Zagros Cîlo
Kurdshop - Li Rojavayê Kurdistanê şûnwarê Girê Mozan, ku cîhê bajarê Orkêş a paytexta Huriyan e, şûnwarekî dîrokî yê gelek giring e û xwedî dîrokekî 3 hezar sal berî naha ye.
Lêkolîn û vekolîna li Girê Mozan di sala 1984ê de di bin rêveberiya Marilyn Kelly-Buccellati û Giorgio Buccellati de destpê kirin. Dirêjayiya girê bilind nêzîkî 600 metrî ye, bajar û derdora wî nêzîkî 1500 metrî ne û bilindayiya gir ji erdê 28 metre ye. Di serdema xwe de cîhê herî mezin bûye di warê niştecîhbûnê ya li Rojavayê Kurdistanê û herwaha li Sûriyê jî.
Deşta Xabûrê li rojhilatê Sûriyê roleke sereke di pêşveçûna avakirina bajarvaniya kevn de leyistiye. Çandinî yek ji faktorên wê pêşveçûnê ye. Herêm weke îro, di heyamên berê de jî bi xêr û bêr bû. Çandiniya bi ava baranê her û her têrê dikir û pêwist nedikir, ku cotkar zeviyên xwe av bidin. Bi saya wê axa bi bereket, bajarên nû peydebûn û hê di destpêka dîroka şaristaniyê de ev bajar mezinbûn. Bajarên mezin weke Chuera, Birak, Mozan û Leylên şahidên diyar, yên wê demê ne.
Mirov dikare bi piştrastî bibêje, ku sedema sereke ya mezinbûna hêza bajarekî weke Girê Mozan, cihê bajêr bû. Ew cih kilîta bazirganiya di nav çiyayên Anatolyayê de ye, ew çiyayên bi madenê sifir dewlemend û bajarvaniya mezin ya li başûr de bû.
Girê Mozan bajarê kevnar ê Orkêş e, ku naha dikeve nêzîkî bajarê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê. Herwaha Orkêş navenda Huriyan a kevnar e û Girê Mozan 3 hezar sal berî zayînê pêkhatiye û piştî geheştiye asta xwe ya herî pêşketî, berî zayinê 2 hezar salî geheşt dema xwe ya lewaz û piştî 2 hezar saliyê jî wêran bûye. Di destpêka bajarvaniya Huriyan de Orkêş wek navenda siyasî û olî ya sereke dihate naskirin.
Di sala 1937'an de ji aliyê lêkolîner Max Mallowan ve cara yekem lêkolîn li Girê Mozan hatine kirin. Di sala 1984'an de jî lêkolîn ji aliyên Marilyn Kelley Buccellati ve Giorgio Buccellati ve ku bi eslê xwe îtalî ne, hat kirin. Piştî lêkolîneke dirêj ev der keşif kirin û gotine ev der paytexta Hûriyan Orkêş e. Di encama lêkolînan de rastî gelek nîşaneyên dîrokî hatin. Di warê şopên dîrokî de ev der gelekî girîng e.
Ji ber rewşa şer kolandina şûnwaran hatibû sekinandin û heya niha jî gelek cih nehatine kolandin. Li gorî şûnwarnasan di kolandina lêkolînê ya Girê Mozan re dê gelek agahdariyên dîrokî derkevin.
Cîh û parçeyên dîrokî yên li Girê Mozan hatine dîtin
Perestgeha şêr ku, ew perestgeh mîna çargoşeyekê li ser dik ango sekoyekî mezin e ku bilindbûna wê digihîjê 27 metreyan li ser rûyê erdê hatiye avakirin. Perestgeh di rêya qadeke fireh û pan de xwe digihîne qesrê.
Ev qesir ji du baskan û qadeke derveyî, ku li derdora baskê fermî dikeve, pêk tê. Baskê yekemîn baskê nizm û nûnertiya baskên navmaliyan dike. Ev bask li çar beşan hatiye dabeşkirin; pêjgeh, depoyên xorak yên taybet ji bo malbata serwer, beşek ji xizmetên pêdîviyên şah û beşa çaremîn jî hîn erk û peywira wê nehatiya naskirin.
Baskê duyemîn ji baskê navmaliyan bilindtir e dora 2.5 metre ye, şah û malbata xwe lê jiyane û ji wê baskê ve serweriya welat dihat kirin.
Herwaha bîrek heye ku, avahiyeke girover, tarî û kûr e. Di vê avahiyê de bang li giyanan ango ruhan dihate kirin. Her wiha wekî korîdoreke ji bo mirov awayekî yekser bi Xwedê re be, dihat bikaranîn. Ev avahî girêdayî qesrê û perestgehê bû.
Ji aliyê din ve bi sedan mohr û çapên mohrên ji heriyê û keviran çêbûne, hatine dîtin. Ev mohr bi piranî vedigerin qonaxa hezarsala sêyan Berî Zayînê ku li ser erda qesrê û embarên wê hatine dîtin. Her wiha hin çapên wê yên gûz, sindoqên teht û zembîl jiyana Hûriyan jî nîşan didin. Mohr rewş û têkiliyên civakî, siyasî û aborî derxist holê. Wan mohran di qesrê de rola xwedawend û sembolên wan, rola şamanan û erkên wan beramberî perestgehê jî nîşan dide.
Parçeyekî şûnwarî ji bronzê ku wêneyê şêrêkî dev vekirî û bazhildayî li ser kevala damezirandinê ku deqa nivîskî ya mîxî bi zimanê Hûrî diyar dike. Ev Tîş Atal şahê Orkîş perestgeha Nêrgal avakiriye. Xwedawendê Lobgaha ev perestgeh diparezê û kesên ku dixwazin hilweşînin dawîya wan tine. Peyker li mûzeya Lûver a Fransa ye tê parastin.