Steve Biko, ji neynika kurdî

Pênasekirina kurdbûnê ji bo vî gelê li ber sikratê ne tişteka hêsan e, divê em hinekî serê wan biêşînin, ê ma encax wilo ji xewa miriyên bêrih şiyar bibin. “Bêhêzî, nijadeka parsek ava dike.”

Rêzan Diljen

 

“I write what i like.”

~ Steve Biko ~

Her çiqas îro kêm kes Steve Bikoyî nas dikin jî, ew bi rihê xwe yê serhildêr, bi fikrên xwe yên tîr, bi qelema xwe ya reş hema hema di her civatê da tê bîra min, an jî tînin bîra min. Ez ê bi çend mînakan nîşan bidim -ez ê nexasim li ser rewşa Bakurê mînakan bidim, lê helbet rewş kêm zêde li parçeyên din jî bi vî awayî ye- ku çima Steve Biko tim û daîm tê bîra min, û divê çima em vî reşikê Tarkastadî baş bixwînin.

Îro em li kîjan civatê rûnin, gava meseleya kurd û tirkan (serdest – bindest) vedibe û heke tirkek li wê civatê be tu bikî nekî nikarî wî tirkî bisekininî, ji her kesî zêdetir diaxive û helbet(!) ji her kesî zêdetir hesas in. Bêguman tenê diaxivin. Ha wê çaxê divê em silavekê bidine Bikoyî, “yên diaxivin her tim spî ne, û para reşikan jî guhdarîkirin e.”¹ û helbet tirk (spî) tim û daîm aqil didine me, ji ber ku xwe ji me zêdetir, ji me biaqiltir dibînin, xwe jê kêm nahêlin. “Divê lîberalên spî, di çareseriya meseleya reşikan bi xwe da reşikan rihet bihêlin, û divê guhê xwe bidine kirêtiya esil a civakê: nijadperestiya spî. (r. 31)” Piştî gengeşeyeka dûvdirêj ew serdest ê navekî feodal li te bike ku hem tu yê ji wî navî bitirsî hem jî ji xwe dûr bibî. Ew bi salan e vî navî weke xencerekê bi kar tînin: “kurdçîtî”. Divê em li vir ji xwe bawer bin, divê em ji tu pênaseyeka ku serdestan xistiye stûyê me netirsin, û divê em jî pênaseyeka “hişmendiya kurdî” ya weke Bikoyî bikin.

“1. Reşbûn, ne meseleyeka bi rengê çermê ye, reşbûn, şewqa zîhnî ye.

2. Tenê xwe bi pênasekirina reşbûnê jî hûn dikarin werin rêya xilasiyê.” (r. 59)

Pênasekirina kurdbûnê ji bo vî gelê li ber sikratê ne tişteka hêsan e, divê em hinekî serê wan biêşînin, ê ma encax wilo ji xewa miriyên bêrih şiyar bibin. “Bêhêzî, nijadeka parsek ava dike.” (r. 75)

Hûn ê bibêjin divê ku civata tu rûdînî wiha be, ma li her civatê? Ka em guhê xwe bidine Bikoyî bê ka li ser vê meseleyê di hevpeyvînekê da gotiye çi:

- Li gorî te, komunîstbûna spiyekî û lîberalbûna spiyekî di bingeha xwe da heman tişt in?

  -    Nexêr, li gor îdeolojiya xwe ne heman tişt in, lê di têkoşîna reşikan da heman tiştî dibêjin.” (r. 116)

Ha ev meseleyeka giring e, çi çepgirekî tirk, çi dîndarekî tirk, çi lîberalekî tirk di meseleya kurdan da kemançeya wan heman stranê lê dide. Berî axê divê em mêjiyê xwe rizgar bikin, me çiqasî destê/mêjiyê xwe ji serdestan şûştiye? Em dikarin weke mirovên azad tevbigerin, bifikirin û bijîn? An bi qasî ku desthilatdariyê destûr daye em dikarin van bikin? Silaveka din jî, “Mirov, gava helwestên xwe yên li dijî pergalê dipirse jî ji aliyê pergalê ve teşe digire.” (r. 108)

Di dawiyê da heqê we heye hûn bibêjin ma Bikoyî ji bo çareseriyê tiştek negotiye. Bêguman reşikê reşikan ji bo vê jî xebereka ji nîvê kitêbê/çermî gotiye, “Ya rastî teza wan, nijadperestiyeka xurt a spiyan e, naxwe divê antî-tez jî ipso-facto, yanî di nav reşikan da piştgiriyeka xurt be. Ew reşikên ku nijadperestiya spî dixwaze di her firsendê da wan bike nêçîr.

Axiriya axirîn her çiqas haya me ji Bikoyî tune be jî wî gelek caran silavên xwe gihandine me, ê naxwe em gotinên kilama Peter Gabrielî ya li ser Bikoyî gotiye guhdarî bikin da destê Steve Bikoyî li hewayê nemîne.

Und alle, alle seh’n euch jetzt

Seh’n euch jetzt seh’n euch jetzt

Sie sind da

 

Çavkanî:

1. Steve Biko, Siyah Bilinci, werger Onur Eylül Kara, 2021. Hemû jêgirtinên din ji vê çapê ne.

KURDŞOP
1287 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!