Lê dayê, lê dayê, lê dayê, şereka qewimî li Şinoya wêran bira çi mezine
Ewro emirê Taranê hatiye bo qumandarê Şinoyê, li niwêjê mexiribê
Bi tirombêla, axawo, eskerên xwe hînabûne yo, yo, yo, li niwêjê mexiribê
Bi tirimbêla eskeran xwe hînabûne, babê Xusro bi sê denga gazdike:
Babê Feysel, ewroke dest helîne, ciwabekê biben eşîrê Ebduyiya, ewro
Hatime kuştinê danên şûna min Xusiro zaroye axawo ciyê mine
Lê dayê Mihteberê rebenê, Gulîzarê nemayê, Mirariyê rebenê, niwêjê
Mexiribê dengê sê tîran û metrelozan agir berda vê dinyayê, kesê xêrxwaz
Nebû ciwabekê bie eşîreta Herkiya, paşî babê Xusiro tovê egîdan li me
Qeliya, wî kes nema axawo li dinyayê, ezê di heyfa kuştina babê Xusiro
Nîme ewro şahî û govende li naw ecemê Kerbelayê
— Kawîs Axa