Pêşewa Herdî
Piştî wê ku roja şemiyê hêzên Hemasê yên niştecih li Xezeyê êrîşeke xurt bir ser festîvaleke muzîkê li Îsraîlê û kuştina bi sedan cihûyan û bi barimtegirtina sedan kes û veguhastina wan bo bajarê Xezê, hemû cîhan matmayî ma. Hêzên Felestînî bi dirêjahiya sedan salên borî di nakokiyên tund de digel hêzên Îsraîlê bûne, lê ti carî nekarîne planeke wisa temam darêjin û cî bi cî jî bikin. Plan û planek e ku tê de zêdetirîn xelkê Îsraîlê hatine kuştin û birîndar û êxsîrkirin. Helbet wê êrîşê encamên din jî hebûn û em dikarin îşare bi wê yekê bikin ku welatên din jî li xwe girtiye. Bo mînak bêserûşûnbûna geştyarên Amerîkî, Îngilîz, Fransî, Rûsî, Arjantînî, Brezîlî û kuştina çendîn kesên biyanî jî li pey hatiye. Bi wateyeke din pirsgirêk ji pirsgirêkeke navçeyî ber bi pirsgirêkeke cîhanî ve di guherînkariyê de ye. Ewa ku tê zanîn tenê li gor amarên destpêkî, niha jî bi tevahî hejmara dîlgirtî, kuştî û wendahiyên Îsraîlê û geştyarên biyanî rohn û eşkere nîne.
Tevî wê ku Îsraîl ji ber canê xelkê xwe yên di destê Hemasê de bi hişyarî ve mijûlê êrîşkirin û berteknîşandanê ye, lê nûçe û daxuyaniyên rayedarên payebilind ên vî welatî wê yekê didine xuya ku êrîşeke berfireh a hewayî û bejayî tê kirin. Hemû welatên Ewropî û Amerîka jî piştgiriya xwe ji bo her berteknîşandaneke Îsraîlî ragihandine.
Di vê navberê de navê Îranê careke din derket holê. Gelek alî Îran û heta Rûsyayê jî wekî piştgir, alîkar û heta plandarêjê wê êrîşa mezin dizanin. Êrîşek ku heta niha rûmeta berevanî û çekdarên Îsraîlê bi temamî eybdar kiriye û egera wê hindê heye ku Îsraîl vî şerî ber bi eniya Îranê ve bibe.
Di wê navberê û germahiya wê şer û êrîşa ecêb û metirsîdar de ku bi hezaran kesên sivîl dibine qurbanî, hemû medyayên cîhanê kamêrayên xwe ber bi vî şerî ve fokus kirine û encamên vî şerî şirove dikin, Tirkiya êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê kiriye û mijûlê têkdan û herifandina avahiyên wê herêmê ye û medyayên cîhan û heta kurd jî wan kuştar û tawanên Tirkiyê ji bîr birine.
Di heman demê de siyasetvanên kurd wek hertim li gor wê ku di medyayên kurdî de têne xuya, bi ser çend alî de hatine parvekirin, parek ji wan ku aliyên Îslamî ne û helbet hejmara wan zêde jî nîne, rasterast piştgiriya Hemasê dikin.
Beşeke zêde jî ku gelempera hêzên netewî ne çavnihêriya bûyeran dikin. Lê tê xuya di wan şeran de dilê wan cem li Îsraîlê be û ji tirsa encamên navçeyî re newêrin berteka xwe nîşan bidin.
Reng e ew siyaseta kurdan heta astekê cihê jêhûrbûnê be û heta bê qebûlkirin jî. Wate, kurd di çend deheyên borî de berdewam ji aliyê hêzên navçeyî yên wek Îran û Tirkiyayê ve hatine serkutkirin û heta ji aliyê Îranê ve bi hevkarîdan bi Îsraîlê re jî hatine tohmetbarkirin, bo wê ku bikarin baştir êrîşê ser kurdan bikin. Her lewma nayê çavnihêrîkirin kurd û aliyên kurdî bi eşkere bêne qada piştevanî û behsa wê arîşeyê bikin. Lê ya ku cihê behskirinê ye ew e ku niha meydana dîplomasiya navçeyî ji bo kurdan careke din hatiye amadekirin. Ne ji bo beşdarîkirina di vî şerê malwêranker de, belkî ji bo îsbatkirina rastîn a hemû daxwaziyên xwe û nîşandana dirindebûn û nesiyasîbûna neyarên xwe.
Pirsiyar ew e gelo siyasetvanên kurd dikarin careke din ji wê rewşê bo vejandina behs û arîşeyên xwe di Rojhilata Navîn de sûd wergirin? Yan divê çavnihêriya encamê bin?
Kurd eger bixwaze ji Rojavayê Kurdistanê heta Rojhilatê Kurdistanê careke din digel Rojavayiyan biaxive, pêwîst e destpêk û destpêkerên wî şerî bike bingehek ji bo axaftin û danûstandinê. Ango çarenivîsa xwe ya hevpar bi qurbaniyên terorîzmê re bike bi belge û li gorî wê bi cîhana Rojava re biaxive ku di çend deheyên borî de zêdetirîn pêwendiya wan li Rojhilata Navîn li ser bingeha berjewendiya aborî bûye û rastiya wê navçeyê fam nekirine û ewa ku niha tê serê wan û hevpeymanên wan, encama wê xerabfamkirinê ye ji Rojhilata Navîn.