Kurdshop – Taq Wesan tê wateya taqa ku ji kevir hatiye çêkirin û çend kevirên nivîskî yên serdema Sasaniyan in ku li taxa Taq Wesan li bakurê rojhilatê bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Ev cihê dîrokî di sedsala sêyemîn a zayînî de hatiye avakirin û xwedî girîngiyeke mezin a hunerî û dîrokî ye. Çend bûyerên dîrokî yên wek tackirina Xosrow Perwîz, tackirina Erdeşirê duyem, tackirina Şapûrên duyem û sêyem û her wiha elfabêya Pehlewî û merasîma nêçîra afûrê ji aliyê siwaran û mûzîkjenî bi amûra çengê li ser wan keviran hatine kişandin. Hebûna çiya, çem û golekî li wê derê, ew der kiriye cihekî tûrîstîk ê bedew ku ji destpêkê heta roja îro ji bo mirovan balkêş bûye. Taq Wesan yek ji kevntirîn û xweşiktirîn şûnwarên dîrokî yên Rojhilatê Kurdistanê tê hesibandin.
Navê vî cihî bi zimanê Kurdîya Kirmaşanê weke bi vî rengî tê şirovekirin: "Taq" tê wateya ban û qube û "we" tê wateya ji û "san" jî tê wateya kevir û bi vî awayî "taq we san" bi kurdî tê wateya qubeya ku ji keivr hatiye çêkirin.
Ev der di sedsala sêyemîn a zayînê de hatiye avakirin. Di qonaxa yekem de padîşahên Sasaniyan deverên derdora bajarê Perspolîs ji bo çêkirina peykerên xwe bijartin, lê di serdema Erdeşîrê duyemîn û padîşahên piştî wî de, Taq Wesan hat hilbjartin ku li ser rêya Hevrîşimê ketibû û sirûşta wê jî bedew û bi av bû, ji xwe ev heta niha jî wisa maye.
Tabloya kevirî ya nêçîrgeha padîşahî ya Taq Wesan, wek yekem nîgara kevirî ya cîhanê tê hesibandin ku li gorî pîvan û bingehên nîgarkêşiyê hatiye kişandin. Di vê nîgara kevirî de Xosrew siwarî Şebdîz bûye. Li ser taqa mezin jî hejmarek jinên mûzîkjen tên dîtin ku mijûlî jenîna çeng û amûrên din yên mûzîkê ne. Li beşeke din ya taqa mezin, dîmenên nêçîkirina berazan tên dîtin ku wek mezintirîn û bê hempatirîn berhemên hunerî yên kevirnîgariyê tên hesibandin.