Welat Ramînazad
Di nav dîroka cihûyan de giringî û ciyawaziya Theodor Herzl çi ye?
Wekî çend detayan dîroka cihûyan a berî sala 1880yî dizanim. Lê piştî wê salê, dîroka cihûyan, rewşa wan a sosyopolîtîk bi awayekî berfirehtir dizanim. Di demên dawî de min li ser dîroka nêz a cihûyan çend kitêb xwendin: “Dewleta Cihûyan” ya Thehodor Herzl, “Meseleyeke Giring” a Eliezer Ben-Yehuda, “Jiyana Min” a Golda Meir, “Kudüs… Ey Kudüs” a Larry Collins û Dominique Lapierre.
Mirov dikare dîroka cihûyan bike sê qonaxên sereke. Pêş-sirgûna derxistina cihûyan ji Fîlîstînê û belavbûna wan a li çar aliyên dinyayê, paş-sirgûn û avakirina dewleta Îsraîlê. Qonaxa paş-sirgûnê jî di nav xwe de ji çend qonaxan pêk tê, wekî berî îslamê, dema îslamê, serdema navîn, serdema modernîzmê… Şoreşa Fransiyan ji gelek aliyan ve rêveçûna dinyayê, neteweyan, însanan, civakan, kulturan û gelek diyardeyên din serobin kirin û guherandin. Yek ji wan diyardeyan jî rewşa sosyolojîk û konjunktûrî ya cihûyan li Ewropayê bû. Berî Şoreşa Fransiyan, cihû li Ewropayê di gettoyan de dijiyan, têkiliya wan bi bajêr re, ketina wan a nav civakê bi destûrên hezar zehmetî çêdibûn. Şoreşa Fransiyan, cihû ji girtîgehên gettoyan derdixistin û daxilî jiyana bajarên Ewropayê dikirin. Lê vê diyardeyê jî bi xwe re gelek problem û krîzên nû anîne.
Di wan deman de dema mirov digot cihû, du tişt wekî hêma dihatin hişê mirov; yek, tîcaret ango zengînî; du jî, mirovên serkeftî, bilîmet û gewre yên wekî entelektuel, ekonomîst, mihendis, mîmar, hunermend, zanyar… Sedem ev e ku li Ewropayê ji bilî bazirganî û entelektueliyê nehiştin ku cihû karên din bikin. Ku te bixwesta xwe bi ewropiyan bidî qebûlkirin, diviya an tu bibî kesekî bilîmet, entelektuelekî gewre an jî bibî dewlemendekî mezin. Hem ji ber serketin û bihêzbûna aborî hem jî ji ber serketina entelektueliya cihûyan li dijî wan, diyardeya antî-semîtîzmê li Ewropayayê derket holê. Di dawiya dawî de antî-semîtîzm bû sedema Holokostê; jenosîda cihûyan…
Ji piştî salên 1850î ve di nav xwendeyên cihûyan de nîqaşên curbicur çêdibin li ser meseleya cihûyan, rewşa wan a sosyopolîtîk, dahatûya wan û berbelavbûna antî-semîtîzmê. Di wan nîqaşan de du alî hene; aliyê cihûyên sosyalîst, komunîst, antî-siyonîst û aliyê cihûyên siyonîst. Cihûyên sosyalîst dibêjin sosyalîzm çareserî ye û dê me azad bike. Cihûyên sosyalîst dişibin kurdên ku îro demokratîkbûna Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê diparêzin lê cihûyên siyonîst azadiya xwe di sosyalîzmê de nabînin, lê nikarin çareseriyeke misoger û daîmî jî pêşkêş bikin. Ciyawazî û wêrekiya Theodor Herzl ji vir derdikeve holê. Herzl dibêje divê cihû bibin xwedî dewletekê, heke na tu çareseriya din nabe çareseriyeke daîmî û misoger.
Jixwe xeyala du hezar salî ya cihûyan hebû ku welatê ku du hezar sal berê jê hatine sirgûnkirin, careke din lê vegerin. Ev di nav cihûyan de wekî xeyaleke nemumkin, bêîmkan û razber bû, kesî ji pêkhatina wê xeyalê bawer nedikir, ne xeyaleke geşbîn bû. Wêrekî û ciyawaziya Herzl ev e ku wî ew xeyal şênber û geşbîn kir, pêkhatina wê xeyalê wekî çareseriyeke daîmî û misoger pêşkêş kir. Çareseriyeke ku ji bo her kesî bêîmkan, nemumkin e, wekî mûcîzeyê ye lê Herzl wê çareseriyê pêşkêş dike. Di nav xwende û rewşenbîrên cihûyan de yekane deng Herzl e ku dibêje divê cihû bibin xwedî dewletek. Yek, em bi pereyên dewlemendên cihûyan ji xwe re axekê bikirrin, bikin dewleta xwe ku mînaka Arjantînê di rojevê de ye, du jî, kirrîna axa Fîlîstînê lêbelê ew jî çend qat zêdetir bêîmkan xuya dibe.
Ew çareseriya xwe wekî kitêbekê bi navê “Dewleta Cihûyan” diweşîne. Ev xebat ji hêla Fexriya Adsay ve li kurmancî hat wergerandin û ji weşanên Avestayê hat weşandin.
Herzl ji ber wê çareseriya xwe di nav cihûyan de wekî kesekî dîn û xurifî, şîzofren, wekî kesekî bêaqil tê dîtin. Hema hema kesek baweriya xwe bi Herzl nayîne. Ji wî re dibêjin dev ji wan tiştan berde. Lê Herzl di armanca xwe de ew qasî geşbîn e ku qet guh nade kesî û bi ya xwe dike. Geşbînî; berî ku tu dest bi karekî bikî, ji xwe bawer dikî ku tu yê bi ser bikevî.
Di van rojan de min cildê 1ê yê Rojnivîskên Theodor Herzl xwend. Di rojnivîskên wî de tenê du tişt hene. Yek, temam em cihû bibin xwedî dewletek, çareseriya daîmî ev e, lê divê dewleteke çawa be? Herzl ji her aliyî ve hûr û kûr difikire, hewl dide bersiva wê pirsê wekî projeyeke bêxeta, planeke rêk û pêk şênber bike. Du jî, ji bo realîzekirina wê çareseriyê, Herzl hewl dide ku wê çareseriyê ava bike û pêk bîne, bike rastî. Ji ber wê jî ew bi her cureyî peywendiyan datîne. Herzl tê Stenbola paytexta Osmaniyan jî, dixwaze bi Siltanê Osmanî re hevdîtinê pêk bîne. Dixwaze ji bo kirrîna xaka Fîlîstînê, Siltanî îqna bike û pere bide Osmaniyan, bi pere Fîlîstînê ji Osmaniyan bikire.
Di eslê xwe de cildê 1ê yê Rojnivîskan nîşanî me didin ku kitêba Dewleta Cihûyan di nav şert û mercên çawa de derketiye.
Gelek avantajên me kurdan li gor cihûyan hene. Cihûyan ji tunebûnê hebûna welatekî û dewletekê, zimanekî afirand. Bo nimûne; çola Necefê kirin deşteke avî. Ya me welat û ziman heye, em li ser wî dijîn lê dewlet tune ye. Em di welatê xwe de bêwelat in, ew jî tam tê wateya bêdewletbûnê. Dezavantaja me li gor cihûyan ev e ku aqilekî me yê mihendisî, avaker, çareserker û bajarî tune ye ku em pê xwe bikin dewlet. Di cihûyan de aqilekî mihendisî, avaker, çareserker û bajarî hebû ku ji tunebûnê ji xwe re welatek û dewletek çêkirin. Cihû ji ber sirgûnê, li Ewropayê têra xwe bûbûn bajarî, lê em nebûn bajarî, îro jî em hêj nebûne.
Îro Theodor Herzl sî û pênc salî bûya, li parçeyekî welatê me bijiya dê çi bikira? Bi rastî îro Herzl kurd bûya dê çi bikira, ji bo çi tê bikoşiya? Çareseriya wî dê çi bûya? Çi plan û proje dê pêşkêş bikirina? Rêyeke çawa dê li ber xwe daniya? Niha ji ku ve û ji çi dê dest bi xebatê bikira? Li hemberî siyaseta me nêzîkbûn û tevgerên wî dê çi bûna? Wî dê îro xwe neçare, têkçûyî û di korerêyekê de hîs bikira? Dê çi qas geşbîn bûya?
Yek, Herzl bibûya dê wekî çend kitêban bersiva pirsa “em dewleteke çawa dixwazin” bidîta. Bi rastî jî heta niha çima kesî li ser wê pirsê xebatek nekiriye. Mînak ji aliyê hiqûqê ve, me ji bo kurdan makezagonek amade nekiriye. Du, Herzl eger kurd bûya gelo dê bibûya entelektuel, nivîskar û kitêbên analîzî yên psîkolojîk, sosyolojîk, dîrokî û siyasî binivîsandina? Sê jî, wekî siyonîzmê dê li ser Kurdistanîbûnê bibûya îdeologek û îdeolojiyek dameziranda?
Theodor Herzl, eger îro kurd bûya, dê çi bikirina!?