Civak bi xwendinê modern dibe

Civaka ku giringiyê nede xwendin û perwerdehiyê, tu caran nikare xwe li gorî pêşketinên serdemê û modernîzasyon û teknolojî û şaristaniyetê rêk bixe.

N. Can Xanî

Di heçî civakekê de eva ku dibe sedemê pêşketinê, bêguman xwendewarbûn pîvana herî sereke ye, bi berevajî heçî civakekê ku giringî bi xwendevaniyê neyête danê, ev civak paremayî dimîne û ji milê çandî û civakî û hişmendiyê ve pêş nakeve û cahil dimîne.

Civaka ku giringiyê nede xwendin û perwerdehiyê, tu caran nikare xwe li gorî pêşketinên serdemê û modernîzasyon û teknolojî û şaristaniyetê rêk bixe.

Bêguman di gelek cihan û welatan û di nava netewe û civakên cuda de, li gorî çand û edet û cografiyayê, bi awayekî nexwestî û xwezayî, ev hişmendî pêş neketibe ku çi bi xisar û lêkevtên nexwendewariyê bikin, renge sedemên vê yekê zef bin ku ev civak giringiyê nede perwerdehî û xwendinê, lê gelek herman û di nava gelek netewe û welatan de sîstema deshilatdar sebebkarê sereke ye ji bona nexwendewar hiştina civakê.

Di heçî cihekê de ku desthilat û sîstemekî totalîter û dîktator li ser kar be, bêguman tu carî naxwaze civak hişyar û xwendewar û pêşketî be û xwe digel teknolojiya serdemê rêk bixe. Desthilatên dîktator tim li dijî modernîzasyona civakê derdikevin û pêşketin û çavvebûna civakê gefekî mezin bo ser deshilata xwe dizanin.

Di civak û welatên jêr deshilata hikûmetên dîktator de, yek ji sedemên di paremayîyê de hiştina civakê, astengî çêkirina  deshilatê li ser riya xwendin û perwerdehiyê ye. Ger ev hikûmetên paşverû û dîktator nekarin bi temamî jî pêşiya perwerdehî û xwendinê jî bigirin, xwendin û qutabxane û zanîngehê dixine bin hegemoniya xwe û perwerdehî li gorî îdeolojî û heza deshilatê tête diyarîkirin û sîstema perwerdeyê ji hemî pîvanên zanistî û modern tête bêparkirin û dûrxistin.

Bi berçavgirtina wan sedemên cuda, xuya dibe ku sedemên nexwendin û pêşneketina perwerdehiyê li cihekê û welatekê û di nava neteweyek bo welat û neteweyekî dinê digel hev cudahî heye. Di wan civakan de ku hukimdariya dîktatorî û sepandina hejmonî û îdolojiyê bi ser civakê de heye, pirtûkên perwerdehiyê li hemî astên xwendinê de li ser bingeh û diyarîkirina desthilatê ye û bi destê zorê civakê dikêşîne bin perwerdehiya diyarîkirî ya xwe de ku nifşa xwendevan bibe evdal û girêdayî bi deshilatê û wekî deshilatê û hizr û îdeolojiya desthilatê bête perwerde kirin. Lewra  em dibînin ku dema bijarde (nuxbe) û pêgiheştiyên nava civaka jêr desthilata dîktatoriyê û perwerdeyê ji vê sîstema xwendinê, her ku giheştine astê hişyariyê, yan divê di nava wê civakê de derkevin, yan ger bimînin nabe ji vê îdeolojiya ku li bin siya wê de perwerde bûnî bêtir derbas bin, yan vê yekê nekin wekî gef û neyarê deshilatê tête hesibandin û di encamê de ji aliyê deshilatê ve wekî dijber tête tepeser kirin û binçavkirin û cizadan, yan divê ev kes terka vê civakê bide û li wî cih û welatî nemîne ku ev sîstema dîktator û paşverû hakim e.

Her bi vê sedemê ye ku gelek kesên xwendevan û pêgiheştî û bijarde ji zêd û cihê xwe û di nava civak û welatê xwe koçber dibe û rû li diyasporayê dike. Ev cure kesane hişmend û têgeheştiyê nava civaka xwe ku ji sîstema şaş û paremayî ye perwerdehiya welatê xwe li jêr deshilata dîktatoriyê de têgeheştine, lewra amade nînin ku mana di civakeke wiha de qebûl bikin. Ev koçberî welat û civakekî dinê dibe ku bikare potansiyel û hêza xwe mizext bike ji bona wergirtina perwerdehiyekî zanistî û serdemiyane û modern.

KURDŞOP
740 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!