Dr. Azad Mukrî
Di sedsala borî de kurd her tim bûye faktora nakokiyên di navbera hêzên îslamî û nasyonalîzman de. Ji aliyê hêzên nasyonalîst û olî ve jî her tim zext û gef li ser ax û nasnameya wan hebûye. Xwendina dîrokên Îranê piştî tevgera Meşrûyeta Îranê vê rastiyê nîşan dide ku tê de nasyonalîzma fars-îranî-şîe berdewam mijûlê şiklgirtin û xweamadekirinê bûye. Hêzên netewî yên fars û navendgerayên wê, mijûlê berfirehkirina şiyan û qahîmkirina bingeha hizrî û îdeolojiyên tevgera neteweyî û nasyonalîstî ne. Bi xwendinên cuda, mijûl in pêkhateyekê pirreng dikin ku berê tune bû, bi watayeke din, ew mijûlê çêkirina nasnameyeke destçêkirî ne ku di rastî de yekem car e xwe digire.
Bi watayeke din bîrmendên îranî mijûlê çêkirina nasnameyekê wek objeyeke îdeal in ku berê nexuya bûye û di bingehê de hebûnek girîng an hestyarî tune bûye. Belkî li ser hebûna çêkirî ango destkir, bi dehan pirtûk û gotar li ser hatine nivîsandin, û li şûna wê ku pêwendî bi rastiya civaka Îranê ve hebe, pêwendî bi mejiyê mijara Îranê ve bû.
Nivîserên wê serdemê yên îranî vedigere bo jêderên kevnar ên wêjeya farsî, pirtûk û jêderên siyasetnameyên rohnkariya bîrokeya Îranşehrî, û li ser daxwaza wan aliyên dîrokî ku nasnameyeke cuda ji nasnameya rastîn a civaka rengareng a Îranê biafirînin û bi mebesta çêkirin û bi belgekirin û nîşandana wê, famkirinek hevpar bû ku berê tune bû û ew agehdarê cîhana rastîn a gelên Îranê, netewe û hwd nebûn.
Wan xwastin tişteke çêkirî û destkirdeke civakî pêşkêş bikin ku bibe bingehek ji bo têgihîştina hevpar a rastiyên civaka Îranê. Li gorî gotina Charles Cooley, wan dixwestin û hîn jî dixwazin li ser vê destçêkiriya civakî û hizrî tekeziyê bikin ku xelk û netewên Îranê wê yekê fam bikin ku eva nêrîna wan e jî li ser pêkhateya rastîn a civaka Îranê. Charles Cooley di vê derbarê de dibêje: “Ez ew tişte nînim ku hûn bîr dikin ku ez im. Ez ew tişte nînim ku ez bîr dikim heme. Ez ew tişte me ku bîr dikim û hûn wisa dizanin ez im”. Wate ew behsa guherînkariyekê dike ku di famkirina xelkê de bi dest ve hatiye. Guherînek ji nasîna rastîn a tiştan de.
Li gorî vê yekê, îraniyên fars di warê nasyonazîmî de modelek pêşkêşê hizra xelkê kirin ku tê de sînor, ziman û kultûr bi vî awayî were naskirin ku ew dibêjin. Ango divê xelkê wê wisa bifikirin ku ew fikra wan derbarê çêkirina nasnameyê wan jî heye. Eva rastiya rewşa Îranê nîşan dide. Helbet berê jî bingeha ola wan jî girêdayî vê nasnamayê bû.
Wate nasnameya hatî çêkirin a îrana farsî, şîeya duwanzdeh îmamiya wan kir bi sînorekî diyarîkirî.
Her ew diyardeye di Tirkiya piştî împaratoriya Osmanî de jî berfireh bû û bû bi bingehek bi çêkirina nasnameyeke civakî ya nû. Li Iraq û welatên din ên navçeyê jî hewlên bi vî rengî hatine dan û em nikarin di vê gotara kurt de îşareyekê bi wan bikin.
Ewa ku mebesta vê nivîsînê ye ew e ku yekem car bîrmendek li dualîtiya ol/nasyonalîzm dinêre û rola van her du warên bîr û ramanê di pêkhatina nasnameyê de radixe ber çavan.
Profesor Kemal Suleymanî mamostayê zanîngeha Amerîkî, nivîskar û bîrmendê Rojhilatê Kurdistanê ye ku di nûtirîn lêkolîna xwe de, bi başî behsa wê mijara girîng û hestiyar kiriye.
Pirtûka nû ya Prof. Kemal Suleymanî ya bi navê “Îslam û Nasyonalîzma Nakokî li Rojhilata Navîn”, van her du warên jiyan û civakên li Rojhilata Navîn ji sala 1876an heta 1926an dixe ber behsê. Pirtûk vê dawiyê ji aliyê Mehdî Rizayî ve bo Farsî hatiye wergerandin û ji aliyê “Navenda Weşanên Zanistî yên Lêkolînên Îran-Akademiya” li Laheya Holendayê hatiye çapkirin.
Ew pirtûk di cureya xwe de bêhempa ye. Yekem car e li warên cuda ên wek nasyonalîzm û ol di çêkirina nasnameyê de û bi awayekî hilbijardî hatiye nîqaşkirin. Bi gotineke din, lêkolînên siyasî û civaknasiyê wisa jî hebûn ku behsa bandora van her du warên ramanê cuda li ser pêkhatina nasnameya neteweyî kirine. Yan jî herdu behs bi hev re nîqaş kirine. Lê ya girîng di lêkolîna Profesor Suleyman de ew e ku roleke cuda ji bo olê pênase dike. Wate têza Suleymanî li ser wê bingehê rawestaye û hatiye damezrandin ku ol netenê roleke girêdayî di nav netewên nîştecih ên Rojhilata Navîn de nalîze, belkî berevajî roleke cudaker heye bo çêkirina nasnameyeke nû. Ger berê behsa yekîtiya îslamî bi sedema diyardeya olê hatibe kirin û nivîseran û lêkoleran li ser wê bawerê bûne ku ola Îslamî aliyê kêm pêwendî, aramî û hevsengî di navbera gelên Rojhilata Navîn de çê kiriye, bi berevajî ve jî, Profesor Suleymanî di lêkolîna xwe de behsa wê dike ku çawa her yek ji netewên nîştecih li wê erdnîgariyê, mijûlê çêkirina neteweya îdeal a xwe li ser bingeha olê ne. Wate ol di wê lêkolînê de ne tenê diyardeyek nîne ku di hember nasiyonalîzmê de rawesta be û bi şêweyekî rola yekparçekirina netewan nîne û êdî ev diyarde werîsê xurt (hubl el-metîn) ê hemû bawermendên ola Îslamê nîne, belkî berevajî bi rengekî taybet ola Îslamî ya Tirkî çê dike û li ser wê bawerê ne ku Îslama Tirkî seretî heye bi ser formên din ên îslamê de. Her bi heman rengî Ereb jî mijûlê çêkirin yan destkirda Îslamê ji forma Erebên Qureyşiya xwe ne. Îranî jî ku me berê behs kir Îslama Şîeyiya xwe ji bo xurtkirina nasyonalîzma Îranî û ji bo berfirehkirina mewdaya Îslametiya xwe digel Îslamiyên din ên wê erdnîgariyê sûd werdigirin.
Ev beşek ji hewlên Profesor Kemal Suleymanî yên di vê pirtûka bêhempa de ne. Lê bi dîtina min giraniya xebata Suleymanî ji xeynî wê behsê ew e ku kurd wek makeyek bandordar di nav tevgerên siyasî yên Rojhilata Navîn de tê nav xeleka xwendin û rohnkariyên xwe. Ew behsa heman projeyê dike ku netewên serdest ên navçeyê hebûne û xwestine bi rêya olê ve hêzekê bidine tevgera xwe ya netewexwazî û di heman demê de sînorên bîr û netewiya xwe her bi rêya cudakirina Îslama ve zêdetir û baştir bixemilînin. Di xwendina Suleymanî de kurdan hewl dane ku Îslam û olê ji bo pêşdebirina netewebûn û nasnameya xwe bikin bi emraz. Hereketên siyasî yên wek tevgera Şêx Ubeydulahê Nehrî, Şêx Seîd, kesayetiyên wek Newresî û gelek mijarên din ji wan behsan in ku di sedsala borî de bûne bingeha lêkolîneke zanistî li ser cureyek din ji nasnameya kurdî.
Xwendina vê pirtûkê ku ji dîtingeha nivîskar û akademîsyenekî kurd ve hatiye nivîsîn û li ser çavkanî û belgeyên osmanî hatiye nivîsandin, serdema ku di lêkolînê de hatiye behskirin, gelek rastiyan ji xwendevan re derdixe û cîhanek nû di xwendina tevgerên nasyonalîstî yên Rojhilata Navîn de dide nasîn. Ez dikarim bibêjim ku di xwendina nasyonalîzmê de, ew pirtûk nûtirîn dîtingeh û cudatirîn nêrînan pêşkêş dike.