Dr. Azad Mukrî
“Ewropiyek Li Welatê Kurdan” navê pirtûkekê ye ku ji aliyê Nesrîn Qasimlo, hevjîna Dr. Ebdulrehman Qasimlo ve hatiye nivîsandin û ji aliyê Nahîd Husênî ve hatiye wergerandin bo ser kurdî.
Ev pirtûk ji ber çend sedeman hêjayî nirxandina xwendevanên kurd û ewropî ye. Di vê gotarê de ez ê hewl bidim ku du sedemên girîng ên vê pirtûkê pêşkêşî xwîneran bikim. Di beşa yekem de ez ê behsa sedemekê bi navê “bi hev re ketina kultûran” û di beşa duyemîn de jî “jiyana ewropiyekê di siyaseta Rojhilatê” de nîqaş bikim.
Ew pirtûk bi awayekî balkêş hatiye nivîsandin. Herçiqas nivîskar otobiyografiya xwe nivîsandiye jî, lê ji aliyê formê ve, ev nivîs bêtir dişibe romanekê. Nivîskar navê xwe reş kiriye û vebêjerê bûyerên jiyana xwe kiriye kesê sêyem û bûyeran bi nêrîna kesê sêyem an jî zanayeke giştî vedibêje. Kesayetiyek ku jiyannameya xwe vedibêje ew bi xwe ye, lê ji bo ku çîrokê vebibêje navê xwe kiriye “Lîna”. Ango vebêjer bûyerên jiyana kesayetiyekê bi navê Lîna behs dike. Lîna heman nivîskar û vebêjê çîrokê ye.
Beşa herî girîng a wê pirtûkê ku di civaknasiya kultûrî de xwedan buha ye, ew e ku nivîskar/miroveke Rojavayî ku xwedî perwerde, exlaq û cîhanbîniya taybet a cîhana Rojavayî ye, berê xwe dide Rojhilata Navîn û Kurdistanê.
Vebêjiya wê nivîserê di vî warî de girîng e ku demeke dirêj di nav netewa kurd û Kurdistanê de dimîne. Ewa ku dibîne û diqewime ji nêzîk ve seh dike. Hewl dide ku digel wê civakê têkel be. Beşdariya hilkeft û rêûresmên wan bike û bûyer û hûrdekariyên wan ên civakî dubare bike.
Ev şêwe kare di civaknasiyê de bi “netewenivîsî” an jî “gelnivîsî” bê naskirin. Ew jî wate rêbaz û şêwazek ku civaknasan di sedsala 20an de ji bo naskirina kultûrên din girtine pêşiya xwe. Wate ew bi cihê wê ku ji bo naskirina netewe û gelan tenê xwe bispêrine çavkaniyên nivîskî, diçûn û bi wan gelan re heyamekê dijiyan da ku hûrdekariyên jiyan, bîr, bawerî, kar û kiryarên wan bizanin. Karê ku Nesrîn Qasimlo di pirtûka xwe de ji me re dibêje, rast heman rêbaz e ku civaknasên netewenivîs behsa wan kiriye.
Ew destpêkê diçe Tehranê li cem hevjînê xwe wate Dr. Qasimlo. Li wê heyamê ku li Tehranê mijûlê jiyana xwe ya veşartî ye, bi berdewamî li ser reftar, ziman û şêwaza jiyana xelkê bajar hûr dibe û zanyariyên baş bi dest dixe. Lê piştî çûyîna bo Kurdistanê û ji rêya Tewrêzê ve rû li Urmiyê, warê jiyana Dr. Qasimlo û malbata wî dike, çavê Nesrîn Qasimlo yan vebêjê pirtûkê hûrbîntir dibe.
Di rê de, hem wesfa welatekî nû dike ku pê xistiye nav û hem bi deverên din ên Îran û Ewropayê re helsengandinê dike. Tişta ku nivîskar li ser rêwîtiyê ji me re vedibêje, ew aliyê berfirehnebûna aboriya navçeyê nîşan dide. Nîşan dide ku dewleta navendî ti guh nedaye pêşketina navçeyê û ti bingeheke avedaniyê li navçeyê bi rê ve nebiriye. Danasîna rêyan, cihên mana li ser rê û helsengandina cihên dinê, vê rastiyê piştrast dikin.
Lê nivîsandina nivîskar bi vê yekê naqede. Dema ku digihêje gundê ku malbata Qasimlo bi serokatiya “Mihemed Xanê Qasimlo” an jî “Wasûq Xan” tê de dijîn, wesf û vegotinên wê wateyeke din peyda dikin. Li destpêkê nivîskar mijûl e, diçe nav yek ji malbatên herî naskirî û dewlemend ên Rojhilatê Kurdistanê.
Duyem jî ew e ku diçe nav yek ji malbatên xan û axayê naskirî û destçûyî yên Rojhilatê Kurdistanê. Sêyem, ew diçe nav malbata yek ji mezintirîn siyasetmedarên Rojhilatê Kurdistanê. Ji ber van sedeman em dikarin bibêjin ku her hevokek ku nivîskar di dema mayîna xwe ya di wê malê de dinivîse ji bo kurdên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo lêkolînerên civaknasî li Rojhilatê Kurdistanê û ji bo hogirên siyasetê li Kurdistanê xwedan buha ye.
Behskirina Nesrîn Qasimlo di pirtûka xwe de, li derheq jiyana malbata yek ji xanên mezin ên Kurdistanê, hûrdekariyên jiyan û demûdezgehên dîwanxanê ji bo me eşkere dike. Vêca êdî xwîner tenê çîrokekê naxwîne ku çîroknivîs bi xeyal jiyana dîwanxanekê afirandiye, belkî vegotina jinekê dixwîne ku bûye beşek ji wê dîwanxaneyê û jiyana wê dîwanxaneyê bi hemû xweşî û nexweşiyekê ve dîtiye.
Ji aliyeke dinê ve nivîser her di çarçoveya wê dîwanxaneyê de namîne û hatinûçûna derê û nav reiyetan jî dike û helsengandina wan du cure jiyanane bi rêya axaftinên xwe ve dike û em dikarin qasa dûriya jina xan û dîwanxanê ji jiyana xelkê asayî fam bikin.
Warê sêyem, jiyana malbatî ya rêberekî siyasiyê mezin ê kurdê Rojhilatê ye. Ti çavkaniyek derheq jiyana siyasî û asayî ya Dr. Edulrehmanê Qasimo bi qasî wî pirtûkê hûrdekarî tê de nînin. Nivîskara wê pirtûkê Ebdulrehman Qasimloyekî nîşanê xelk û xwînerên wê dide ku evîndarê wî bûye. Bi wî re jiyaye. Digel wî ders xwendiye, digel wî bûye mamosteya zanîngehê li Pragê, digel wî eware bûye, jiyana nihênî ceribandiye û di encamê de bûye hevkara wî di meşa şoreşê de.
Ew pirtûk wê rastiyê derdixe ku çawa ewropiyek kariye piştî wê ku bi hûrî ji arîşeyên kurd û perîşaniyên wan fam bike, bi dil û can bê nav refên şoreşvanên kurd û tevî wan ji bo mafê rewa yê neteweyekî bindest hewl bide û di metirsîdartirîn proseyan de beşdariyê bike. Ji aliyê dezgehên sîxurî yên Saziya Îtilata rejîma Paşayetî ango SAWAK û serokê wê saziyan dije mirovî û metirsîdar ve bê lêpêçînkirin. Bi zarokên xwe yên hûr ve ewareyê bajar bi bajarên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bûye. Neçar bûye bi sedan roj bibe xizmetkarê şoreşgerên karê nihênî yên nav bajar û bibe hevkarê şoreşgerên li ser çiyayên Kurdistanê. Bi giştî ew pirtûke, hêjayê jê hûrbûn, xwendin û jêfêrbûn e, hem ji bo xwenerên kurd û hem jî ji bo xwînerên ewropî. Hêjayê lêkolîn, xwendin û hînbûnê ye. Ji ber ku ewropîyekê nivîsiye ku evîndara kurdan û birîn û derdên wan e.