Goristana Feqreqa li Mehabadê, tirbeyekî 2700 salî ya Med an e

Goristan kevir ya Feqreqa, şûnwareke kevnar a sedema Împaratoriya Med e ku dikeve bakûrê bajarê Mehabadê û 15 km dûrî bajêr e û li ser rêya bajarên Mehabad û Mîyandavê û li nêzîkî gundê Agrîqaş e.

Kurdshop – Goristana kevir ya Feqreqa, şûnwareke kevnar a sedema Împaratoriya Med e ku dikeve bakûrê bajarê Mehabadê û 15 km dûrî bajêr e û li ser rêya bajarên Mehabad û Mîyandavê û li nêzîkî gundê Agrîqaş e. Hinek şûnwarnas di wê baweriyê de ne, dîroka vê Goristanê vedigere bo serdema deshilata Ferwertîş (Firatîs), bavê Diyako (yekem împaratorê Med) li başûrê gola Urmiyê, ku dîroka wê vedigere 700 salan beriya zayînê.

Goristana Feqreqa li nav dilê çiyayekî de ye û li ser çar stûnan e. Goristan du qat e û sê tirb tê de hene ku tirba aliyê çepê ji du tirbên din mestir e. Hinek şûnwarnas dibêjin, tirba mezin ya Ferwertîşê bavê Diyako ye û tirbên din jî yên fermandarên serbazî yên Med in. Ji ber ku ew Goristan nêzîkî gundê Agrîqaş e ku berê agirdanek li wir hebûye, tê texmînkirin ku ew Goristan jî agirdaneke pîroz yên wê serdemê bûye.

Medî di wê baweriyê de bûn ku Xweda bo yekem car û wek mirovekî xwe li nav dilê çiyayekî de xwe nîşanî mirov daye û bereketa xwe bi ser mirovan de barandiye û rûber û çandinî û ajeldarî pêşkêşî mirovan kiriye û paşê dîsa vegeriyaye nav dilê çiyê. Ji ber wê jî Mediyan, termê paşayên xwe li nav çiya de vedişartin, ji bo ku vegerin ba Xwedê. Goristanên Medan bi rengekî dihatin çêkirin ku nîvroj û piştî nîvroj tav lê bide û ronahî û germahiya Xwedê bi ser wan de bibare. Berê wan jî didan çem yan jî rê û barekî. Ev du taybetmendî li hemû goristan û qebristanên Medan de tên dîtin.

Şûnwarnas dibêjn, Feqreqa goristana herî bilind ya Medan e. Goristanên din yên serdema Med, hemû ketine bintara Feqreqa û hinek jî cuda ne ji Feqreqayê. Cudahiya herî berçav jî, hebûna eywana wan goristanan e, lê eywana Feqreqa nîne û ew çar stûnên ku goristan li ser hatiye çêkirin, zêdetirî 2700 sal e ew avahî ji hilweşanê parastiye.

Hêrodot, dîroknivîsê navdarê Yûnanî dibêje, Ferwertîş paşayê duyem yê Împaratoriya Med bûye û termê wî li Feqreqa hatiye veşartin. Roman Girshman, dîroknivîs û şûnwarnasê Fransî jî di wê baweriyê de ye, goristana Feqreqa, tirba prensekî Manayî bi navê Ferwertîş bûye. Ernest Emil Hertsfeld, dîroknivîsê navdarê Almanî jî dibêje, Goristana Feqreqa, ya serdema Med e û tirba yek ji prensên şaristaniya Mana tê de ye û dîroka wê jî vedigere 840-660 sal beriya zayînê.

Goristana Feqreqa, 1331 metreyan ji asta deryayê bilind e û binê goristanê jî ji binê wî kevirê ku tirb tê de hatiye kolan, 5 metreyan bilindtir e. Ji wan çar stûnên ku tê de hatine çêkirin, du stûn li nav goristanê de ne û du stûn jî li derve ne. Yên derve ji yên hundir, stûrtir in. şêwaza çêkirina stûnan, mîna şêwaza çêkirina stûnên perestgeha Anahîta li Kirmaşanê ye û dişibe mîmariya Yûnanî. Bilindahiya stûnan, 220 santîmetre ye û her du serê wan jî, çargoşe ye.

KURDŞOP
681 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!