Şadî
Kurdshop – Nêzîkî Girê Mirazan, di kevir de nexşeya resmê mirov li ser hatî çêkirin a 11 hezar salî di tomarên arkeolojîk de wek hunera pênaseyê ya herî kevin cîh girt.
Di wê nexşeya dîwar ango li ser kevir de 5 wêne hatine çêkirin ku pêktên ji: Du mirov, gamêşek û du leopar cîh digrin û di destê mirovekî de mar û mirovê din endamê zilamtiya xwe girtiye.
Li gor nivîsa di kovara zanistî ya Antiquity’s Project Gallery de cîh girtiye nîvîskarê lêkolînê Eylem Ozdogan ragehand: ‘’Ev wêneyên li ser wî kevirî ji aliyê kîjan civatê ve hatiye çêkirin, di vê derbarê de pir kêm agahiyên me hene.’’
Eylem Ozdogan ku di zanîngeha Stenbolê de jî arkeolog e ragehand: Li vê herêmê ew civakên ku lê jiyan dikin xwedî çandekî hevbeş in. Li gel hevdu xwedî pêwendiyekî baş in û nûbûnên civakî û çanda wan a civakî heye û li gel yek parve kirine.’’
Li gor nimûneyên ji herêmê hatine wergirtin û li gor radyokarbonê destnîşan kirina dîroka wan berdewam dikin, lê lêkolînvan dibêjin ew nexşeyane xwedî dîrokî 9 hezar sal berî zayînê ne û bi wan lêkolînan ve hîn kevnartiya wan a zêdetir jî bê destnîşan kirin. Ji ber ku ew nexşeyên li ser kevir li bajarê kevnar ê Sayburçê hatine dîtin û tê pêşbînî kirin ku, kom û civakên nêçîrvan û komker dema derbasî jiyana niştecîh dibin, 9 hezar sal berî zayînê ew dever ava kirine.
Sala borî li taxa Sayburç a ser bi navçeya Karakopru ya Rihayê ku bajarekî kevnar ê dîrokî ye, kolan destpê kirin û gelek avahiyên ji serdema neolitik hatin dîtin.
Ji ber nirxê arkeolojik ê bajarê Sayburç tê zanîn gelek avahiyên hemdemî tê plankirin ku bên hilweşandin û heta naha tenê avahiyên dîrokî nîvê wan hatine derxistin.
Ew wêneyên di kevir de hatine nexşandin, di tomarên arkeolojik de wek awayê pênaseya kevin tê nirxandin.
Dîmenê beraz ya 44 hezar salî ku di sala 2021ê lî Endonezyayê hate keşif kirin, weke parçeyekî dîrokî ya hunera herî kevin a tê zanîn hatibû tomar kirin. Lê bele di vê parçeya dîrokî de tesfîreke sehneyî tinebû.
Arkeologan di sala 2011’an de jî zinarekî ku li ser tesfîr ango wêneya çûk û mirov ya 12 hezar salî hatibû keşif kirin. Ev nivîsa parçeya dîrokî ya ku di sala 2019’an de hatî amade kirin, weke pênaseya hunerê hatibû naskirin. Lê li gor hinek arkeologan ew pênase ji nîqaşê re vekiriye.
Li gor Eylem Ozdogan ew wêneyên li Sayburçê du sehneyan teswîr dikin. Ya yekem de mirov û gamêş, di ya duyem de jî du leopar li dora mirovekî ne û çîroka wan tê vegotin. Li herdu mirovên wek zilam hatine neqşandin de zilamekî endamê xwe yê zilamtiyê girtiye, lê yê din de ew tine.
Di qadekî 3.7 metreyî de ew fîgur û pênaseyê ku hatine kirin taybetmendiya metirsiyan pênase dike.
Di wêneyan de diranên leoparan û şaxên gamêş derketine pêş, lê di herdu nexşeyan de jî bi temamî çi dixwaze bê gotin bi hemû aliyan ve hîn nehatiye zanîn.
Eylem Ozdogan dibêje: ‘’Li herêmên wek Girê Mirazan û Sayburçê dikare bê gotin cîhanekî nêr û zilamî li pêş e. ajalên nêr ên dirinde û teswîrên zilam ve hewldana pênaseya hin tiştan hatine gel yek.’’
Ji Enstutiya Arkeolojiya Almanyayê arkeoloj Jens Notroff ku li ser serdema neolitik kar dike ragehand: Ew hunera pênase û vegotinê cureyekî nêr e. Nêçîrvanên dema neolitik peyama wê neqşê bi rihetî famkirine, lê me hîn bi temamî çi pênase û vegoteyek dixwaze bê gotin me fam nekiriye.