Bajarê Maku û Keleha wê ya dîrokî

Maku yek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye û yek ji deverên geşt û guzarê yên Azerbaycana Rojava ango parêzgeha Urmiyê ye ku di heman demê de xwedî cihên  dîrokî ye. Berê bajarê Makuyê li çiyayê Agiriye ango çiyayê Ararat mêze dike û sê walatên Tirkiye, Ermenîstan û Îranê digehîne hevdû.

Şadî

Kurdshop – Maku yek ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ye û yek ji deverên geşt û guzarê yên Azerbaycana Rojava ango parêzgeha Urmiyê ye ku di heman demê de xwedî cihên  dîrokî ye. Berê bajarê Makuyê li çiyayê Agiriye ango çiyayê Ararat mêze dike û sê walatên Tirkiye, Ermenîstan û Îranê digehîne hevdû. Ev jî bûye sedem ku gelek kes werin vî bajarî û serdana vê herêmê bikin.

Em dixwazin di derbarê vê mijarê an jî keleha Makuyê (Kela Qaban) de û geşt û guzariyê ya vê herêmê ji were bi awayekî berfireh şîrove bikin.

Keleha Makuyê

Keleha Makuyê weke sîvanekî dikeve ser bajarê Makuyê, firehiya kelhê kêm zêde, bi qasî 250 hektariye û weke qad cihê herî bilind yê bajarê Makuyê ye.

Heta niha gelek keşifvan û arkeolog hatine vê herêmê û hewl dane beşên cuda yên kelehê lêkolîn bikin û nas bikin.

Li gorî lêkolîn û kolandinên dawî, ji 250 hektarên kelha dîrokî ya Makuyê, heta roja îro 75 hektar hatine kolandin û arkeologan hewl dane bi baldarî van 75 hektaran lêkolîn bikin û binirxînin.

Tê payîn ku di pêşerojê de bi keşif kirinên din yên kelha Maku yê, li wê herêmê gelek tiştên dîrokî werin dîtin.

Ev mijar bûye sedem ku keleha Makuyê populerbûneke gelek zêde di nava arkeologan de peyda bike û herwaha gelek kes jî hewil bidin ku werin serdana vê kelhê bikin û li herêma Makuyê serdana vî cihê bêhempa û taybet bikin.

Dîroka keleha Qaban a Makuyê

Yek ji pirsên herî girîng ku di derbarê keleha Makuyê de tê kirin ew e ku di kîjan demê de hatiye çêkirin û bi kîjan serdemê ve girêdayî ye.

Ji bo lêkolîn kirina vê pirsê, li gor anketên ku hatine kirin, dîroka keleha Makuyê digere 600 sal berê û tê texmîn kirin  ku ev kelehe di vê herêmê de di serdema Tîmuriyan de hatiye çêkirin.

Herwaha li vî cihî hindek şûnwarên dîrokî yên ku hatine bi dîtin jî, digehije vê encamê ku ev kelhe di serdema Tîmur de hatiye çêkirin û hatiye bikar anîn.

Deverên cuda yên keleha Makuyê

Di vir da tişta girîng ev e ku di serdemên dîrokî yên cuda de, bûyerên cuda li vê kelhê qewimîne û herwaha ev kelhe di dema êrîşa Şah Ebasê Sefewî de jî, cihê niştecîhbûna şahê wê herêmê bûye û ev jî bûye sedem ku kelha Makuyê di serdemên dîrokî yên piştî wê de û di serdema Sefewiyan de jî şahidiya bûyerên cuda bike û roleke gelek girîng bileyîze.

Di warê berevaniyê de ev kelhe, şert û mercên wê yên balkêş hebûne. Ji ber ku dîwar, bircên wê yên bilind hebûne û di warê cih de jî bi şêwazekî bûye ku nêrîneke wê ya temam ango bi gelemperî li ser bajêr hebûye. Ev mijar jî bûye sedem kesên ku di van dîwar û bircên kelhê ve hildikşiyan jorê ji bo ku xweşikbûn û bêhempa bûna wê herêmê bibînin.

Kelhe, ji aliyê parastinê ve xwedî cihekî gelekî girînge. Herwaha di beşên hundir yên kelehê de cihên şah û qralan hene û qralên ku xwestine biçine vê kelhê, berê xwe dane beşa ku cihê qralane û di wê beşê de jiyan kirine.

 

Her wiha li gorî lêkolînan di nav keleha Makuyê de, serşo û girtîgeh jî hene. Ji aliyekî din ve tê pêşbînî kirin ku di pêşerojê de bi lêgerîn û lêkolîneke berfirehtir li ser vê kelehê bê kirin û nirxandinên zêdetir yên pisporan li ser vê kelha xweşik û taybet de bêne pêk anînin û destgirtin.

Ev kelha kevnar di nava lîsta şûnwarên neteweyî ên Îranê de hatiye tomar kirin. Ji ber wê jî geştyarên ku serdana parêzgeha Urmiyê dikin, bê guman ji bo dîtina kelha Makuyê jî rojek ji gera xwe li bajarê Makuyê derbas dikin.

Hindek xalên giring yên ji bo serdan kirina Keleha Makuyê

Ji bo serdan kirinan jî dîtina keleha Makuyê, divê çend mijarên girîng yên di wê derbarê de bên zanîn.

Ev kelha kevnar li bajarê Maku ya ser bi parêzgeha Urmiyê ye. Herwaha ji bo ku mirov xwe bigehîne kelha Makuyê, divê destpêkê biçe tevna bajêr.

Ji alîyekî din ve divê bê diyar kirin, ku ev cihên geştvanî û geştiyariyê bi navê Keleha Qaban a Maku tê naskirin. Geştyarên profesyonel yên ku bixwazin serdaneke baş û rêk û pêk derbas bikin, divê planeke wî/wê ya baş û baldar hebe. Ji ber ku dema serdana kelhê ya diyar kirî heye û di navbera 1 heta 2 demjimêran de ye.

KURDŞOP
658 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!