore û nûjen kirine temam bûne û demekî kurt de li Kelheya Zêrzevanê, li kuleya başûr û Dêra Mezin dê xebatên nûjen kirin û restorasyonê destpê bikin.

Herwaha got, dê xebatên kolan û lêkolînê jî berdewam bikin û ragehand: Yek ji qadên me yên giring jî emê li qada ‘’Mîtra ya Pîroz’’ de kolanê bikin. Derbarê Mîthras de gelek pirsên ku nayên zanîn em bawer dikin ku dê bersivên wan jî bên dayîn. Gelek pirs û gelek mijar hene û ez bawerim heta dawiya vê salê, hin aliyên veşartî yên Mîtra (Mithras) bi wan kolanan ve dê bersivên wan bên dayîn.

Coşkun diyar kir, li Keleha Zêrzevanê bajarekî mezin ê ser rûyê erde heye, lê bi xebatên ku me kirin de herwaha bajarekî mezin ê binerd jî hate destnîşan kirin. Bi taybet bi xebatên Jeoradarî ve li bin erde avahiyên pir mezin hatine destnîşan kirin.

Doçend Dr. Aytaç Coşkun got, ew avahiyane 4 heta 5 qat in û diyar kir: ‘’Ev avahiyane ewqas mezin in ku dikare bi hezaran kes têde cîh bibin. Dikare bê gotin bajarê binerd li bajarê sererd mezintir e û emê ji ber wê jî kolanê bidin destpê kirin. Li Keleha Zêrzevanê bi hezaran asewar derketin. Naha ji wan 120 esawar li Mûzexaneya Arkeolojî ya Kelheya Navxwe ya tên pêşandan. Ji bo demekî nêzîk jî projeya mûzeyekî tê plan kirin.

KURDŞOP
596 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!