Şino
Çand ji du beşan pêktê, madî û manewî, ku ev jî di beşa giştî de dibe du beşên hûrkarî ku gelek warên din jî di nav xwe de dihewîne. Li aliyê din çand bi neteweyên din re têkel e. Tu nikarî behsa çandeke ne tevlîhev bikî. Li welatek weke Kurdistanê, ji ber ku Kurdistan di dîrokê de xwediyê çendîn şaristaniyên mezin bûye, çandeke gelek dewlemend e ku mirov behsa wê bike gelek pisporî dixwaze; Ji aliyê din ve, çand bi xwe bi welatên cîran re têkel e.
Siyasetmedar dibêjin, heta Kurdistan nebe welateke aram, behsa bextewarî û ewlekariya Rojhilata Navîn tenê li ser kaxezê ye û eger hebe jî demkî ye. Ji ber ku kurdan çanda xwe parastiye tevî ku welatê wan di dîrokê de her tim bûye qada şer.
Lewma ger em li Kurdistana mezin binêrin, li ti parçeyên Kurdistanê yekîtî û ewlekarî pêk nehatiye ya ku heye tenê lihevkirinek demkî ye ku gelek caran me bixwe ev mala xwe hilweşandiye. Dibe ev pirsa ji me ra çê bibe ku, çima? Bersiv ev e ku Kurd neteweyek e ku welatê wê perçe bûye û ev parçekirina ji ber ku destçêkiriye, ji ber vê yekê ji ti welatên ku Kurdistan li ser van hatiye parvekirin nikarin xwe bi kurdan re biguncînin û kurd jî bi heman awayî.
Sedem jî ew e ku Kurd xwedî dîrok, herêm, nifûs û hestek hevpar in. Çar hêmanên ku bingeha her welatekî di nav neteweyekê de pêk tînin; Lewma heta Kurd negihîjin mafên xwe, wê xwîn biherike û dîrok bi xwînê sor bibe.
Di heqîqetê de em îro jî dizanin û dibînin ku gelek kesên ku li ser dîrokê lêkolîn dikin dibêjin an jî qebûl dikin ku kurd xwedî urf û edetên ku niha li ser navê hin neteweyên cîran hatine tomarkirin. Ev di gelek gotin û têgehan de xwe dide der. Mînak, Tirkî, Farisî û Erebî gelek ji Kurdî deyn kirine. Li gor gotina mamosta Hejar du ji sê parên farisî kurdî û nîvê wê jî erebî ye.
Li aliyê din çarçoveya çandê tenê bi cil û berg, ziman, rûniştin û rawestana cuda nayê diyarkirin. Mînak muzîk bi xwe beşek ji çandê ye. Ew çand di muzîkê de bi xwe jî di nav folklorê de tê dabeşkirin. Folklor ew e ku ji bo neteweya we taybet e; Mînak di beşa folklorê de stranên gelêrî, por, beyt, hesinkar û … hwd. Ji ber ku folklor nayê wergerandin. Mijar, kes nikare strana Hesen Zîrak ya “Ez bixwe diçim ser rêya pez” wergerîne: Tenê yên kurd jê fêm dikin û dizanin ku ev çi ye. Ji ber ku ji kevneşopî û reftarên kurdan derdikeve. Folklor çiqas xurt bibe, çand jî xurtir dibe.
Hin pispor û lêkolînerên çandî dibêjin ku çand xwedan çarçoveyek giştî ye ku ji çar beşan pêk tê. 1. Bandora civak û perwerdeyê li ser çandê 2. Berhemhêner 3. Bikarhêner 4. Bandora çandê li ser civak û perwerdehiyê.
Ev her çar beş hemû bi hev ve girêdayî ne. Ev çar stûn çanda civakê diafirînin. Dema ku kesek berhemekê diafirîne an jî xwediyê ramanekê ye û wê berhemê an jî ramanê bide civakê. Divê çêker bandora li ser kesan ji bîr kiribe. Berevajî niha, dema ku tişta tê berhemanîn bê çavdêrî û fîltrekirin dide civakê û tak jî berhema wê bi kar tîne.
Pirsgirêkên heyî yên takên Kurd di civaka Kurd de ev in. Kesek stranek vedihûne an albûmek muzîkê çêdike. Kes û organek tine ku çavdêriya berhemê bike, lê ya girîng ew e ku dahatek madî hebe. Lê em û gel bi giştî haya me ji hûrgiliyan nine dema ku ev guhdarî wê muzîkê an wê berhemê digirin çi bandorê li ser hiş û hizra wan heye.
Heger ew berhema bo mînak bi rîtmeke tirkî were çêkirin, ew gefeke li ser muzîka kurdî, ku beşek ji çanda neteweya kurd e; Metirsî ew e ku muzîk ji aliyê piraniya kesên ku di muzîkê de dixebitin tê teqlîdkirin û hêdî hêdî pêvajoya asîmîlasyonê bêyî ku haya kesî jê hebe destpê dike.
Pergala perwerde û hînkarî ku koka her welatekî ye, ew beşa dikare herî baş li ser neteweya we bixebite û di heman demê de dikare bibe ya herî xirab. Ji ber ku zarokê ku ji rojên destpêkê yên dibistanê tê qeydkirin, divê bi fikreke ku kurdî ye rabe. Divê ji ramanên îthalkirî dûr be û tenê kurdî be.
Di perwerdehiyê de ramana îthalkirî dibe sedem ku xwandevanekî 6 salî bi ramana îthal mezin bibe. Mezinbûna xwandevan bi ramanê di dawiyê de dibe sedema pêkhatina kesayetek di civakê de her tişt rast e bilî ya ku bixwe heye.
Çand di çarçoveya giştî de mijareke wisa nazik û hûre ku heta di xew û xwarina kesan de jî derbas dibe. Li welatê me, Kurdistana ku hîna azad nebûye, beşek zêde ji çanda me tê dizîn û bi awayekî bijartî li me tê dayîn ku piştî demekê em ê têbigihin yan jî kesên haya wan ji van pîlanan dibe û li dijî disekinin ku ev mejûlî dizî li çanda Kurdî ne an kirine.
Em ji wî nifşî hez dikin, nemaze yên ku cîhana wan îro ji ber înternetê biçûk û tijî agahî ye; Divê em pêşiya vê yekê bigirin û çanda xwe biparêzin. Em li hemberî her kesê ku li ser navê berhemanîna çanda kurdî dixapîne rawestin. Divê çanda kurdî li dibistan, kûçe û kolanan derkeve holê. Em nikarin xwe bispêrin tiştên ku helbestvan û rewşenbîrên me ji me re hiştine. Belê, erkê me ye ku em mîrata wan bi şiklê xwe yê îroyîn bigihînin destê neteweya xwe.