Bajêrê Arûn Ava yê Rojhilatê Kurdistanê ku bi gelek navên xwe yên cuda ve di dîrokê de - Beşa 2

Bajarê Arûn li navenda komek li asewarên dîrokî de hilkeftiye ku tenê yek ji wan cihan li rêzbenda asewarên dîrokî û nîştimanî yên Îranê de hatiye tomarkirin û ev jî Çiyagavane ye.

Şabad

Şabad,  “Bi devê xelkê navçêyê û şêwaza sewava Şabad an li sala 1309`an a Roja, beramber 1930`an Zayinî (di berdewamiya siyaseta qirikirina ziman û ferhenga nav a farisan û haşakirina li hebûna neteweyên din û rewatî dan bi dagîrkarî û desthilatdariya “dewleta Îranê” ku bixwe li milkên zêrevaniya paşayetiya Qacaran e)  milkên zêrevaniya Paşatiyê ber bi dewleta modern û li ser erdê paşmayî yê împratoriya Qacaran hatibû avakirin, guherîn bi Şabad a Xerb”  ango ev cihê ku Şah avedan kiriye û zeliqandina peyva “Xerb” ango Rojava, bi navê nû yê vê bo zeliqandin û rewatî dan bi cografiya dewleta nû ya damezrava Riza Xan bû, ku niha êdî bûye Riza Şah. Mînaka guherîn û bi farsîkirina navê cografyayan li Kurdistan, Ehwaz, Azerbaycan, Belûçistan, Kasiyen û …hwd pir zêde ne û hezaran navên gund, bajar, çiya, deşt, rûbar û … hwd guherîn û kirin bi farisî. Şabad yek ji wan koma navan e ku bona qahîmkirin û zeliqandin û rewatî dan bi desthilatdariya dewleta nû ya damezrava Îranî mifah jê wergirtin e û guherîn bi ser de hatiye.

Îslam Ava

Îslam Avaya Xerb “weke navê Şabada Xerb, bi heman rola guherîna navê gund, bajar, çiya û çiyayên Kurdistanê û neteweyên din ku kirine bi farisî, vê carê diba carek din jî bikirbana bi Îslamî, lewma li sala 1357`an Roja beramber bi sala 1979`an a Zayinî de, ku bi fermana Ayetûla Mihemed Yezidî, navê Çabad kire Îslam Ava û heta niha ev nava bi fermî li ser maye.

Cihên dîrokî

Bajarê Arûn li navenda komek li asewarên dîrokî de hilkeftiye ku tenê yek ji wan cihan li rêzbenda asewarên dîrokî û nîştimanî yên Îranê de hatiye tomarkirin û ev jî Çiyagavane ye.

Bajarê Arûn Ava li navenda du zencîre çiyayên başûr û bakurê bajêr de hilkeftiye ku li Rojhilat ber bi Rojava dirêj dibin, beşa başûr an çiyayên hişk û dehlûdir û vir mîrata başûr an rojava li çav vê rûtir e.

Di van zencîre çiyan de û li her du parçên bakur û başûr de, asewarên weke keleha Serdema Gutiyan, tirbên Serdarên Mad, Eşkanî û Sasanî der dikevin. Dibe ku kelehek li ser çiyayên Qutamay “ku vedigere bo serdemê Madan û gund û bajarên vê navçê û herwisa tirba Cewî, Mistefa Dawan û bûye…”

Bajarê Arûn Ava û bajarokên girêdayî bi vî bajarî ve bi giştî Asewar û cihên dîrokî weke keleha Tesyarî, Tifaq, Keleha desthilatdariyê, cihên kevin, tirba Gewrî û bi dehan mijarên dîrokî tê de hene ku niha hîn lêkolînên zanistî di derbarê wan de nehatine encam dan.

Hinek cihên pîroz ku li gundan hilkeftine ji aliyê eşîrên deverê ve, navên taybet bo wan diyarî kirine, bo mînak, cihek ku cem Yarsanan bi Mistefa Dawan bi navûdeng e, tê gotin ku yek yek ji Yarên San Sehak bûye, an cihê Qazîven ku tê gotin yek ji dadwerên serdemê Îmam Husên bûye û cihê Veys  û Pîrêb navçeya suniyan e. Bi hizra mamosta Ako Celîliyan ev cihên han tirbên Şazadên Mad, Sasanî û Eşkaniyan in û ji ber vê ku neyên talankirin, bi vî awayî navên van guherîn e.

Bi dana berhev a lêkolînan bi awayek nerasterast hewl hatiye dan ku nasnama vê parça Kurdistanê, qut bikin û nasnameyeke Erebî li ser dabinên ku bilî ji pirsa Olî ti pêwendiyeke neteweyî, dîrokî û ferhengî bi Ereb ve tuneye.

Ev hewla di sedsalên 20î de û li serdemê damezrana dewleta Îranê de dubare bûye û bi awayeke bê mînka û bi qaweta hêza dijwar, hewl hatiye dan ku nasnama Kurdistanî ya navçê ji nav bibin û nasnameyek Îranî û Farsî cihgirî bibe, ku bo mînak di guherîna hezaran navên cografyayî li Kurdistanê de bi zelalî xuya ye.

Levheke nivîsa bi destnivîsa Bizmarî li Çiyagavaneya Arûn Ava de hatiye peydakirin.

Çiyagavane

Behsa li ser bajarê Arûn Ava û devera Kelhor, bi bê îşarekirin bi Çiyagavane rast nabe. Çiyagavane gireke dîrokî ye bi şêweya keleha Hewlêrê li nîveka bajarê Arûn Ava hilkeftiye an bi wateyek din bajarê Arûn Ava li devera Çiyagavane hatiye avakirin.

Çiyagavane gireke ku zêdetir li 11 Hezar metran panahiya wê heye û 25 metran bilindtire li ser erdê derdorê. Beşek ji vê asewara dîrokî bi sebeba avakirina avahiyan ji aliyê xelkê ve, jinav çûye û nêzîkî bi 10 hezar metran lê maye. Çiyagavane pêk tê li du qatan ku mezinahiya vê texmîn têkirin ku heyama nêzî 100 heta 500 salan cudahî di çêkirina vê de hebe. Ev cihên han komek ode ne ku beşa rojhilata vê cihê rûniştina hakim û para rojava bo cihê îdarî û pîşesaziyê hatiye destnîşankirin.

Li sala 1936`an a zayînî de Erich Feredrich Schmidt lêkolînên destpêkî li ser encam dane û wêneya esmanî lê girtiye û sala 1967`an komek ji lêkolerên Navenda Kevnarnasiya Îranê ev der hilkolîne û pêka hilkolînên wan, koma asewarên Çaxa Stûnwarên nû heta Çaxa Asin û heta serdemê Eşkaniyan wirda peyda kirine ku dîrokek 5 heta 8 Hezar salî bo tê texmîn kirin.

KURDŞOP
518 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!