Gestûs çi ye?

Şêrko Janzêm

Kurdshop  - Gestûs, yanî hal û hereket, liv û tevger lê tevgerên çawa? Tevgerên ku xwedî bingehên kûr û civakî ne. Ji ber vê yekê ye ku van tevgeran bala hin beşên zanistê kişandiye. Mesela antropolojî. Ji xwe gestûs bi antropolojîyê re derketîye holê û bi vê zanistê re zêdetir bal kişandiye ser xwe.

Ka em bala xwe bidin etîmolojîya gestûsê. gestûs ji peyva “gignere” ya latinî tê. “Gignere” tê wateya “zayînê”, “dîyar bûnê”, “derketina holê”. Ev peyv bi demê re bûye gestûs û ji latinî derbasî zimanên din bûye. Di elmanî de bûye “geste” û tê wateya “hal û hereket”, “ragihandina bikaranîna laşî”.  Di roja me ya îro de wek geste û gestûs belav bûye. 

Gestûs bi piranî wek têgeheke şanoyê tê zanîn û belav bûye. Gestûs wek têgeheke şanoyê cara pêşî ji hêla şanogerê elman Bertolt Brecht ve hatiye bi kar anîn. Brecht di dema xebatên xwe yên li ser şanoya epîk de bêtir bal kişandîye ser gestûsan. Brecht bi gestûsên şanogerên xwe dixwaze balê bikişîne ser tevger, peyam û bûyerên civakî û sîyasî. Brecht  naxwaze ku şanogerên wî tevgerên xwe yên şexsî bertekên xwe yên derûnî nîşan bidin li hemberî rola ku tê de ne. Brecht naxwaze ku li ser dikê tevgerên karekterîstîk bibîne ew dixwaze di bin her tevgerê de kodek civakî hebe referans her civak û bertekên wan ên li dijî bûyeran be. Jixwe Brecht ji bo gestûsê wiha dibêje; “Gestûs têkilîyen mirovan ên bi hevdu re derdixe pêş. Bo mînak ger karek bê kirin, têkilîyên civakî yên mîna îstîsmar an jî hevkarîyê di xwe de nehewîne nabe gestûs.” (Brecht,1987:138)  

Li ser gestûsên ku di şanoya epîk de tên bikaranîn mamosteya zanîngeha Muglayê Özlem Özmen wiha dibêje: “Gestûs di şanoya epîk de tên bikaranîn. Lê gestûs tenê ne liv û tevgerên rûyî ne, gestûs ew têgeh e ku kostum, rêveçûna, avayê xwarin xwarinê, û tevgerên lîstikvana ên din jî dihewîne. Dema ku ev liv û tevger pirsgirêkên civakî nîşan didin û civakê rexne dikin wê demê ev gestûs in. Di şanoya epîk de hemî jest û mîmîk ne gestûs in.”

Di jiyana rojane de dema meriv bala xwe bide tevgerên mirovan dê meriv baştir fahm bike bê gestûs çi ne. Di meşa jin û mêran heta bi dayîna pereyan bo dema danûstendinê de, ev tevger hin minakên gestûsan in ku teybet in ji bo civakan. Mesela hin cudahî di navbera gestûsên kurd û tirk, ereb û farisan de hene. Lê ji ber ku ev civak cîranên hev in olên wan yek in erdnîgarî û şert û mercên xwezayê wek hev in gelek gestûsên hevpar hene. Li gel van hevparîyan ji ber kodên civakî gestûsên cuda jî pir in. Mesela dema jineke kurd li hemberî rewşekê şaş dibe berteka wê ji yên jinên tirk, ereb û faris cudatir e ev rewş xweserî jina kurd tenê ye di mêrên kurd de jî ev gestûs dê bi awayekî cuda derkeve holê.

Bi kurtasî em dikarin ji bo gestûsan wiha bibêjin; ji bo ku tevgerek bibe gestûs divê bingeheke wê ya civakî hebe. Yanî ev tevger xwedî kodek civakî ye. Gestûs li gorî civak û zayendan tên guhertin.

KURDŞOP
927 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!