Dîroka devera Rojhilata Navîn û bi taybet ew welatên ku Kurd li ser wan hatine dabeşkirin, gelek bûyerên siyasî û civakî hene ku berîoajî xwast û biryara welatên serdest û wan hikûmetan e ku Kurd tepeser kirine, hêviya dilxweşî û bihevrejiyan û tenahiyê didin gelên bidest ku hatine tepeserkirin.
Weke mînak di dîroka salên borî yên gelên navçeyê de, em dikarin balê bikişînin ser bilindbûn û nizimbûna têkiliyên navbera gelên Kurd û Azerî de. Diyare ku peywendiyên wan du neteweyan ji ber hevsînorî û yek çarenivîsê bi hevre girêdayî ne û bandore li hev dikin lê di hin qonaxan de lawaz bûne, ji ber wê pêwîste bêne gengeşekirin û gotûbêjeke berfireh li ser wan bê kirin.
Divê em wê yekê jî bêjin ku gelek caran dewletên navçeyê kar kirine ku peywendiyên asayî û rast ên neteweyên li wê navçeyê bo berjewendiya xwe têk bibin û wan têkiliyan bixin rewşeke neasayî de.
Weke mînak em dikarin behsa qonaxa destpêka Şoreşa Gelên Îranê bikin ku gelên Kurd û Azerî li hemberî hev (Beramber hev) sekinîn, ku Komara Îslamî bi plan kar kiriye ku peywendiyên dîrokî û xebata hevbeş a wan du neteweyan di hizra xelkê der reş bike (Nehêle) û heta astekê jî di wî karê xwe de serkeftî bûne.
Lê piştî demekê, diyardeyên dîrokî careke din derkeftin holê û peywendiyên wan normal bûn, careke din wan neteweyên tepeserkirî hest bi êş û derdên hevbeş kirin, car bo carê baştir têgihiştin û xebata xwe ya hevbeş bihêz kirin.
Bingeha dîrokî ya wê lihevtêgihiştinê û rûbirûbûna êşa hevbeş a navbera Kurd û Azeriyan de vedigere bo serdema avakirina wîlayeta "Azadistan" bi serokatiya "Şêx Mihemed Xiyabanî". Piştre di dema avakirina "Komara Azerbaycan"ê ji aliyê "Firqeya Demokrat a Azerbaycanê" ve, ew têkilî hatin xurtkirin.
Di Encûmena Azadistanê de nûnerê Kurdan beşdar bû. Dema ku Komara Azerbaycanê hat avakirin, li Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê jî, ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê ve û bi serokatiya Pêşewa Qazî Mihemed, Komara Kurdistanê hat ragihandin.
Belgenameyên dîrokî yên Kurd û Azerbaycanê wê yekê nîşan didin ku hevkarî û hevfikrî di navbera rêberên her du Komaran de hebû, heta astekê ku hin kes ji Komara Kurdistanê bo fêrbûna hin karûbarên teknîkî di warê çap û weşana rojnameyan û hin karên din de çûne Tewrêzê.
Di pirtûka "Çêstî Micêwir" a Mamosta Hejar de behsa beşek ji wan bîranîn û hevkariyan hatiye kirin. Herwaha gelek rewşenbîr û nivîskarên din wek (M.A. Bêh Azîn nivîskar û wergêrê navdar – Nûredîn Kiyanûrî) bi dil li gel wan du komaran bûn.
Di vê qonaxê peywendiyeke herî giring ku dikare bandorê li çarenivîs û siberoja siyasî ya navçeyê bike, peywendiya di navbera Azerbaycan û Kurdistanê de ye. Dema ku em dibêjin Azerbaycan armanc Azerbaycana Îranê û Komara Azerbaycanê ye û em ê niha sedemên wê jî eşkere bikin.
Têkiliyên Rojhilatê Kurdistanê û Azerbaycanê pir giring in, ji ber ku hejmara herî zêde ya şêniyên Îranê ji wan du neteweyên bindest e, ji aliyên din bi hezaran kîlometre sînorê wan ê hevbeş heye. Herwaha di dîroka serdem a Îranê de ew du netewe ji hemû mafên xwe yên siyasî, civakî û çandî hatine bêparkirin.
Ji ber wê, avakirina têkiliyên nû li ser bingeha lihevtêgihêştinê û berjewendiyên hevbeş bo her du neteweyên Kurd û Azerî giring e û dê gelek destkeftan bi xwe re bîne.
Lê eger ew têkilî bêne paşguhxisitin dikare xizmeta dagîrkarên Kurdistan û Azerbaycanê bike û di warê siyasî de her du neteweyan lawaz bike.
Eger ji niha ve planeke baş û hêja bo têkiliyên siyasî yên navçeyê bê danîn, dikare bandorê li ser rêkeftinên welatên zilhêz ên navçeyê bike ku dema sed salane berdewam in.
Her bi vê boneyê em dikarin balê bikişînin ser peywendiyên herî nû yên siyasî û diplomatîk li navçeyê, ku dikare wate û roleke nû di guhertina nexşe û bingeha têkiliyên navçeyê de çêke.
Wek tê zanîn roja sêşemê 18 tîrmeha 2023an Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, tevî şandeke siyasî û aborî, ji Hewlêr a Paytexta Kurdistanê ve çûye Bakûyê ku paytexta Azerbaycanê ye û ji aliyê berpirsên paybilind ên Azerbaycanê pêwşazî lê hat kirin. Ew serdan li ser vexwendina fermî ya serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev bû.
Ji ber çend sedeman ev serdan ji serdanên din ên berpirs û şandên Kurdistanê giringitir e.
Di vê serdanê de Îlham Aliyev bi fermî û bi cîbicîkirina tevahiya rêkarên protokolên dîplomasî pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistnê kir.
Di vê serdanê de û di dema civîna her du serokan de alên her du welatan li rex hev hatibûn danîn ku nîşan dide her du welat û her du serok di yek astî de ne (yek ast in), welatê mazûvan wate Azerbaycanê bê şerm û xwe vedizînên siyasî, şanda siyasî ya Kurdî weke şandeke fermî ya dewletekî xwedî pêgeh û nasname wergirtiye û bê guhdana bi fikar û têbîniyên welatên navçeyê,behsa têkiliyên xwe yên siyasî û aborî kirine, ku weke Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev gotiye dê encameke baş a wan têkiliyan bo Azerbaycan û Kurdistanê hebe.
Nabe em wê yekê ji bîr bikin ku, ev serdan di demekê de ye ku peywendiyên siyasî û aborî yên Azerbaycan û Îranê di rewşeke xerab, lawaz û dijberiyê de ne.
Herweha Azerbaycan yek ji wan welatên Musilman e ku têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re venaşêre û Îsraîlê bi hevpeymanê xwe dizane.
Herwaha peywendiyên Tirkiyê û Ukrayna yê di demên dawiyê de bihêz bûne, Tirkiye piştevaniya Ukrayna dike ku bibe endama NATOyê, lê berovajî wê, Îran bi şandina dronan bo Rûsyayê dijatiya Ukrayna û NATO dike, ew nîşan dide ku têkiliyên siyasî û dîplomasî li navçeyê tên guhertin.