Di erdheja 6ê Sibatê de stûnên Girê Teyrêreş ên Semsûrê hilweşiyane

Yek ji wan şûnwarê dîrokî yê herî giring li Semsûr a Bakurê Kurdistanê jî Girê Teyrêreş ê dema dewleta kurd a Qraliyeta Komagene ye û bi erdheja 6ê Sibatê ziyan geheşt stûnên Girê Teyrêreş, ku di warê geştûguzariyê de jî yek ji çavkaniyên herî giring ên parêzgeha Semsûrê ye.

Zagros Cîlo

Kurdshop – Di herdu erdhejên 6ê Sibatê yên Gurgum (Mereş) a Bakurê Kurdistanê de, ku bû sedem li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê karesetên mezin bên jiyan kirin û herwaha zêdetirî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest bidin, herwaha ziyan gehande şûnwarên dîrokî jî.

Yek ji wan şûnwarê dîrokî yê herî giring li Semsûr a Bakurê Kurdistanê jî Girê Teyrêreş ê dema dewleta kurd a Qraliyeta Komagene ye û bi erdheja 6ê Sibatê ziyan geheşt stûnên Girê Teyrêreş, ku di warê geştûguzariyê de jî yek ji çavkaniyên herî giring ên parêzgeha Semsûrê ye.

Girê Teyrêreş ku li navçeya Kolik a Semsûrê ye, qadekî arkeolojîk û şûnwarî ya giring e û ji aliyê Dewleta Komagene ya Kurdan  ve beriya 2 hezar salan hatiye çêkirin, bi berhevkirina keviran heta 20 metreyî gir hatiye bilindkirin.

Girê Teyrêreş ji aliyê Qralê Komagene Mithridates ê Duyem ve, bi navê dayîka xwe Isias Philostorgas hatiye ava kirin.  Piştî lêkolînên hatine kirin jî aşkera bûye ku ew dever ji bo jinên malbata Qraliyeta Komagene wek goristan û tirbeyên bîreweriyê ango monoment hatiye ava kirin. Mîthrîdates ê Duyem, ku wateya navê wî jî ‘’Kesê ji aliyê Mîtras ve hatiye dayîn’’ e Girê Teyrêreş ava dike û ji wê deverê re Tumulusa Teyrêreş jî tê gotin. Li ser vî girî 4 stûn hene ku sitûna yekem Sitûna Bi Qertel e. Li ser vî stûnê peykerê qertelê heye û navê xwe jî ji vî peykerî distîne.

Dîrokzan û nivîskar Mustafa Coşkun jî dibêje “Li vê derê 4 stûn hene. Ev der ji mezarên malbatên Qralê Komagene pêktê. 2 hezar sal in ev stûn hene. Di dîroka Komagene de cihê vî girî gelek girîng e.”

Li ser Girê Teyrêreş li aliyê rojava Stûna Desthevdanê heye bilindahîya wê stûnî 10 metre ye ku di erdheja 6ê Sibatê de hilweşiya ye. Li ser wê stûnî jî peykerê Qralê Duyem Mîthrîdates û xwişka wî Laodîce heye ku dest dane hev.

Mustafa Coşkun dibêje: “Ev stûn, stûna desthevdanê ye. Mîtrîdates û xwişka wî Laodîce li ser wê stûnê hatine xêzkirin. Dest dane hev. Di erdhejê de ev stûn hilweşiya. Temenê vê sitûnê 2043 sal bûn”

Li rojhilatê Girê Teyrêreş jî 2 stûn li cem hev in ku bilindahiya wan jî 10 metre ye, li ser sitûnekî peykerê conega heye û li ser sitûnekî jî peykerî şêr heye ku peykerê conega dimîne lê serê wê jê vebuye û peykerê şêr jî ne li cihê xwe ye.

Girê Teyrêreş di lîsteya  UNESCOyê ya Mîrateya Çandî a cîhanî de cih digire û Wezareta Çand û Geştiyariya Tirkiyê jî da zanîn ku dê Stûna Desthevdanê ji nû ve were restorekirin. 

KURDŞOP
653 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!