Li gor lêkolînên dawiyê hevdu maçî kirina romantîk 4 hezar 500 sal berî naha li Mezopotamya hatiye bi belge kirin

Li gor nivîsekî ku di kovara Science de hatiye belav kirin, lêkolînvan dibêjin hevdu maç kirina ji lêvan dibe ku nexwaşiyên bi rêya dev ên wek pirzik an jî bi navê xwe yê din zirpik di dev de çêbibin re jî rê vedike û li gor lêkolînan hevdu maçî kirin bi awayekî dostane û nav malbatî de mirov hevdu ji berê de maçî dikin û ew yek li gor dem û erdnîgariyê jî reftarekî berbelav e, lê hevdu maçî kirina romantîk û li ser bingehê zayend û cinsî wek çandekî pir gerdûnî nedihate pêşbînî kirin

Kurdshop – Li gor lêkolîn û îspatên ku derketine li Mezopotamya kevin hevdu 4 hezar û 500 sal berî naha maçî dikirin û ew tişta wek çandekî hebûye û qasê ku dihate pêşbînî kirin ji wê jî zêdetir tiştekî gerdûnî bûye.

Zanistan di xebatên xwe yên dawiyê de destnîşan kirin ku, hevdu maçî kirina mirovan di civakên Mezopotamya de berê de hebûye û heta roja me ya îro ew rastî li berçav nebûye, lê di nivîsên 2500 sal berî mîladê de ew hatine bi belge kirin.
Li gor nivîsekî ku di kovara Science de hatiye belav kirin, lêkolînvan dibêjin hevdu maç kirina ji lêvan dibe ku nexwaşiyên bi rêya dev ên wek pirzik an jî bi navê xwe yê din zirpik di dev de çêbibin re jî rê vedike û li gor lêkolînan hevdu maçî kirin bi awayekî dostane û nav malbatî de mirov hevdu ji berê de maçî dikin û ew yek li gor dem û erdnîgariyê jî reftarekî berbelav e, lê hevdu maçî kirina romantîk û li ser bingehê zayend û cinsî wek çandekî pir gerdûnî nedihate pêşbînî kirin.

Lê li gor îspatên ku derketine, hevdu maçî kirin di gelek çand û ferhengan de ji berê de wek nêzîkbûnekî romantîk a ji rêzê hatiye dîtin û wek lêkolînên berê de dihate pêşbînî kirin tenê li herêmekî derneketiye holê. Ango li gor tez û destnîşan kirinên berê hevdu maçî kirina herî kevin 1500 sal berî naha wekî ku li Hindîstanê destpê kirî dihate gotin.

Lê nivîs û tabletên li Mezopotamya kevin derdikevin çawa hemû pêşbîniyan serûbin dikin vê mijarê de îspat dike ku hevdu maçî kirin di navbera jin û mêrên hevjînên hev de her hebûye, lê kesê ku nezewicî be jî dema evîndar be wek beşek ji evîna wî dihate dîtin.

Pisporê dîroka tibbî ya Mezopotamya li Zanîngeha Kopenhagê Dr. Troels Pank Arbol vê derbarê de dibêje: ‘’Li Mezopotamya kevin û Iraq a roja me ya îro û Sûriyê mirovan li tabletên kilsî bi nivîsa bizmarî nivîs nivîsandin. Ew tabletane piştî bi hezaran salan geheştin roja me ya îro û hev du maçî kirin, wek dost û pêwendiyên nav malbatî de wekî ku pêktê, herwaha di demên berê de li hev nêzîkbûna romantîk de her hebûye û bi wî awayî hatiye pejirandin jî.’’

Arbol dibêje: ‘’Ji ber wê jî hevdu maçî kirin, tenê li herêmekî derketibe holê û ji wê derê belav bibe û wek kevneşopiyekî bi wî awayî divê neyê dîtin, bi hezaran sal berî naha jî di gelek çandên kevin de ew tişt pêkhatiye.’’

Li gor lêkolînvan dibêjin, hevdu maçî kirin dibe sedemê zirpik an jî bi navê din pirzikan û dibe sedemê enfeksiyonekî bakteriyal a bi navê vîrusa herpes simpleks (HSV-1) û dibe ku bê dilê xwe ji bo derbasbûna vê vîrusê jî hevdu maçîkirinê rolekî wisa lîstibe.

Dr. Arbol jî dibêje: ‘’Li Mezopotamya hin nivîsên ku derketine diyar dikin ku hin nîşaneyên vîrusa herpes simpleks-1 û behsa nexwaşiyekî wisa dikin.’’

Lê ji aliyê din ve lêkolînvan dibêjin ew nivîs li gor dem û peyvên gelek cuda yên çandî û olî bandor bûne û ji ber wê jî wekî ku xuya dikin nabe bên xwendin.

KURDŞOP
691 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!