Roj Qadirî
Li gor ew lêkolînên ku min kirine, bi giştî rewşa weşana pirtûkan li Ewropayê jî, her wek rewşa pirtûkan li Kurdistanê di krîzê de û lawaz e. Cudahiyek li Ewropayê heye ku pirtûkên kurdî bi bê astengiyên sansorî û heta astekê jî astengiyên madî têne çapkirin, lê asta xwîner û herwisa berbelavbûna xwînerên kurd ew qas zêde ye ku belavkirin û gihandina berhemên kurdî bi xwîneran re karekî hêsan nîne. Ev li Kurdistanê berevajiyê wê yekê ye.
Wate çapemenî û daxwazkariyên pirtûkan ji yektir nêz in û berhem bi hêsanî têne ber dest. Ev xal ji ber ku girîng e ku em îşareyê pê bikin, çimkî rêjeyek ku rohn nîne çiqas xwînerên pirtûkan hem li Ewropayê û hem jî li Kurdistanê hene, lê ya diyar ew e ku ew rêje li Kurdistanê zêdetir e. Lewma jî hêsantir e ku mirov vê wize û bazarê di berjewendiya xwe de li Kurdistanê bi kar bîne. Rastiyeke eşkere ye ku heta ev wizeya vê asta xwîndina pirtûkan û herwisa bazara pirtûkan neyê sîstematîkirin û di berjewendiya çap û xwediyê bermehan de bi rê ve neçe, dilsozî û piştgiriya ji bo zimanê kurdî, nivîskar, pirtûk û hemû mijarên girêdayî wê di heman hest û dilsoziyê de dimînin û bandora pêwîst nakin.
Diyardeyeke nexweş a din jî ew e ku warê nivîs û zimaniya berheman jî di çapxaneyan de her bi awayê berbelavî ye ku di rewşa çap û belavkirin û bazaran de tê dîtin. Çapxaneyên wisa hene ku pirtûkan çap dikin ku dinyayek şaşiyên rênivîsî û hemû cureyên rênivîsa zimanê kurdî tê de hene. Kes jê fam nake ku eva berçavgirtina kîjan standarda zimanî û rastnivîsiya bo zimanê kurdî dişopîne. Yanî her ew çapxane ji bo xwe standardek nîne bo pêdaçûna zimanî bi wan nivîsên ku bi xwe çap û belav dike. Diyar e girîngînedan bi mijara rênivîs û zimaniyê di deqan de wisa kiriye ku mijarên zimanî jî wek mijarên stratejî û tewera berheman girîngiyek taybet bi wan re neyê danê.
Tevî van hemûyan jî çapxane bi xwe pîşesaziyek e. Ev pîşesazî her ji destpêkê ve heta niha guherînkariyek zêde bi ser de hatiye. Ewa ku li Kurdistanê tê dîtin, êdî dema wê derbas bûye. Çapxane di niha de dikare bibe ya xwediyê nivîskar û xwediyê berheman. Çapa dîjîtal û cureyên din ên çapê serî hildane. Ev rewş wisa dike ku ger li Kurdistanê ew yeka jî geşe neke û neyê rojevkirin, her wek çawa pîşeya cotyariyê jî bi awayê kevn êdî bersivdar nabe, ew jî bersivdarê civakê û pêdiviyên serdemê nabe.
Eşkere ye ku beşek ji rewşa nebaş a çapemeniya kurdî ji ber pirsgirêkên çapemeniyê bi xwe ye. Çapemenî xwedî stratejiyeke zelal nînin. Wan çarçoveyeke karî ya diyarkirî yan nîne yan jî nediyar e. Di çapemeniyan de kêmtir girîngî bi mijarên taybet re tê dan. Bo mînak hin çapxane hene ku stran û gotinên pêşiyan jî diweşînin û her wiha pirtûkên fîzîk, kîmya, edebiyat û felsefeyê jî diweşînin.
Her wek ku li jor jî hate behskirin, pîşeya çapkirinê rastî guherînên kûr hatiye. Bo mînak li welatê Swêdê navendek bi navê Rend hatiye avakirin ku şêweya îroyî ya çapkirinê bi rê ve dibe. Di vê derbarê de û derheq mebest, armanc û awayê karê vê navendê de, Rend Zariî, nivîskar, wergêr û damezrînerê navenda Rendê, ji Kurdshopê re ragihand: Di navenda Rendê de hewla me ew e ku em derfetek bin ji bo cureyeke ciyawaz ji çap û weşanê û herwisa em rêyek bin ji bo diyarîkirina stratejîk di berhemanîna deqê de. Her lewma jî em di navenda Rendê de dibêjin: Navenda me rêyeke cuda ye ji bo karkirin di warê berhemanîn, pêdaçûn, nasîna şaşiyan di deqê de û herwisa me stratejiyeke diyarîkirî di çap û weşanê de heye.
Armanca sereke ya navenda Rendê, girîngîdan e bi deqên zanist û edebî (vegotin). Wate: Girîngiyek taybet bi deqên zanistiyê dide. Her di vê pêxemê de jî karhêsaniya taybet di hemû qonaxên berhemanîna deqan heta çap û weşana berheman de tê kirin. Merca sereke bo deqa zanistî ew e ku nivîskar an wergêr di wî warî de şarezayî û xwendewariya hewce hebe.
Derbarê deqa edebî ya vegotinê de, hewce ye deqa edebî ya vegotinê, wate roman û çîrok bi şêwazê nivîsînê û bi zimanê kurdî be. Em ji wê yekê zêdetir naçine nav warên din ên berhemanîna deq û çapê û ewa jî, ji aliyekê bo nivîskar û xwedan berheman eşkere dibe ku ji ku derê û çima pêwîst e pirtûka wî di navendeke taybet de bê weşandin û ji aliyekî dinê ve jî ew kes bo rohn dibe ku di paşerojê de berhema wî çi jê tê û digihîje destê kîjan ji qatên xwînerî yên kurdî. Em li navenda Rendê girîngiyeke taybet bi rêziman û rênivîsa zimanî ya deqan didin da ku me hem xizmetek bi zimanê xwe kiribe û hem jî me rêz ji xwîner girtibe ku em berhemekê nexine ber dest ku dinyayek şaşiyên rênivîsiyê tê de bin.
Navenda Rendê navendeke serbixwe ye. Ev navende di sala 2023an de li welatê Swêdê hatiye avakirin û li gor yasa û adetên wî welatî kar û çalakiyan dike. Ez li ser wê baweriyê me ku hewce ye ezmûnên wiha li Kurdistanê jî bêne ceribandin. Bo mînak, navendek hebe tenê berhemên warekê çap bike. Pêwîst nake ew navend, navendek be ku bûdceyeke zêde û endamên zêde hebin. Na. Tenê navendeke serbixwe û xwedî dilsoz û pispor di her warî de dikare biryar bide ku tenê pirtûkên di wî warî de li gorî stratejî û rêgezên ku ew tercîh dikin çap bike.
Ev kar dibe pireyek ji bo hem bazara wan çapemeniyan ku bi bê bername û bi bê rêzgirtin û girîngîdan bi ziman û nivîskar û xwîner her çi tê ber destê wan çap dikin û hem jî bo derza di navbera xwîner û xwedan berheman de. Tevî wê yekê jî, hebûna kesên şarezayên warekî di saziyekê de, hem derfeta geşeya zêdetir bi wan kesan re dide û hem jî wek pîşe û kar dikare gelek kes bibine xwedan kar û ew yeka ji bo wan bibe çavkaniya dahatekê. Tevî wê ku mijarên wekî rastnivîsîn, pêdaçûn, hînkirina nivîsandinê û heta paşê jî dikarin alîkariya ziman û çapemeniya kurdî bikin ku berheman bi şêweyekî nûjen û li gor hêvî û hewcedariyan çap bikin.