Gelo pirsa Kurd, pirsek navdewletiye?

Bo yekemîn car peymana “Sewr”ê, pirsa Kurd kir wek pirsa navdewletî û mafê wekheviya neteweya Kurd li asta mafê destnîşankirina çarenivîsê de û bi awayê fermî hat naskirin, her çend ku ev peymannameya ti carî cîhbicîh nebû jî, lê pirsek bi navê pirsa Kurd ket nav edebiyata siyaseta cîhanê û ew pirs navdewletî bû.

Roj Qadirî

Kurdistan, welatê Kurdan

Kurdistan, yanî welatê Kurdan, herêmeke ku li rojhilata navîn ku piraniya rûniştiyên vê Kurd in. Kurdistan li ser îran, tirkiye, sûriye û iraqê hatiye parvekirin û beşek zêde jî ji wê naha di bin desthilatdariya ermenistan û azerbaycanê de ye.

Destnîşankirina sînorên Kurdistanê yek ji pirsgirêkên herî dijwar e, ji ber ku welatên ku serweriya Kurdistanê di bin destê wan de ye, wek yekîneyeke erdnîgarî yan netewî nabînin, belkî zêdetir ji wan re dibêjin “herêmên Kurdan”.

Ji aliyê siyasî ve, Başûrê Kurdistanê tenê beşeke Kurdistanê ye ku di asta navdewletî de weke pêkhateyeke federal di nava Iraqê de hatiye naskirin û nîvê xaka Başûr li hundirî xwe de dihewîne û nîva din jî di bin desthilata Iraqê de ye. Her weha beşek ji Rojavayê Kurdistanê jî di destê hêzên Kurdî de ye.

Ji aliyek din ve Kurd li Îranê bi awayeke fermî wek kêmnetew tên naskirin, lê ji aliyê xwedina bi zimanê Kurdî û mafên din ên netewî bêpar in.

Navnetewîbûna pirsa Kurdistanê

Pirsa Kurd xwedî bingeheke dîrokî û siyasî ye û yek ji pirsên herî aloz e ku heta naha nehatiye çareserkirin.

Piştî têkçûna Împaratoriya Osmanî, serketiyên şer û dewleta Osmanî di 10ê Tebaxa 1920an de di navbera xwe de peymanek ku bi navê Peymana Sewrê tê bi nav kirin îmze kirin.

Li gor bendên 62 û 64 yên wê peymanê, xwerêveberiya Kurdan bi awayê serxwebûna siyasî bi fermî hat naskirin.

Cara yekem bi peymana Sewrê pirsa Kurd hat navneteweyî kirin û mafê neteweya Kurd yê rewa yê çarenivîsê hat qebûlkirin, her çiqas ev peymannameya ti carî bi cih nehat, lê pirsek bi navê Kurd ket nava edebiyata siyasî ya cîhanê û rengeke navneteweyî ji li xwe girt. Tevî ku çendîn caran mafên siyasî yên Kurdan li malbenda bav û kalan ji aliyê dewletên serdest li Kurdistanê ve hatiye binpêkirin û partiyên Kurd bi berdewamî saziyên navdewletî yên berevankarê mafên mirovan bi belge agehdar kirine. Lê dewletên serdest ên li Kurdistanê pirsa Kurd weke pirseke navxweyî dîtine û bi ti awayî rê nadin bi destwerdana saziyên navneteweyî.

Bi giştî ev xalên ku behsa navneteweyî kirina pirsa Kurd dikin:

1. Çareserkirina pirsa Kurd û encamên wê yên ewlekarî yên li ser herêmê.

2. Çareserkirina pirsa Kurd û berpirsyarbûna li hember mafên mirovan.

3. Koçberî û diyardeya koçberiyê bi sedema givaşên siyasî û ewlehî yên li Kurdistanê.

4. Destêwerdanên Saziyên Netewên Yekbûyî di pirsa Kurd de li sala 1991an û pejrandina reşnivîsa 688an a Şêwira Ewlehiyê.

5. Avakirina Herêma Kurdistanê û amadebûna balyozxane û nivîsîngehên bazirganî li Herêmê.

6. Amadebûna bandora Kurdan li hember derketina DAIŞê û bi cîhanîbûna Pêşmerge li ser medyayên bi bandor.

7. Avakirina Hikûmeta nîv xwedmuxtar a Rojavayê Kurdistanê.

Belavbûna nûçeyên eleqedarê Kurdistanê li cîhanê û herêmê û bala cîhaniyan, saziyên navdewletî, saziyên nehikûmî û dewletên Ewrupayî û Amerîka dikişîne û dewletên navendî bilez û bez rastî givaşên raya giştî yan jî givaşên fermî yên navneteweyî dibin.

Tevliheviya wan her du pirsgirêkan dewletan neçar dike ku helwest û siyasetên xwe yên li hember Kurdan biguherînin da ku hewl bidin berfirehiyê bidin bi demokrasiyê, çand û zimanê Kurdî pêş bixin û cudahiyên siyasî û civakî ji holê rakin.

Wiha jî asta rizamendiya Kurdan bilind dikin. Nexwe berevajî vê yekê bibe. Rikeberiyên di navbera dewletan û Kurdan de zêdetir dibe û sîstema navdewletî teşwîq dike ku piştgîriya dewleteke serbixwe ya Kurdan bike.

KURDŞOP
738 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!